
Sersaxî
Ji heval û hogirên DEM partiyê re……
Silav û rêz……
Koçbarkirina Sirri Sureyya Onder li roja Şemîyê 3ê meha Gulanê, di nav xelkê hemiyan de, ciyê dilêş û xemgîniyeke mezin bû.
Bi vê yekê, tevger, partî û hêzên Aştîxwaz, kesayetiyeke dilsoz û rastgo, xwedî rol û navdar wenda kirin.
Bila serê we sax be. Bila hûn û malbat, dost û mirovên Sirri Sureyya Onder xweş bin. Xebata we her berdewam û li dar be, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.
Birayê we
Muhyedîn Şêx Aalî
Sekreterê Partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê
Qamişlo 04. Gulana 2025an.
