Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (81)-taybet:
Du sal ji dagîrkirina Turkiyê…/103/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /15/zarok û /11/ jin

Wergerandin ji Erebî

Du sal di ser dagîrkirina Turkiyê, li 18 ê Avdara 2018an z, ji herêma Efrînê – Bakur Rojavayê Sûriyê re, bi alîkariya milîsên, ku bi (Artêşa niştimanî ya sûrî û azad) tê navdan, û Hemahengiya (itîlafa) sûrî – ixwanî, û di bin perda fetweyên “Îmam Elxetîb”, “zanyarên Misilman ên tundrew” û ” Encûmena Islamî ya sûrî – Istanbol” de, derbas dibin… Û  binpêkirin û tewanên curbecur, bi gavên rêkûpêkirî û siyasetên nijadperest – Osmaniya nû û timayên ferehkirinê ya Anqerê û destlatên wê, ya ku, navnîşana herî berz jê re, cîbicîkirina guhertina demografî (bêtirî /200/hezar nişteciyên Kurd ên  resen koçber bike – ji bilî yên berê koçber bûne – û li şûna wan bi sedhezaran ji malbatên çekdar ên milîsan û koçberên Xota û gundewarên Humis, Hema, Idlib û Heleb niştecîkirin bide… Da ku, rêjeya hebûna kurdî ji %95 daxîne %20 a niha) hîn jî berdewam in.

Di siya fewdalîzim û serberdayetiya berdewam de, ya ku, virûvût û gotinên destlatên Turkiyê û dirbekciyên wê yên dibêjin, ku asa û hêminî li herêmên Suriyê yên ku dagîr kirine de peyda dibe, diyar û tazî dike.

 Ji bilî yên wendayî û revandî yên bêçarenûs, û girtiyên ku bi zorê hatine veşartin; /103/ qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, ji xelkê herêma Efrînê, di siya dagîkirinê de (18 ê Avdara 2018an z – 17 ê Avdara 2020an z)  û ji nav wan /15 / zarok û /11/ jin, jiyana xwe ji dest dan. Ew tev – ji bilî yên li herêmên penaberiyê bi teqînên bombeyên zemînî yan di bin zext û fişarên jiyanî yên hişk de, ji ber dagîrkeriyê  – di mercên cuda de, hin di bin işkencê de yan bi qurşînê, û hin jî bi teqînên bombeyên zemînî, yan bi îdamê, yan li ser sînorê Turkiyê, yan jî di encama bombebarana herêmên penaberiya koçberên Efrînê (gundewar û bajarokên Şehba û Şêrewa – Bakurê Heleb) hatin kuştin û mirin.

Ew cangorî ev in :

1- Moherem Xoce , ji gundê Çeqela 1984 – navca Şiyê, li navîna Avdara 2018 an , piştî ku hêzên dagîrker derbas gund bûn, û ew revandin û işkence kirin.

2- Ciwan, Husên Ebid  Elrehman Husên /24 / sal.

3- Ciwan, Welîd Soranî kurê Cemîl /18/ sal.

Û ew herdu ji xelkê gundê Çeqelê Cûmê ne, û li kastîna dibistaneke bajarê Efrînê, li rojên destpêkê ji dagîrkirinê, bi qurşînê hatin tunekirin, û dema binaxkirinê di goristana gund de, gund dorpêç kirin û nehîştin xwedî termên wan bibînin.

4- Ebdo kurê Hemo Fûad Nasir.

5- Fûad kurê Heso Ebdo Nasir.

Û herdu ji gundê Qîbarê ne, li 24/3/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , jiyana xwe ji dest dan.

6- Omer Memo Şemo /66/sal, li 10/5/2018an , termê wî di malê de , li gund , ku bi qurşînekê di sîng de , bi destê milîsên çekdar  kuştî dîtin.

7- Bîlal Hemo /66/ sal, ji gundê Xilalka – navça Bilbilê, li destpêka Nîsanê 2018an, bi destê milîsên çekdar ên, ku gund dagîrkirine hate kuştin.

8- Henan Ne’isan, li 7/4/2018an, li navenda bajarê Efrînê – piştî ku li ser destê milîsên çekdar tûşî işkencê hat – mir.

9- Ebdo Arif Ibrahîm ji gundê Kaxrê – navça Şiyê , li navîna Nîsana 2018an , di bin işkencê de , li ser destê “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” hate kuştin .

