Bi bûneya hatina «Roja Cîhanî Ya Şanoyê», li Qamişlo, bi beşdariya birek rewşenbîr, nivîskar û hezkirên Şanoyê, Koma Şano ahengek lidar xist. Di wê ahengê de, hunermendê Şanoyê birêz Enwer Mihemed hate xelatkirin, û gotina «Roja Cîhanî Ya Şanoyê» ku hatibû wergerandin bo zimanê Kurdî, ji bal birêz Newafê Bişar ve hate xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku her sal, gotina «Roja Cîhanî Ya Şano» tê wergerandin bo zimanê Kurdî, û di malpera fermî ya Komîta Navdewletî ya Şanoyê de tê weşandin.
Li jêr, deqa gotina «Roja Cîhanî Ya Şanoyê» ye:
Nameya «Roja Cîhanî ya Şanoyê»,
Ya sala 2023-an
Semîhe Eyûb-Misir
Werger ji zimanê Erebî: Newafê Bişar
Hevalên min ên şanoger li seranserî cîhanê…
Di bîranîna «Roja Cîhanî ya Şanoyê» de, ez vê gotinê bi we re parve dikim, diweşînim. Ji hêlekê ve, ji ber ku bi we hevalan re diaxivim, ez bi keyfeke mezin hest dibim. Ji hêleke din ve, ji ber sedemên rikberî, şer û pevçûnên giran ku li cîhanê belav bûne, xişm û bobelatên xwezayê ku li cîhana me ya îro rûdane, bendora xwe li rewan û jiyana me -weke şanoger û ne şanoger- ya aborî û derûnî jî kirine, aramî, aştî û xweşiya jiyanê ji me dûr ktine, ji ber vê hindê, ez gelekî dilsar û xemgîn im!
Îro ez bi we re diaxivim, hesteke wiha li min peyda bûye herwekî cîhana me bi tevayî bûye mîna giravên cihê-cihê û dorpêçkirî, yan jî mîna gemiyên bazdayî ku ew di asoyên mij û moranê de winda dibin, ku her yek ji wan bê armanc û pilan li ber pêlên deryayê diçe. Di asoyê de, ew tu nîşanan nabîne ku li gora wan riya xwe ya rast bibîne, lê digel wê jî, bi hêviya ku bigihe cihekî aram, ew di nava pêlên deryayê yên tengijî, di nava windabûneke dirêj de, her birêve diçe!
Tucarî, cîhana me ji hev nêzîk û bi hev re têkildar mîna îro nebûye, di heman demê de jî, tucarî ew mîna îro ji hev dûr nebûye! Di vî warî de, gelek tişt ji me ve aşkere û zelal dibin. Digel ku em tev hûrguliyên nûçeyên cîhanê dibînin û dibihîzin çimku alavên ragihandinê yên nûjen, sînorên cografî di navbera dewletan de şikandine, derbas kirine, lê di heman de jî, rikberî û pevçûn bi piranî li cihanê geş bûne, ji ber wan jî, cîhana me ji bingehên mirovatiyê dûr ketiye!
Şano, di naveroka xwe de, karekî mirovî ye, li ser bingeha rastî ya mirovan rûdine, ango, naveroka wê jiyan e! Li gora gotina pêşengê mezin Qustentîn Stanslaviskî dibêje:
«Dema ku lingên te bi herrî be, derbasî şanoyê mebe! Toz û gemarê li derve bihêle. Tekez bike ku tu metirsiyên xwe yê piçûk, berberî û zehmetiyên xwe yên sivik bi cil û kincên xwe yên derveyî re bihêlî. Her tişta ku jiyana te kavil bike, hiş û bala te dûrî hunerê bike, wî li cem derî bihêle û derbas bibe!».
Dema em derdikevin ser sehneya şanoyê, di hundirê me de jiyanek bi tenê, ya mirovekî bi tenê heye, lê, ew jiyan dikare bizê û pir bibe, gelek jiyanên din jê bipişkivin, gul vedin, da ku em hemû bi hev re, bi bîna wan a xweş mest bibin.
Karê ku em weke nivîskar, derhêner, akter, sînograf, helbestvan, mûzîkjen û dîzayner dikin, tenê ew ji bo afrandina jiyaneke nû ye ku berî em derkevin ser sehneya şanoyê, ew jiyan tune bû. Ev jiyan hêja ye ku destekî dilovan wê biparêze, sîngeke germ wê hembêz bike û dilekî mezinî mihrevan guhdanê lê bike, mercên man û jiyanê jê re peyda bike.
Bawer im ku ez ji rastiyê dûr nakevim dema bêjim ew karê ku em li ser sehneya şanoyê dikin, ew karê jiyanê bi xwe ye û afrandina wê ji tunebûnaê ye. Ew kar dibe mîna pizoteke agir ya ku di tariya şevan de, ronahiyê belav dike, tîn û germahiya wê, sir û seqema şevan dişkîne.!
Em li kêleka wî kesî ne yê ku jiyanê xweş dike û em bi xwe jî wî karî dikin, û da ku jiyan bi wate be, em xebatê dikin û sedemên têgihştina wê jî pêşkêş dikin.
Em in yên ji bo rakirina tariya nezanî û tundûtûjiyê, ronahiya hunerê bikar tînin. Em in yên rêbaza jiyanê di dilên xwe de hiltînin û hawîr wê belav dikin û ji bo pêkanîna armancên pîroz em dema xwe, xwîn, xwêdan û rondikên çavên xwe dikine qurban. Herwewha, ji ber em bawer in ku ev jiyan hêja ye bê jiyankirin, em berevaniyê di ber nirxên wekhevî, dadmendî, xêr û spehîtiyê de dikin.
Îro, ne tenê ji bo pîrozkirina ahenga şanoya ku bi navê Bavê Huneran tê binavkirin û pîrozkirina roja wê ya cîhanî ez bi we re diaxivim, lê belê ez ji we dixwazim ku hûn hemû bibin yekdest, mil li mil, li ser sehneyên şanoyan, da ku wijdanê cîhanê hişyar bibe, dengên xwe bilind bikin. Bila ew li naveroka mirovan ya windayî bigerin! ew mirovê azad, dilevîn û nermîn, ewê ku nerîna dîtir dipejirîne, û hûn nema wan wêneyên hovîtî, nijadperest, rikberiyên xwîndar, tundûtûjî û sîstema yekraman bibînin.
Hêj berî hezarên salan ve, li ser pişta vê gerdûnê û di bin vî asmanî de mirov birêve çûye û her dê biçe, ji we tê xwestin ku hûn lingên wî ji çamora şer û rikberiyên xwîndar derxînin, bila ew wan li ber dergehên şanoyê bihêle, bi hêviya ku mirovatiya me ya goman li ser heye, careke din li me vegere, û bi serfirazî em karibin bêjin: Em hemû mirov in, em birayên hev ên mirovatiyê ne! Ew name û erkên me şanogeran e, hilgirên xetîra ronahiyê ji wê dema ku akterê pêşîn derkete ser sehneya şanoya pêşîn ve ye. ji me tê xwestin ku berî her kesî li hemberî karên nemirovane, her kiryarên gemar û kirêt serî hildin, bi her tiştê xweşik, zelal û mirovane rû bi rû bibin, berî her kesî em, em bi tenê dikarin jiyanê biafirînin û nûjen bikin, em hemû bi hev re, ji bo yek cîhanê, yek mirovatiyê xebata xwe bişopînin.
* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.