Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (193): Gundê “Maseka” – guhertineke demografî, girtinine bêsûcane, pevçûnên milîseyan û birîndarbûna temenmezinekî, qutkirina dar û daristanina

Beşdarbûna leşkerî û rêvebirinî ya Turkî û desteserkirina Hikometa Anqerê ya rastîn li ser Herêma Efrînê tewaw û aşkere ye; Li rex hebûna Artêş û Istîxbaratên Turkiyê bi awakî pir û çalak, berpirsiyarên Turkan hemî warên rêvebiriyê, hînkirin, ol, abor, çandin, karguzariyan û yên din bi rêve dibin, wek nimûne: Li vê dawiyê Rûpela “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/Zanîngeha Xazî Entab” nûçeyek li ser seredana “Orhan Ak Turk” ji kolîcê re belav kir û ew bi “Waliyê Efrînê” da nasîn, û jixwe ew di bingeh de cîgirê waliyê “Hetayê” ye – Turkiyê (ya ku herêm pê ve hatiye girêdan); Û bi ser wê giştî de, Turkiyê li gor pîvanên navdewletî dagîrkirina xwe ji herêmê re mukûr nake, û ji berpirsiyariyên xwe yên siyasî û zagonî di dermafê wê de direve û dide yal.

Ev jî hin ji binpêkirin û tewanên têvel in:

= G. “Maseka”:

Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /2/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /170/ malî pêkhatî ye, dora/1100/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, hemî di dema dijberiyê de jê penaber bûn, jê /68malbat= 225nişte/ vegerîn û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /102malbat=650nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

Bi topebaranê mala Dilovanber “Hisên Mûse Yûsêf” bi giştî hate hilweşandin, û bombê (xezan) ava vexwarinê ya serekîn jî hate roxandin.

Milîseyên “Tîpa (tîma) nehan – Elfirqe Eltasî’e” gund desteser dikin, mala “Nezmî Arêf Qere” ji xwe re kirine mîvanxane, û hemî tiştmiştên hundir malên gund dizîn, ji bilî çar malan bi piçekî yên ku xwediyên wan zû vegerîne, mîna: Kelûpelan, xarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û tiştine din, û herweha dizîna tirektoreke çandiniyê ye “Pakrewan Ehmed Qoşo Qere (Birûsk)”, du giropên zeyendkirina elektirîkê (ampêrat) yê “Kerîm Qoşo”, du giropên zayendkirina elektirîkê yên biçûk, û guheztok, kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî.

Û 25% vêrgî li ser berhema werzên (mûsim) hemwelatiyên ne li gund (ên ji ber xwe ve merivin danîne, da ku malmewalên wan bi rêve bibin) ferz kirin, û hin din têvel jî li ser werzên ên li gund mane; Û ji bo êzingkirinê, bisedan darên zeytûnê û daristanên îhracê yên li dor gund bi piçekî qut kirin, û bi ser de jî hin caran agir berdanê.

“Şewatek di daristaneke li dor G.”Maseka”de.”

Weha jî wan cîgeha goristana gund “Barcoq” -ê ku weke cîgeheke dîrokî ye niştekirî û kavilbûyî tê jimartin- û hin gor jî, ji bo lêgerîn û dizîna kevneşop û kinzên binerd kolan û tevdan.

Lê Pira “Heşargê – Heredere” ya riya Tirêna Rojhilat a Lezok – Elşerq Elserîh a ku dirêjahiya wê dighêje /450/metroyî, nêzîk gund û li sala 1912an Z hatiye avakirin, û li herêmê mîna nîşanwarekê, bendek û serîfa wê yên darî li ser destê milîseyan rastî dizînê hatin, û tenê weha rût ma; Ew tev jî di çarçewa roxandina rêbazkirî ji riya tirênê û binevahiyên din ên Sûrî li herêmê pêk tê.

“Pira “Heşargê – Heredere” berî dagîrkirin û dizînê.”