10- Hunermendê gelêrî Qadir Mohemed Kilislî.

11- Xalid Kilislî kurê Qadir.

Herdu , bav û kur ji gundê Celemê ne , di bin işkencê de , li 29 /4/2018an, bi destê milîsên çekdar hatin kuştin.

12- Şiyar Henîf yê Ciwan , ji gundê Qestelê Xidriya – navça Bilbilê , li 4/5/2018 an, bi teqîna bombeyeke zemînî – dema ku, bi tirektorê zeviyê zeytûnan dajot – mir.

13- Receb Şukrî Reşîd ji gundê Derwîş – navça Reco , li 14/5/2018an , li ser destê milîsên “Ehrar elşerqiyê” , bi qurşînê – dema ku diçû navenda wan li bajarê Reco , da ku li çarenûsa kurê xwe bipirse – şehîd ket .

14- Mustefa Ebdo Şahîn ji xelkê gundê Avrazê – navça Mabeta , li 22/5/2018an ,  dema ku , bi şev , li taxa Mehmûdiyê , li bajarê Efrînê , milîsên çekdar avêtin ser malê , bi qurşînê kuştin .

15- Ehmed Şêxo kurê Mohemed 1968 – bajaroka Şiyê , li 11/6/2018 an – piştî ku, li ser destê milîsên çekdar ên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah – Elemşat” tûşî işkenceyeke zorane bi hin din re hat – şehîd ket . Ji bîr nebe , ku ew cîgirê serokê Encûmena xwecehî  ya bajêr bû , yê ku, li 29/4/2018 an , ji aliyê Hikometa demkî ve , ya girêdayî Hemahengiya sûrî (Ìtîlafa Elsûrî) ya bi ser Turkiyê ve , hatibû bi cîkirin.

16- Rifet Hemîd Hemdoş ji gundê Kefircenê , li 12/6/2018an – piştî ku li dawiya Avdara 2018 an , hate revandin , bêtirî du heyvan hate girtin , û tûşî işkencê û zextên curbecur bû – , ew pakrewan bû  .Li rex wê ,  ji bo serbestberdanê jî , merivên wî cezayeke diravî mezin dan.

17- Samî Elhewa (Elqoc) ji pêkhateya Ereb ê bajarê Efrînê ye , li berbanga 20/6/2018 an , milîsên çekdar bi ser malê de hatin û gulekirin.

18- Zarok , Kemal Muhemed Elî Arif /17/sal , ji gundê Birc Ebdalo , li 26/6/2018an , di mercên bi guman de , mir.

19- Ehmed Ibrahîm ji gundê Xilalka – navça Bilbilê , li 27/6/2018an , bi teqînekê di  orta bajarê Efrînê de , çû ser dilovaniya Xwedê .

20- Fatime Hemkî (hevjîna Henan Birîm) /66/ sal , di encama avêtina bombeyekê bi ser malê de , li gundê Qitmê , li şeva 27/6/2018an , ji aliyê milîsên çekdar ve , pakrewan bû .

21- Arif Husên Cilo /62/sal ji gundê Qenterê – navça Mabeta , li 29/6/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , li rex malê li gund , çû ser dilovaniya Xwedê .

22- Mihemed Îbiş Ne’iso ji gundê Hec Hesna – navça Cindirêsê , li 2/7/2018an , li ser destê milîsên çekdar , di bin işkencê de şehîd bû .

23- Hemdî Ebdo /70/sal.

24- Hevjîna Hemîd, Sultanê Xelîl Nasiro /60/sal.

Ew herdu ji gundê Beradê – Şêrewa ne , li destpêka Tîrmehê 2018an, bi encama işkencê û gulekirinê , li ser destê milîsên çekdar  – yên ku zêr , pere û çêl ji malê dizîne jî – pakrewan bûn .

25- Jina ducanî , Dilovan Esmet Şêxo ji gundê Cilbirê , bi qurşîna artêşa Turkiyê , li ser sînor , li 8/7/2018an (dema ku dixwest bi giropeke din re , li herêma Selqîn – Idlib ê re , sînor derbas bikin , da ku m ji rewşa dujehî ya Efrînê birevin) şehîd ket.

26- Husên Şêxo yê hiş lihevketî /52/sal , ji gundê Mûskê – navça Reco , li 12/7/2018an , di bin işkencê de – piştî çend rojan ji revandina wî , ji aliyê “Ehrar Elşerqiyê” ve – mir.

