Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

BÎRNAMAKe NERAZÎBÛNÊ…

Rojnama Newroz*

Ji birêzên endam di Perlemana Ewropayê de re…

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve (sala 2011an. Z) Turkiyê bi karanîna zorê û hêza leşkerî/serbazî destêwerdan di rewşa Sûriyê de kir, û ta niha jî berdewam e, û destêwerdana herî hişk û sert, êrişa wê ya bi hevaltiya milîseyên «Islamî» yên tundrew li ser Herêma «Efrînê/Çiyayê Kurmênc» bû (20 Rêbendana/Çileya 2018an. Z),  paşê dagîrkirina wê ji herêmê re (/18/ Avdara 2018an. Z), dû re jî dagîrkirina wê ji herdu herêmên «Girê Spî» û «Serê Kaniyê» re (/20/ Cotmehê 2019an. Z), û bikaranîna tewanên herî qirêj û genî li wan herêman, di dermafê keç û lawên gelê me yê Kurd, mîna: (Kuştin, îşkencekirin, dizîn û talankirin…HWD) ên ku digihêjin asta tewanên li dijî mirovahiyê û tewanên şer.

Bombebarankirina wê ya Roja Duşemê jî (/25/ Berfenbara/Berçileya 2023an. Z) weke berdewamî û tewawkirin ji wan êrişên berê re hat, û çekên asîmanî yên Turkiyê hinde cîgehên istratîcî û giyanwerî li Herêmên Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin, nemaze binevahî/binesazî mîna stasyûnên zayenda elektrîkê, gazê û avê, û hejmarek ji çêgehên/kargehên sivîlî û xizmetguzarî û nexweşxane jî jê…Û di encama wan êrişan de heyşt hemwelatiyên sivîl û bêguneh şehîd/pakrewan bûn û pircarkî bi qaserî wan birîndar bûn, û rewşa hin birîndaran jî metirsîdar e, ji bilî wê jî roxandin û tarûmarkirina ku gihîştiye wan çêgeh û kargehan, tirs û xofa ketiye nav nişteciyên aştîxwaz, têvedan wan bi aliyê koçberkirineke zêdetir û devberdana ji herêmên wan ên dîrokî, û herweha jî valakirina herêmê û cîbicîkirina guhertina demografî ya rêbazkirî.

Behaneya «Parastina ewleya netewî» ya ku Turkiyê pêşkêş dike û dixwaze pê êrişên xwe ji herêmên Kurdî re (li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) rewa bike, derw e û tenê nîşana nijadperestiya di dermafê Gelê Kurd de û dijminatiya wê ji hemî destkeftiyên ku pêk tîne re ye, û weha jî rêbazkirina siyaseta «Ji hev cuda bike tiwê biser kevî»  di nav pêkhateyên Gelê Sûriyê de.

Êrişên Turkiyê (yên li dû hev) aşkere hêminiya rêjeyî ya wan herêman gef dike, bingehên aştî û aramî û jiyana hevbeş di nav pêkhateyên herêmê bi giştî de derb dike, ked û hewildanên şerê li hember rêxistinên terorîst û di pêşî de Rêxistina Dewleta Islamî li Şam û Îraqê «Da›işê» lawaz dike, waran li pêş geşkirina «şanên xewkirî» vedike da ku ji nû ve bêne geşkirin, vê herêmê û «Rojhilata Navîn» bi giştî berve geregoşî û netebatî/nehêminiyê têve dide, û herweha jî dibe kend li pêş hewildanên dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, bi riya guftûgoya ku em dibînin ew kilîta çareseriyê û guhertina Sûriyê ber bi dewleteke rengeren û nenavendî ye.

Li gorî tiştên hatine pêşkêşkirin, em vê bîrnama xwe pêşkêşî perlemana we ya rêzdar dikin, bi hêviya ku hûn tevî hevkar û ortaqên xwe yên navdewletî di doseya Sûriyê de, li ser van xalan kar bikin:

1-    Şermezarkirin û pirotestokirina êrişên Turkiyê li ser Herêmên Kurdî, û zext û fişarkirin li ser Hikometa Dad û Geşepêdanê (El›edalê we El-tenmiyê) ji bo sekinandina wan êriş û piroseyên serbazî/leşkerî.

2-    Zextkirin li ser Destlatên Turkiyê ji bo rêzgirtina zagonên navdewletî, têkeliyên qenc ên cîrantiyê û serweriya Dewleta Sûriyê.

3-    Bidawîkirina dagîrkirina Turkiyê ji hemî Herêmên Kurdî yên dagîrkirî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û vekişandina wê ta sînorê navdewletî yê ku bi fermî mikûr pê tê.

4-    Avakirina herêmeke parastî ye navdewletî li herêmên Kurdî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

5-    Qedexekirina firandina balefirên cengê li ser Herêmên Kurdî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

6-    Livandineke lezgîn ji bo şopandin  û serjimartina hemî roxandin û tarûmatkirinên ku dijayetiyên Turkiyê bûne sersebeb, bi riya şandina komîteyên lêgerîna rastiyan.

7-    Cîbicîkirina biryara navnetewî nimre /2254/ û biryarên navdewletî yên girêdayî çareserkirina doseya Sûriyê, weke çareseriyeke dawî ji kirîza Sûriyê re.

Aliyên imze kirine:

1-    Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – (Rêxistin Ewropa).

2-    Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El›partî) – (Rêxistina Ewropa).

3-    Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê – (Rêxistina Ewropa).

4-    Partiya Cep a Kurd li Sûriyê – (Rêxistina Ewropa).

5-    Tevgera Çaksazî/El›îslah – Sûriya – (Rêxistina Ewropa).

6-    Partiya Lihevkirinê/El›wîfaq a Demokrat a Kurd El›sûrî-(Rêxistina Ewropa).

7-    Pilatforma Kurdên Sûriyê.

8-    Komela Hêvî ya Kurdên Sûriyê li Holenda.

9-    Desteya Yasayî/Zagonî ya Kurdî.

10- Toreya Diyaspora Kurdên Sûriyê li Ewropa.

4ê Rêbendana/Çileya 2024. Z – «Biroksel»

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button