Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Di Hilbijartinên Şaredariyên Turkiyê de, Kurd Biser Ketin!

Rojnama Newroz*

Li roja Yekşemê 31.03.2024-an, li seranserî Turkiyê, hilbijartinên şaredriyan dest pê kirin, di encamê de, gelek şaredarî ji dest Partiya Serokomar Receb Erdogan(AKP) çûn, nemaze yên bajarên mezin mîna Istanbol, Anqere û Izmîr, ku bûne para CHP ya rikber, herweha, li seranserî Turkiyê dengên AKP kêm bûn û ji pileya partiya yekem, bû partiya duyem. Encamên fermî yên dengdanê wiha bûn:

CHP: 37.76%, AKP: 35.42%, Refah: 6.14%, Dem:5.7%, MHP: 4.99%

Digel kêmbûna dengên DEM Partiyê, ya ku eve çend sal in di fişareke giran û hoyên dijwar de xebata xwe berdewam dike, bi sedan endamên wê têne zindankirin, ku hê jî birêz Selahedîn Demirtaş di zindanên Turkiyê de, li gel hevalên xwe, li ber xwe dide jî, lê vê partiyê gelek şaredarî bidest xistin.

Li parêzgeha WANê, nemzetê DEM Partiyê birêz Abdulla Zeydan ê ku sala 2015-an endamê Parlemanê Turkiyê bû, digel birêz Selahedîn Demirtaş û hin hevalên xwe, hate zindankirin û piştî 3 salan serbest hate berdan, bû berbijêrê DEM partiyê, û di encamê de wî 55.48% ji dengan bidest xist û bi rêjeyeke bilind li pêşiya nemzetê AKPê bû; lê, bi bihanene derew, komîta hilbijartina xwecihî ew ji mafê wî bêpar kir, û ferman da ku nemzetê AKPê bibe şaredarê bajarê WANê; lê, xelkên bajêr bi girseyî serî li ber vê biryara kîndar hildan û xwepêşandanên mezin lidar xistin. Li bajarên Kurdistanê yên mezin ên d in jî xwepêşandan lidar ketin. Partiya CHP ev kiryar şermezar kir, DEM Partiyê jî gilî li hember komîteya bilind a Hilbijartinan kir û belgeyên xwe pêşkêş kirin,  û bi saya xebat û têkoşîna gelê Kurd di ber mafên xwe de, Komîteya bilind a hilbijartinan, Şaredariya mezin a Wanê li birêz Ebdulla Zeydan vegerand; û ev ji bo gelê Kurd û Bakurê Kurdistanê rojeke dîrokî ye!

Bi vê serketina mezin, herdu partiyên bira li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEÎTÎ) û  Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Pîroznameyek ji DEM Partiyê re şandin, li jêr deqa wê ye:

Pîrozname

Xwişk û birayên hêja di serkirdayetiya

Partiya Wekhevî û Demoqratiya Gelan de (Dem Parti)…

Silavek rastgo…

Em di herdu partiyan de, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, serkeftina we ya di hilbijartinên şaredariyê de, yên ku di /31/ Avdara 2024an de hatin kirin, pîroz dikin, û hêviya pêşketin û serkeftinê ji xebata we re dixwazin di xizmeta dozên civakê û berçavkirina doza Kurdî ya dadmend ji bo cîbicîkirina binyadên aştî û dostaniyê.

Qamişlo / 3 / 4 / 2024 Z – 2636 K

Komîta Rêzanî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî).

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button