Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Ahenga Roja Rojnamegeriya Kurdî Li Qamişlo

Rojnama Newroz*

Roja Duşemê, 22yê Nîsanê, bi beşdariya birek rewşenbîr, nivîskar û xemxurên ziman û wêjeya Kurdî, li ser daxwaza Komîta Çand û Ragihandinê Ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ), salvegera 126-emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî hate pîrozkirin.

Di ahengê de, gotina Kovara PIRS û weşana NEWROZ hate xwendin, paşê nivîskarê Kurd Berzo Mehmûd li ser hin mijarên zimanî axivî û nerînên xwe ji beşdaran re derbirîn. Paşê nivîskar Konê Reş jî li ser hin qonaxên rojnameya Kurdistan axivî. Pişt re, Newafê Bişar li ser kurtejiyan û xebata wêjeyî ya Berzo Mehmûd nivîsek ji beşdaran re xwend, û weke endamên komîta»Kemal Henan» Berzo Mehmûd ji bo wergirtina vê xelatê destnîşan kirine, û li dawiya ahengê, xelat radestî Berzo Mehmûd kirin.

Ev ye deqa Nameya Kovara PIRS û Weşana NEWROZ e:

Roja Rojnamegeriya Kurdî Cejneke pîroz e! 

Nameya Weşana NEWROZ û Kovara PIRS

Berî 126 salan, li roja 22yê Nîsana 1898-an, yekemîn car di dîroka gelê Kurd  de, li ser destê Mîrê nemir, Miqdad Midhet Bedir-Xan, rojnameyeke xurû bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî bi navê «KURDISTAN» li Qahîre, Çapxaneya El-Hîlal hatiye çapkirin û belavkirin. Di nav gelên cîhanê de, Kurd jî bûne xwedî rojname.

Mîrê gewre Miqdad Midhet Bedir-Xan 5 hejmar ji rojnameya xwe ya duheftane weşandine, û her car 2000 hejmar bê pere rêkirine welêt da ku Kurd wê bixwînin, fêrî zanist û hunerê bibin. Lê, bi armanca ku her Kurd çavgirtî bimînin, mafên xwe nas nekin, dost û neyarên xwe ji hev cuda nekin û her di bin destên biyaniyan de dîl û bê vîn, perîşan û hejar bimînin, xêrnexwaz û neyarên wan, di serê Xankar Ebdul-Hemîd de xwendine ku ew rê li ber vê rojnameyê bigre, û nehêle ew ronahiya zanînê di nav Kurdan de belav bike. Xankarê sitemkar jî fermana qedexekirina «Kurdistan»ê derdixîne, derçûna wê qedexe dike.

Piştî Mîr Miqdad, birayê wî Mîr Ebdurehman Bedir-Xan, di merc û hoyên pir dijwar de, li cihên dûrî welêt, ji derveyî sînorên dewleta Osmanî (London, Cinêv, Folkiston…) wê xebatê dişopîne, û 31 hejmar jê têne weşandine, ku li roja 14.04.1902yan, hejmara dawî ji vê rojnameya nirxdar çap û belav bûye, yekcar ji ber çavên xwendevanên xwe winda bûye!

Lê, wekî her car, gelê Kurd bê westan li ber xwe daye, zana û mezinên wî dane ser şopa nemir Mîr Miqdad û Mîr Ebdurehman Bedir-Xan, û bi saya Mîr Celadet Bedir-Xan, Kamîran Bedir-Xan û hevalên wan ên dilsoz, kovara Hawar, Ronahî, û Roja Nû, bi zimanê Kurdî û tîpên Kurdî latînî, weşandine, ku bi derçûna wan, dilê gel şa bûye. Nivîskar, helbestvan, zana û xebatkarên Kurd ên mezin mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar … HWD, bi berhemên xwe yên şêrîn, rûpelên wan xemilandine, li ser welat, ziman, folklor, dîrok û wêjeya Kurdî ya kevin kûr û dirêj nivîsandine.

Di van 50 salên dawiyê de, hin kovarên Kurdî mîna Gulistan, Gelawêj, Xunav, Pirs û Newroz…HWD, li ser wê rêya pîroz birêve çûne, li gora karîn û derfetên berdest folklor û zimanê Kurdî parastine û pêşve birine.

Digel hemû reng û cûreyên qedexekirina zimanê Kurdî li Sûriyê, îro zimanê me pêşve diçe û li ser asta cîhanê pileya 8-emîn wergirtiye, bi milyonan keç û lawên Kurd rabûne ser piyan, li zimanê dayikê xwedî derketine, li dibistan û zanîngehan fêr dibin, pê dixwînin û dinivîsin, bi sedan kovar, pirtûk û rojname têne çapkirin, û bi sedan pêlweş, televizyon û navendên ragihandinê bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Dema ku berê zimanê me li pêş be, tê wê wateyê ku berê gelê me û doza wî jî li pêş e, û em geşbîn in dê rojek were, gelê me jî yekîtiya xwe saz bike, û mafên xwe bidestxîne. Em gotina Ebdurehman Bedir-Xan a di hejmara 7an a KURDISTANê de, berî 126 salan belav kiriye, bi balkêşî guhdar bikin:

«…Wekî em niho ve hişê xwe bînin serê xwe, neyariyê, bêtifaqiyê nekin, wek bira hij hevdu bikin. Kes kesî nekujit, kes malê kesî talan nekit, agirê fitne û fesadê bitemirînin. Çiqa Kurmanc hene, wê li dinê û axretê rahet û serfiraz bibin, qedir û i›tibara wan jî gelik zêde bibit. Wekî Kurda ev hal ji xwe re girt tu cara feqîr nabitin, wê dewlemend bibin, dinya û axreta wan ê zêdetir me›mûr bibe.»

Li dawiyê, di vê bîranîna giranbuha de, bi navê Kovara PIRS û Weşana NEWROZ, bi gurzek gul û nêrgizên welêt em damezirênerê rojnameya «Kurdistan» Miqdad Midhet Bedir-Xan bibîr tînin, û vê cejinê li hemû nivîskar, rewşenbîr û xemxurên ziman û wêjeya Kurdî pîroz dikin.

Roja Rojnamegeriya Kurdî li gelê Kurd pîroz be!.

18.04.2024 Z- 2636 K

Kovara PIRS û Weşana NEWROZ

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button