27- Zarok , Fehîme Kînan Sîdo /13/sal , ji gundê Xaziyana – navça Mabeta , li 13/7/2018an , bi teqîna bombeyeke zemînî , di nav zeviyeke zeytûnan de , mir.

28- Samî Hec Xelîl kurê Ebid Elrehman ji gundê Hec Hesna – navça Cindirêsê , li 15/7/2018an, bi sedema işkenca ku , giropeke çekdar bi wî û birayê wî re kirî , jiyana xwe ji dest da .

29- Mohemed Elî Gulê Xêrî kurê Osmên , ji gundê Birc Heyder – Şêrewa , li 22/7/2018an , bi sedema teqîna bombeyeke zemînî di makînakê de , pakrewan bû.

30- Se’îd Mohemed Teter /53/sal, ji gundê Ereba – navça Mabeta , li 25/8/2019an , li nexweşxaneyek Turkiyê – bi  encama işkenca ku berê tûşê hatibû , ji aliyê milîsa “Mohemed Elfatih”ve – jiyana xwe ji dest da.

31- Esmet Hebeş Henan Dîko ji gundê Qêsim – navça Reco , li 15/9/2018 an , li nexweşxanak Turkiyê – bi encama birîna ku berê , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , vê re çêbûbû – jiyan ji dest da .

32- Ciwan , Mohemed Bîro.

33- Hevjîna Mohemed , Tolîn Bîro.

34- Zarokê wan , Can Bîro.

Hersê ji xelkê gundê Şêxorzê ne – piştî ku neçar man ji dojeha Efrînê birevin – li ser riya Berad – Niblê , li 23/10/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , çûn ser dilovaniya Xwedê .

35- Ciwan , Ehmed Nasir kurê Mehmûd ji gundê Feqîra – navça Cindirêsê , li 24/10/2018an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , mir.

36- Elî Beşîr Osman /50/ sal .

37- Birayê Elî , Mohemed Beşîr Osman /38/sal .

Herdu ji gundê Goliya jorin – Reco ne , li 29/10/2018 an , bi encama teqîna bombeyeke zemînî di bin tirektora wan de , jiyana xwe ji dest dan.

38- Isma’îl Îbiş Isma’îl .

39- Hemze Îbiş.

Ew herdu ji gundê Su’iriya – navça Mabeta ne , li 7/11/2018an , bi teqîna bombeyeke zemînî , di bin tirektorê de , mirin.

40- Temenmezin , Ayşe Henan /80/sal, li gundê Birc Ebdalo , li 8/11/2018an, bi  destê milîsên çekdar hate fetsandin , û zêr û mewalên hundir malê jî hate dizîn.

41- Zarok , Hesen Xilo /15/sal , ji gundê Bêxçe – navça Bilbilê , yê ku bi xwediyan re , li taxa Zêdiyê , li bajarê Efrînê dijiya ; Li 22/11/2018an , bi qurşînkirinê ji aliyê çekdarekî ve , di mal de hate kuştin .

42- Mohemed Henîf Reşîd Ehmed (malbata Zengel)  , /54/ sal , ji gundê Qornê , Xwediyê guvêşgeheke zeytûnan li gundê Qestelê – navça Bilbilê , li 8/12/2018an bi nîvro , li meydana guvêşgehê , li ser destê çekdarekî , bi qurşînê hate kuştin.

43- Zekî Dalî 1980 z , di bûyereke teqînî de ,  li orta Efrînê – kolana Reco , li êvara Pêncşemê  13/12/2018an – digel çar kesan ji yên ku hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana – jiyana xwe ji dest da.

44- Mohemed Hec Elî – gundê Coqê.

45- Şiyar Şukrî Husên – Reco.

46- Berxwedan Ebid elfetah Sîdo – gundê Kurzêlê.

47- Nezmî Şukrî Mewlod – gundê Qude.

48- Mohemed Osman Ne’iso – gundê Mîrka.

49- Kamîran Menan Elî kurê Nebî /45/sal ji gundê Avrazê.

Her şeş pakrewanên jorîn , li 16/12/2018an , di teqîna makînak Van bombekirî de , li sûka keskahiyê (soq elhal) , şehîd ketin.

