Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (309): Pakrewanbûna sivîlekî û mirina yekî din ji kerba/qehra re, vêrgî û zordariya “Ebo Emşe”, girtinine bêsûcane, erêkirineke ewlehî ji her şahiyekê re, dizîna kevneşopên Gola “Meydankê”, geregoşî û dizîna du stasyonên avê

Li hefteyên dawiyê ji werza zeytûna, Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” zext û fişarên xwe li ser xelkê Efrînê zêde dikin, û gefan li wan dikin da ku di dandina vêrgiyan de bilezînin; Keya û giropên gerok ên çekdar dilivînin, hin hemwelatiyan vedixwînin, kêmrûmet dikin, û li wan dixin, yan jî berhemên wan ên zêtê bend dikin, û bi qutkirina darên zeytûnê gef dikin, ji ber wê jî hin neçar dibin bi dizî û zorane birevin, û hin heyîn û mayînên xwe (zêr, makîne, tiraktor…) bifiroşin, da ku kanibin vêrgiyan bidin, û hin jî ji qehra re, ji nişke ve bi seknexwînê dikevin!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna sivîlekî:

Li 19.11.2024an. Z, Hemwelatî “Heysem Ebid El’rehman Îse /42/sal” ji xelkê Gundê “Aqûbê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn/Gundewarê Efrînê yê Başûr Rojhilat (a di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, û li ser xêza hevgîhanê bi hêzên Dagîrkeriya Turkiyê re), li Nexweşxana “Afrînê/Avrînê” li Gundê “Fafînê”/Bakurê Bajarê Heleb şehîd ket, ji ber birîna kûr û xedar ku pêre çêbûye, di encama topebarandina gundê wî de, li nîvroya wê rojê, ji aliyê Artêşa Turkî û milîseyên wê yên Sûriyê ve, yê ku ziyanin şênberî mezin jî daye.

= Mirina sivîlekî û pûçbûna yekî din:

Di encama fişarên ku Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah” û serkêşê wan “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” li ser Hemwelatî “Ekrem Mehmûd Nabo/Ebo Sufiyan /69/sal” ji xelkê Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê pêk anîne de, bi mebesta wergirtina /18/hezar Dolar Emrîkî -vêrgiya werza zeytûna ya li ser ferzkirî- bi xwînseknê ket û tenduristiya wî bi şûn ve çû, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate şandin, ta ku li 12.11.2024an. Z ji qehra re mir.

Lê Hemwelatî “Mehmûd Mihemed Xoce /70/sal” ji xelkê heman gundî (yê ku ji du heyvan ve ji Heleb çûye gund, bi mebesta berefkirina zeytûna ji zeviyê xwe yê biçûk, û ew belengaz e jî), lê “El’emşat” daxwaza vêrgiya /2500/Dolar jê kirin, û ji kerba re xwîn di mejî de cimidî, û di encama wê de nîvî govde pûç bû.

= Werza zeytûna:

– Vêrgiyên “Ebo Emşe”:

  • Li Gundê “Çeqela” – Navça Şiyê, piştî ku “El’emşat” vêrgiya/20/hezar Dolar Emrîkî li ser berhema zeviyên zeytûna yên wî û birayên wî yên ne li wir ferz kir, Hemwelatî “Mehmûd Se’îd Xelkinkê” neçar bû tevî hevjîna xwe bireve “Heleb”, ji tirsa sezakirinê, ji ber ku vêrgî ji werza berefkiriye zêdetir e, û di ser kanîna wî ya dandinê re ye.
  • Li Gundê “Qermîtliq” – N. Şiyê, li vê dawiyê “El’emşat” rabû li ser malên hemwelatiyên ku nikanin bi hezaran Dolarên Emrîkî (vêrgiyên werza zeytûna yên li ser wan ferzkirî) bidin ( jê: “Henîf Bekir Ukaş /64/sal – vêrgiya wî /16/hezar Dolar e, Yelmaz Hesen Ebo /35/sal – /12/hezar Dolar, Fexrî Rif’et Şêxo /65/sal – /30/hezar Dolar, Welîd Hisên Bîlal /45/sal – /10/hezar Dolar”) geriyan, bi şêwakî hovane gef li wan kirin, û hinek ji wan kêmrûmet kirin û mekin li wan xistin (jê: Cemîl Şerîf Bîlal /45/sal, Ṣiyar Welîd Bîlal /21/sal), û ji bo dandinê rojin hindik da hemiyan.
  • Li Bajaroka Mabeta, ji bilî baceyên li ser werza zeytûna ferzkirî ji aliyê “El’emşat” ve (5% ji tevahiya berhemdana zêtê zeytûna, /6/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê -rewşa wê çawa dibe bila be- yên hemwelatiyên ne li wir, û /0.5/Dolar jî li ser her dareke hemwelatiyên li wir, rewşa wê çawa dibe bila be), wê rabû vêrgiya payandinê (tenekek zêt /16/KG sade) ji her malbateke xwedî zeytûn wergirt, yanê komelgeya wergirtinê /450/teneke zêt, û ji Roja Pêncşemê ve 21.11.2024. Z, giropeke çekdar e gerok ji “Nivîsgeha Ewlehiyê ya El’emşat” radibe li ser malên Kurd digere û vêrgiyeke nû /0.5/Dolarî li ser her dareke zeytûnê -ye kê dibe bila be- dixwaze, û herweha jî bi dehan hemwelatiyên ji dandina vêrgiyên li ser wan ferzkirî dereng mane vexwendin biryargeha xwe û gef li wan dan.