Herweha jî hemwelatiyên mane rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna: Kuştin, revandin û girtinên bêsûc, îşkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin kiryarên din; Bidehan ji wan hatin girtin, têvelwext hatin zîndankirin an zorane hatin veşartin, û vêrgî û baceyên diravî jî dan; Bi taybetî Hemwelatî “Zekî Elî Sebrî Xeçûno” yê ciwan, li 11.2.2021an Z, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê hate girtin û ta niha di Hepsa “Maratê” de ye – Efrîn, lê Hemwelatî “Mes’ûd Yûsêf Yûsêf/42/sal” ji Avdara 2018an Z ve hate girtin, di Hepsa”Çobanbegê – Elra’î” de zorane hate veşartin, di encama îşkenecekirin û mercên sert de mir, û li 19.5.2021an Z Saziya Malbatên Şehîdan li ba R.X – Şehba’i û merivên wî nûçeya pakrewanbûna wî ragîhandin, û herweha  jî Hemwelatî “Nezmî Reşîd Ukaş/65/sal”, li Roja Pêncşemê piştî Nîvro 25.5.2021an Z, bi dilseknê jiyana xwe ji dest da, piştî ku rastî devavêtin û pevçûnekê bi deh nişteciyên ku li gund hatine niştecîkirin re hat, ji ber nerazîbûna wî li ser berdana pezê yekî ji wan di nav enkûra mala wî de.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Ji bîst rojan ve, Hemwelatî “Îbrahîm Îbrahîm Îdo Birîmo/26/sal” ji xelkê Gundê “Îska” – Şêrewa, ji mala wî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta Têkeliyê bi R.X a berê re.

Li 27.3.2022an Z, ji nû ve girtina Hemwelatî “Şukrî Îbrahîm Kemal/37/sal” ji xelkê Gundê “Xalta” – Şêrewa, ji mala wî li B.Cindirêsê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, piştî berdana wî bi sê rojan; Ew cara berê li 14.3.2022an Z hatibû girtin.

Ji deh rojan ve, Hemwelatî “Luqman Mihemed Birîm Hesen/47/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda” – N.Reco, ji aliyê rêbenda çekdar ve li Derbasgeha Bajarê Ezazê ya Rojava, li dema ku berê wî lê ji bo tirektora xwe çaksaz bike, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

Ji bêtirî deh rojan ve, herdu bira “Hisên/62/sal û Hesen/55/sal kurên Yûsêf Qere” ji xelkê Gundê “Memala” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî” ve, bi behaneya ku wan di oxirkirina hin şehîdên merivên xwe de, li dema şerê ser herêmê, li çarêka yekê ji sala 2018an Z  pişikdarî kirine, û herweha “Sebrî Yûsêf Çolaq/70/sal” ji heman gundî û “Hesen Mihemed Elawî/45/sal” ji xelkê G.”Maseka” yê hevcîwar, ji aliyê heman alî ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; û ta niha herçar zorane bendkirî ne.

Li 2.4.2022an Z, Hemwelatî “Elî Mûrad Ebdo/52/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê Îstîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Rêzaniyê – siyasiyê” li Efrînê ve -piştî ku bi şev êriş malê kirin- bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha vêsûc bendkirî ye.

Li Şeva 8.4.2022an Z, ev hemwelatî: “Mihemed Nûrî Reşo/37/sal – cara sisiyê, Henan Elûş Şêxo/32/sal – cara pêncê, Xelîl Ehmed Şêx Îse/33/sal – cara çarê” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve û  hevkariya “Lîwa’i Semerqend”, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

= Tevlihevî û serberdayetî:

Li Şeva Yekşemê 3.4.2022an Z, di nav çekdarine ji Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê û Ehrar Elşerqiyê” de, li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê pevçûnin çêbûn û qurşîn hatin avêtin, û di encamê de yek birîndar bû.