50- Ciwanê hişnelicî , Neşet Silêman Dawod ji gundê Husê (Mîrka) – navça Mabeta , li 31/12/2018an – piştî ku , li 8/4/2018an , ji aliyê milîsa “Elcebhe Elşamiyê” ve hate gulekirin – mir .

51- Mohemed Emîn Hesen /25/sal , ji bajaroka Kefirsefrê , li destpêka Rêbendanê 2019 an – piştî ku di Tîrmeha 2018 an de hate revandin – di zîndaneke milîsên çekdar de , di bin işkencê de mir.

52- Zarok, Ebid Elrehman Ebdo kurê Osmên –  piştî ku,  di encama teqîna bombeyekê de , li gundê Kefirsefrê – Cindirês , li destpêka heyva Rêbendanê 2018 an , bi kûranî birîndar bû – , ji ber wê jiyan ji dest da.

53- Cemîl Ehmed Bekir ji gundê Xilalka – navça Bilbilê , bi teqîna otobîleke veguhesîna sivîlan ( ya  ku li orta bajarê Efrînê , li 20/1/2019 an bûyer daye, û sê kesên din jî , ji yên ku  li herêmê hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana , vê re jiyana xwe ji dest dane – şehîd ket.

54- Egît Mohemed Şêx Hesen , di mercên bi gûman de , li navîna heyva Rêbendanê 2019an, li nêzîkî gundê wî Avrazê – navça Mabeta , termê wî hate dîtin.

55- Xoşnav Fayêq Henan ji gundê Berbenê – Reco , li 7/2/2019an , li hundir malê , li bajarê Efrînê – piştî ku du rojan ji dîkana xwe ya porqusandinê wenda bû – di mercin bi guman de , darvekirî hate dîtin.

56- Elî Qelender /85/sal ji Mabeta , li 10/2/2019an – dema ku li rojavayî bajarokê pezê xwe diçêranad –  xortekî ji koçberên Xotayê qurşîn avêtê û kuşt.

57- Cîhad Osman Dawod /40/sal , ji bajaroka Şiyê , li pênc şemê ser nîvro 21/2/2019an , li kolana çûnûhata vêlata , li rex nexweşxana Dêrsim , di teqîna otombîleke bombekirî de , jiyana xwe wenda kir.

58- Keçik , Lovîn Xelîl Nûrî ji gundê Keferomê , li 9/2/2019an – di dema ku , bi hinên din re, li aliyê gundewarê Idlibê , sînorê Turkiyê derbas dikirin , û piştî ku di heyameke zor sar de , rê wenda kirin – hate kuştin.

59- Dermanfiroşê ciwan, Mohemed Hemo Xelîl Eyşê ji gundê Birîmce – Mabeta , li taxa Eşrefiyê li Efrînê , li Sêşemê 12/3/2019an , di mercên bi guman de , kuştî hate dîndin.

60- Hûde Ehmed Mûse ji gundê Cilbirê , li navîna Avdara 2019 an  – dema ku , bi hinên din re , li aliyê Idlibê , sînor derbas dikir – hate kuştin .

61- Mohemed Ebdo kurê Xelîl /60/ sal, ji gundê Kibêşînê – Şêrewa , li 1/5/2019an, di teqîna bombeyeke zemînî de (dema ku, diçû gundê Mezin – Şêrewa) hate kuştin.

62- Mohemed Ibrahîm kurê Ibrahîm 1969 z , ji gundê Xelîlaka – navça Bilbilê , li 19/5/2019an , ji ber gelek nexweşiyên, ku ji ber işkecekirineke pir zor pêre çêbûne mir . Ew işkence , li 14/6/2018an – di dema ku, çekdar  hatine pêşiyê û makîna wî tevle barê çiloyê rezan û peran jê birine – vêre hatibû kirin .

63- Reşîd Hemîd Xelîl 1978 z , ji gundê Bêlê – Bilbilê û nişteciyên Cindirêsê , di bin işkencê de ,  li roja Pêncşemê 22/5/2019an , li kêlek gundê Qestelê Cindo – Efrîn – yê nêzîk bajarê Ezazê – termê wî hate dîndin. Ew li 12/5/2019an , tev lawê wî Mohemed û hemwelatiyekî din , ji aliyê milîsên çekdar ve hatibû revanadin.