Li Gundê “Qude” – Navça Reco, “Mus’eb Zêdan”  berpirsiyarê Milîseyên “Firqit El’hemze” ji xwe re tenekek zêtê zeytûna (16 KG sade) li ser her malbateke Kurd e li wir ferz kir, di bin gefa qutkirina daran de, yanê komelge dora/100/teneke zêt ji hemî malbatan; Ji bilî yên ku ji Firqê re dane ferzkirin (vêrgiya payandinê /150-250/Dolarî li ser her zeviyeke zeytûnê, 7% ji berhemdana zeviyên hemwelatiyên li wir, 40% ji berhemdana yên ne li wir, 60% ji berhemdana jinebiyên ku zaroyên wan li derve),  û herweha jî destdanîna li ser dora/25/hezar darî zeytûnê ji malmewdanên welatiyên zorane koçberbûyî ji sala 2018an. Z ve.

Li Gundên “Meydana” – Navça Reco, “Selîl El’xalidî” berpirsiyarê Milîseyên “Feyleq El’şam” rabû berhema dora /140/darî zeytûnê yên koçberê zorane “Remzî Şêxmûs” çinî û dizî, bê ku guh bide lêçûnên xizmetguzariya çandiniyê a du salan, û nejî ked û cefa yê ku bi rêve dibir, mîna ku yekser dest danîbe ser.

Li Gundê “Umer Simo” – Navça Şera, li destpêka vê heyvê, Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’nuxbe” rabûn dora /600/çiwal zeytûn (heryek dora 90 KG) beref kirin û dizîn, yanê tevaya berhema /1500/darî zeytûnê yên van hemwelatiyan: “Meryem Welo keça Menên, Zeyneb Umer Sîmo, Oriya Umer Sîmo, Fewzî Henan Umer, Mistefa Henan Umer, Mihemed Mihemed Gedro, Mistefa Mihemed Horo, Nadêr Ezîz, Ebdo Xelîl Isma’îl, Hesen Cemîl, Kamîran Horo, Mihemed Horo, Ehmed Gedro, Hemze Qenber/Hemzek Zêtûnak, Faroq Xelîl Welo”; Û ew ji sala 2018an. Z ve dest dîdine ser dora /25/hezar darî yên dora /45/ malbatan, jê: “Şêx Osman Umer Sîmo, Mistefa Umer Sîmo, Mistefa Reşîd, Yaqûb/Aqûb Reşîd, Xelîl Reşîd, Mihemed Reşîd, Nûrî Reşîd, Ibrahîm Arêf, Mihemed Horo, Ebid El’hemîd Horo, Selah Gedro, Mistefa Gedro, Ehmed Umer Sîmo, Idrîs Umer Sîmo, Horîk Umer Sîmo, Mecîd Umer Sîmo”.

Weha jî li ser malmewdanên ên ne li wir (rêdank/wekalet) vêrgiya 50% ji berhemdanê, û weha jî /2-5/teneke zêtê zeytûna li ser her malbateke li wir dide ferzkirin.

= Girtinine bêsûcane:

Ji berî dora heyvekê, Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Reco” Hemwelatî “Mihemed Arêf Berî /60/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” girt, bi behaneya ku wî li ba Rêvebiriya Xweser a berê (RX) di karên avahiyê de kar kiriye, paşê ew bir navenda Efrînê, û ta niha bê sûcane di Hepsa “Maratê” ya navendî de girtî ye.

Li 21.11.2024an. Z, rêbenda Milîseya “Asayêşa Leşkerî” li Gundê “Turindê” – Başûrê Bajarê Efrînê, Hemwelatî “Misto Hisên /25/sal” ji xelkê Bajaroka “Basûtê” û “Beşar Zihnî Qesab /23/sal” ji xelkê Gundê “Kibêşînê” yê li Bajarê Efrînê rûniştî, û yên halxweş, bi tuhmeteke/tewanbariyeke çêkirî girtin.