Li Şeva Sêşemê 5.4.2022an Z – berî Fitara, di nav du giropên Milîsyên “Feyleq Elşam” de, li nav Bajaroka “Meydankê” – N.Şera pevçûnin mekin çêbûn, û di encamê de pênc çekdar birîndar ketin û ziyan gihîşte hin malan, bi ser de jî tirs kete nav sivîlan.

Li 6.4.2922an Z, di nav du giropên Milîseyên “Firqit Elhemze û Feyleq Elmecid” de li Bajaroka “Bilbilê”, şer û dogişek çêbû; Û di heman rojê de jî, di nav çekdarin Milîseyên “Firqit Elmu’itesêm” û hin mêrên Êla “Elbobena” de – B.Efrînê, şerek çêbû û qurşîn hatin avêtin, ji ber ku endamên “Elmu’itsêm” dênên xwediyê dîkanê yê Bobenî nadinê.

Li Şeva 7.4.2022an Z, di navêna du giropên Milîseyên “Firqit Elhemzat û Feyleq Elşam” de li B.Bilbilê pevçûnin mekin derketin, û di encamê de, jin û mêrek temenmezin  bi navê “Bêrem Me’imo (Kibê)/80/sal” ji xelkê bajarokê(yê ku ta niha di nexweşxaneyeke Efrînê de tê dermankirin) birîndar bûn.

 

“Temenmezinê birîndar “Birîm Me’imo (Kibê)”.”

= Qutkirina dar û daristanina:

Piştî vegera li wêneyine ku li(Avrêla 2018an Z destpêka dagîrkirinê û berî avakirina bargeha leşkerî ji Artêşa Turkiyê re, Reşmeha 2021an Z piştî avakirina bargehê) ji aliyê Gogêl Êrs ve, ji cîgeheke Rojhilatê Gundê “Dêrwîş” re (yê ku ji tevaya xelkê wê koçberbûyî) – N.Reco hatine kişandin, tê xuyakirin ku çiqas ziyan gihîştiye wan, mîna: Hilkirina darên zeytûnê û jiholêrakirina darine îhracê bi rûberiyêke dora/6.5/hîktarî ji bo bargehê, bi ser de jî ziyanên ku gihîştine zeviyên zeytûnan ên derdorê bi sedema qedexekirinê yan kêmbûna xizmetguzariyê yan jî tunebûna xwediyan, û herweha jî ziyanên ku gihîştine daristanên derdora gund, ji ber qutkirina bêwijdan li ser destê milîseyan, û di encama vekirina riyan ji herdu aliyên Rojava û Rojhilat ve.

“Wêneyine cîgeha Bargeha Leşkerî ya Turkiyê, li Rojhilatê Gundê “Dêrwîş” – N.Reco, berî û piştî avakirinê.”

Kiryarên qirêj ên ku Milîseyên Hemahengiya Sûrî – Istanbûl ên nandoz li ba Hikometa Dad û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê) – Anqerê, di pêvajoya siyasetên Turkiyê yên dijayetî û rêbazkirî li dijî Kurdan bi giştî û rola wê ya bi gûman di Sûriyê de pêk tên, û li dawiya dawî ew di ber de berpirsiyar e.

10.04.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

– Topebarankirina G.”Maseka” – N.Reco, di dema dijberiya li ser Herêmê de, Reşmeha 2018an Z.

– Pakrewan “Mes’ûd Yûsêf Yûsêf”.

– Kuştiyê vêguneh “Nezmî Reşîd Ukaş”.

– Şewatek di daristaneke li dor G.”Maseka”de.

– Pira “Heşargê – Heredere” berî dagîrkirin û dizînê.

– Temenmezinê birîndar “Birîm Me’imo (Kibê)”.

– Wêneyine cîgeha Bargeha Leşkerî ya Turkiyê, li Rojhilatê Gundê “Dêrwîş” – N.Reco, berî û piştî avakirinê.

——————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-193-10-04-2022 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button