64- Eslan Bêrem Sîno yê bi (Eso) tê navdan, ji Bedîna ye û zayîna wî 1973 ye… Piştî ku, li 25/10/2018 an hate revandin , Li navîna Gulana 2019 an , çekdarên ku bajarokê Bedîna û gundê Qopê –  Reco dersteserkirine , merivên wî bi mirina wî agahdar kirin , bêyî ku termê wî radestî wan bikin .

65- Silêman Tobal kurê Silo /35/sal , li 28/5/2019an bi ro , ji ber şerekî navxweyî di navêna milîsên /Ehrar Elşerqiyê/ û /Ehrar Elşam/  de , li orta Cindirêsê , qurşîneke tewşankî lêket û mir.

66- Ebid Elrehman Şêx Ehmed kurê Bîlêl /36/ sal.

67- Henan Henan kurê Husên /34/sal.

Ew herdu ji gundê Şêx – navça Reco ne , li 8/6/2019 an , li nêzîk bajarokê Mabeta , li ser destê milîsên çekdar , bi qurşînên zindî hatin kuştin.

68- Şeref Eldîn Sîdo ji Cindirêsê , yê ku tevlî hin din ,li 12/5/2019an hate revandin û işkencekirin , û ji ber ku xwediyên wî nikanîn berdêla ku dihat xwestin bidana ; li 22/6 /2019an , li nêzîk Qestelê Cindo termê wî kuştî hate dîndin.

69- Temenmezin, Silo Tobal , li 29/6/2019 an – piştî ku kurê wî Silêman , li 28/5/2019 , di şerekî navxweyî di nav nandoza de , şehîd ket bi heyvekê – , ew jî ji qehra re bihecî.

70- Temenmezin , Elî Ebdo ( malbata Zembo ji êla Umêrat a erebî ) , li şeva Pêncşemê 19/7/2019an , milîseke çekadar , pirojeyeke çekdar û teror avête ser malê , li nêzîk guvêşgeha Fû’ad Nasir a li ser riya Cindirêsê – bajarê Efrînê , û piştî işkencekirinê ew fetisandin , jina wî girêdan û lêxistin û malmewalê wî jî dizîn.

71- Mihyedîn Oso /77/sal , ji gundê Qitmê – navça Şera , li 25/8/2019an bi şev , çeteyek çekdar xwe avête ser malê ya nêzîk kaziya Eyşê ya li taxa Eşrefiyê – bajarê Efrînê , ew û hevjîna wî ya /70/salî girêdan û pir lêxistin. Bi wê işkencekirinê , ew şehîd ket û jin jî derizî û birîn bû û tirsê pêgirt . Bi ser wê de jî , sed hezar lîreyên sûrî , cîhazek xilyewî û rawtirek ji malê dizîn.

72- Temenmezin , Horiyê Mohemed Bekir (hevjîna Mihyedîn Oso) /74/sal, li 6/9/2019 an  – piştî ku rojekê di nexweşxaneyeke Efrînê de ma – ji ber  lêdan û birînên , ku di wê pirojeya dizînê ya çekdarane  de , li  25/8/2019 an lê çêbûne , jiyana xwe ji dest da.

73- Mohemed Hesen Weqas ji zayîndeya bajarê Ezazê 1958 z ji pêkhateya Ereb , û nişteciyên gundê Tilifê ye. Ew û hevjîna wî li navîna Tirmeha 2019 an hatin girtin û makîna wî hate dizîn – xuya dibe ku tûşî işkencê hatibe – , ji ber wê û piştî du heftan , bi seknemejiyê mir.

74- Mohemed Henîf Husên /30/ sal , bi (Hemadê) dihate navdan , ji gundê Bilêlko – navça Reco ye , li 30/8/2019 an hate girtin û di navenda asayêşa Reco de hate işkencekirin . Û li 9/9/2019an, merivên wî bi mirina wî di nexweşxaneya Efrînê de hatin agahdarkirin.

75- Amêr Silêman Omer.

76- Idrîs Silêman Omer .

Herdu bira ji gundê Bafilorê – Cindirês ne , û li 24/9/2019an , li bajarê Cindirêsê , di kolaneke şaxeyî de , li ser riya Yalanqozê , bi teqînekê mirin.

77- Zeyneb Mustefa Mûse , li 1.10.2019an , di nexweşxaneyek bajarê Rihaniyê – ji ber birîna ku di serî de , di encama teqîna terorî ya ku, li Cindirêsê , li 24.11.2019 an çêbûye – de , pakrewan bû.