= Erêkirineke ewlehî ji her şahiyekê re:

Bi ser ku berê Xelkê Efrînê ji bo vejînkirina boneyên xwe yên civakî yên komelîn, pêşinde derin daxwazên wergirtina erêkirinê pêşkêşî nivîsgehên ewlekariyê yên milîseyan dikin, û boneyên wan jî bi rengekî şaristanî û bi’ewle û sazûmankirî bi rêve diçin û derbas dibin, lê Istîxbaratên Turkiyê li Navça Reco, keyayên gundên navçê li vê dawiyê bi wergirtina erêkirina xwe jî agahdar kirin, bi riya keyayê/mixtarê keyan û endamê encûmena xwecihî “Hesen Me’imo Xelîl” ji Gundê “Berbenê” û bi destlatên dagîrker re hevkar, û yê ku perçedengek bi riya Wats Apê şandiye, tê de daxwaza lêvegera Istîxbaratan li avahiya rêvebiriya asayêşê dike, ji bo girêdana/lidarxistina çi boneyê (dewat, şahiya destgirtiyê, boneyeke komelîn…) be.

Lê ev pêngava ji anîndeyên li herêmê rûniştine nayê xwestin, ên ku qurşînan bi rengekî pir di dewatên xwe de davêjin, û piraniya dewatên wan jî bê kêşe derbas nabin.

= Lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan:

Ji jêdereke xwecihî wêne û vîdiyon ji me re hatin, tê de piroseyên kolandinê li kenarê Rojava ji Gola Benda Meydankê têne diyarkirin, li beramberî govdeyê bendê, ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan, piştî vekişîna avê ji cîgehê bi sedema daketina asta avê ta radeya ku tu carî weke îsal nebûye; Û jêderê tekez kir ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ên ku “Fehîm Îse” serkêşiya wan dike, bi şev bi acetên giran dikolin, û bermayên kolanê ji ax û zinaran bi hundir golê de têve didin, û bi ro jî xwe vedişêrin; Bê zanîn jî ku cih ji destlatên Dagîrkeriya Turkiyê yên têvel ve açiq e, lê dîsa jî ew ji bo qedexekirina kolandinê tiştekî ji cih nalivînin.

= Du stasyonên hatine dizîn:

Li 11.11.2024an. Z, “Encûmena Xwecihî li Efrînê” dawîkirina pirojeya (ji nû ve çaksazkirina û amedekirina herdu stasyonên ava vexwarinê “El’rehmaniyê 1” û “El’rehmaniyê 2” bi piştgiriya Komela “Buhar”) ragîhand, a yekem li çateriya Gundê “Şeytana/El’rehmaniyê” li ser riya “Diromiyê” – Navça Mabeta ye, û ya diwem jî li hundir gund e; Û encûmenê got: ku “Herdu stasyon piştî qutkirina bêtirî deh salan ji nû ve hatin hazirkirin”, lê Komelê jî weha got: “herdu stasyon bêtirî 7 salan ji kar hatin rawestandin”. Lê ya rast, ew e ku herdu stasyon di dema (RX) a berê de û ta çarêka yekem ji sala 2018an. Z amede bûn û kar dikirin, heya ku çekdarên milîseyan hemî amûr, tirumpe, giropên zayenda elektirîkê, guheztokên elektirîkê ji toreyê û heya derî û pencerên hesinî dizîn, piştî dagîrkirina herêmê; Bi bîr were jî ku herdu stasyon di çarçoveya Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” de ne.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 13.11.2024an. Z, li Gundê “Şêxûtka” – Navça Reco, pevçûnek di navbera anîndeyin pismam de – ji Gundewarê “Hemê” derket, bi sedema nelihevkirin û gizgiziyeke kevin di nav herdu aliyan de, û çek tê de bi kar hatin, û di encamê de yek bi navê “Îmad Metrob Diyab /24/sal” hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Ev giş/tev! Û dîsa jî Rikbera Sûriyê (vexandeyê “şoreş û olê”, û ya ku “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî kiriye stiran) ker û lal e, bêwijdan û bêviyan e, û ji bo danîna rêgirekê ji kiryarên milîseyên xwe yên qirêj re bêbiryar e.

23.11.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Pakrewan “Heysem Ebid El’rehman Îse”.

Dilovanber “Ekrem Mehmûd Nabo”.

“Mehmûd Mihemed Xoce” yê nîvpûçî.

“Mus’eb Zêdan” berpirsiyarê Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemze” li Gundê “Qude”/Navça Reco.

Navenda/biryargeha Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’nuxbe” li Gundê “Omer Simo” – Navça Şera.

Kolanên Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mûrad” li kenarê Rojava ya Gola Benda Meydankê.

Stasyona ava “Şeytana/El’rehmaniyê 1” li Tebaxa 2024an. Z ya vala, û tewawkirina çaksazkirina wê li 11.11.2024an.Z.

—————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-309-23-11-2024-PDF

Related Articles

Back to top button