78- Ednan Reşîd Emîr /59/sal , ji bajaroka Meydankê – navça Şera ye. Li berbanga 4.10.2019an , li pêş malê , bi awakî yekser di serî de , gulebaran bû.

79- Silêman Hemko (Silêman Ebdo Çeqelî )/79/ sal , ji gundê Kenî Gewrikê – navça Cindirêsê ye.Li 5.11.2019an , di nexweşxanak Turkiyê de , ji ber birînên ku  lê çê bûne , jiyana xwe umir da hazira . Hêjaye  em bi bîr wînin , ku li 2.11.2019an , milîsek çekdar bi ser mala wî ya gund de – ji bo dizînê – çû , û li wî da û işkence kir .

80- Keça mêrnekirî , Nercis Dawod /23/ sal, ji gundê Kîmarê , li 17.11.2019 an , li nêzîk gundê Gemrûkê , û di mercên ne bêlikirî de ; Termê wê li rex termê hevalê wê Elî Elşaxorî- ji xelkê Şamê – dîtin. Ji bo agahdariyê , kecik bi malbata xwe re , li bajarê Efrînê dijiya.

81- Şewket Hesen yê temenmezin , ji gundê Bîbeka – Bilbilê , li 22.11.2019an , li nêzîk ciyayê Qota , di navêna gundên Şerqiya û Bîbeka de – piştî şeş rojan ji wendabûnê ji malê – , termê wî  hate dîndin , bêyî ku sedema mirinê were zanîn . Tiştê xuya ew e,ku herdu gund di bin serdestiya milîsên “Sultan Mûrad” de ne , û   ciyê ku lê term dîtine , nêzîk rêbendeke çekdar bû.

82- Husên Ebdelah Gul Dehdo yê temenmezin /74/ sal.

83- Elî Mehmûd Osman /54/sal.

84- Zarok , Mihemed Mihemed Elî  /11/sal.

85- Zarok , Mustefa Mohemed Mecîd /10/ sal.

86- Zarokê /7/ salî, Mihemed Mihemed Omer.

87- Zarokê /6/ salî , Arif Cefer Mohemed.

88- Zarokê /9/ salî, Îmad Ehmed Kêfo.

89- Zarokê /3/ salî , Ebdo Ebid Elfetah Elîko.

90- Zarokê /12/salî , Semîr Ebid Elrehman Heso.

91- Zarokê /15/salî , Mohemed Ebid Elrehman Heso.

Ew her deh ji xelkê Efrînê ne , li 2.12.2019an , di komkujiyeke artêşa Turkiyê û nandozên wê de – li Tilrifetê , nêzîk goristana garacê  , ya ku li Rojhilatê xeta tirênê dikeve –  şehîd ketin.

92- Bêrem Mohemed Bîlal ji xelkê gundê Penêreka – Reco , li 10.12.2019an , li Turkiyê , li bajarê Qirixanê , di malekê de – piştî sê rojana ji mirina wî – termê wî dîtin.Wî ceza xwe ya mayî di hepsa malî de diqedand.

93- Ciwanê /21/ salî , Mihemed Bekir Mihemed (bapîrê wî Husên Bekir bû) ji gundê Dumiliya – Reco , li 12.12.2019an , bi qurşînê di serî de , ji aliyê Heyit tehrîr elşam ve (Nesra berê) , li Idlibê hate tunekirin (îdamkirin).

94- Mehmûd Sîdo kurê Mihemed (Mehmûd Xoce) yê /70/salî , ji gundê Goliya jêrin – Reco , li 23.11.2019an – piştî serbestberdana wî bi du rojan – , bi sedeama işkencê û qehra ku li ser destê milîsa “Firqit Elhemzê” bi seknexwînê mir.

95- Mohemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd ji gundê Etmana – Reco 1961z , li 4.11.2019an , li dema ku ji navenda turkî ya kirîna zeytê ya guvêşgeha Rifetiyê – Cindirêsê vedigeriya mal  ; Li geliyê Tîra , li nêzîk  gundê Berbenê – Reco ,  (ya ku ,di bin destê milîsên “Ehrar Elşerqiyê ” û “Firqit Elhemzat ” de ye) hate revandin. Û di 1.2.2020an de , xwediyên wî ji aliyê milîsan ve , hatin agahdarkirin , ku termê wî li nêzîk gundê Husê hatiye dîtin.

96- Elî Şeban Minle /63/ sal , ji gundê Aqûbê – Şêrewa (yê ku di bin destê artêşa Sûriyê de ye), li berbanga 3.2.2020an, û bi  gulebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê  ya bi ser gund de şehîd bû. Û di encam de , ziyanên şênberî jî gihîştin malan.

97- Henan Ebdo /15/ sal.

98- Kurê Henên yê yekane, Ebid Elrehman Henan Ebdo /13/ sal.

99- Cangîn Muhemed Ebdo /32/ sal.

Ew hersê ji gundê Husê (Mîrkan) – navça Mabeta ne, ew li 10.2.2020an , li navenda bajarê Efrînê – kolana Reco , li pêş firoşxana “Fetayêr Mîlano” ,di encama teqîna sîtêra mazotê de , şehîd ketin. Li rex wê jî qurbaniyên kuştî  û birîndar ji sivîlên , ku bi anindindane jî hebûn.

100- Emone Mensor Umer ya /40/ salî , ji gundê Kalûtê – Şêrewa  , – ya ku di bin serdestiya artêşa Sûriyê de ye – li şeva 24.2.2020an , di encama bombebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê de , pakrewan bû.

101- Hesen Hac Ezet Mihemed /55/ sal , ji gundê Birîmce – Mabeta.

102- Hevjîna Hesen, Fatîme Ehmed Elî /46/ sal , ji bajaroka Bedîna.

103- Zaroka wan, Sirûşt Hesen Mihemed yê /12/ salî.

Hersê li gundê Aqûbê – Şêrewa (ya ku di bin serdestiya artêşa sûrî de ye) , li şeva 25.2.2020 an – bi encama bombebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê ve – di bin bermayên malê de şehîd ketin.

Tewnên ku, di dermafê sivîlan de , têne kirin , ji aliyên ku pêgiriya xwe bi perensîpên mafên mirovan radighînin ; Pirotestokirin, şermezarî , vekirina lêkolînên serbixwe û aşkere , berbicavkirina kesên ku, di ber de berpirsiyar û yên cîbecîker , cezakirina wan û dandina berdêleke şênberî û razberî ji mervên qurbaniyan re , gereke û tê xwestin. Weke ku diyar e , destlatên dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst ên pêve girêdayî , piraniya tewan û binpêkirinan , li dijî nediyarbûnê tomar dikin , an jî gavine di ser re davêjin ; Da ku, tewanker ji sezayan biflitin , û xelkê bi tirsandin bidin , da ku bi zorane koçber bibin. Lê , Hikometa Anqerê , di ber kiriyarên ku li herêmê û  dermafê xelkê wê de têne kirin , berpirsiyar dimîne. Ji ber ku , ew dewleteke dagîrkera leşkeriye û xwediyê destlateke rasteqîn e , û gavên zagonî û asayî bi rengekî rast ,  ji bo parastina sivîlan navêje . Bervajî wê , ew hîn li ser kiriyarên artêş û nandozên xwe vedişêre , wan diparêze û bi ser dijîtiya Kurdan – li kû dibin bila bin – ve têve dide û destek dike ; Û bi wê , jirêderketinin mezin ji zagona navdewletî ya mirovahî , belgenama Miletên Yekgirtî û hevpeymanên navdewletî re dike.

Xelkê Efrînê bang li saziyên Miletên Yekgirtî , Encûmana asayî ya navdewletî  , hêzên diwelî yên di Sûriyê de çalak , rêxistinên mafane û medenî , û alavên ragihandinê yên curbecur dike ; Da ku , bi rola xwe rabin û rêgirikê ji vê binpêkirin û tewanan re dînin , û bi koçberên , ku bi zorê koçberbûne re alîkar bin , da ku , bi şêwakî asayî vegerin cîwarên xwe , û mal û milkên xwe bi dest bixînin. Herweha bi berpirsiyarî kar bikin , daku , dagîrkirina Turkiyê bi dawî bikin , û milîsên teror tune bikin , ji bo Efrîn vegere serweriya Suriyê û rêvebirina xelkê wê yên resen .

18.03.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

Lîstak bi wêneyên /103/ qurbaniyên şehîd û bêgunehên sivîl ji xelkê herêma Efrînê , di siya dagîrkirina Turkiyê de (18.3.2018an.z- 17.3.2020an.z) – çar lîste ne.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

 

Related Articles

Back to top button