DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (321): Dijatî li ser sivîlan, roxandina gorên simbolên Kurdî, revandin û girtin, dizînin fere

Di navbera rojên borî de, çend vîdiyo li ser alavên hevgîhanên civakî hatin belavkirin, têde asta talan û dizîn û xerakirina ku malên Kurdên zorane koçberkirî diyar dibe, ji aliyê çekdar û anîndeyên ku ji sala 2018an. Z desteser kirine ve, bê hesab û çavdêrîkirin, piştî derketina wan ji Herêma Efrînê bo herêmên xwe yên resen. Tiştên dizînê û derî û pencerên vekirî bi makînên baran û li pêş çavên rêbendên leşkerî û ewlehiyê têne guhestin, li rex jî vêrgî li ser pirekan beramberî radestkirina mal û mewdanên wan -bi behaneyên têvel- têne ferzkirin, di siya hebûna bermayên milîseyan û Istîxbaratên Turkî yên -Xwedê giravî- wan diparêze de!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Li Gundê “Keferzîtê”:

Yê ku li Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê dikeve, xelk naçar dibe ku bi ro û şev malmewdanên xwe bipê, ji ber pirbûna dizînan ji aliyê anîndeyên çekdar û sivîlan ve, piranî jî endamên “Êla El’mewalî” ne, û ta hin cara digihê asta pevçûnan bi dizan re:

Li şeva 04.04.2025an. Z, çekdarina hewildana dizîna betariya makînakê û miyina ji mala Hemwelatî “Îmad Berekat kurê Ehmed /45/sal” kir, û dema wî hewildana qedexekirina wan kir, wan lêxist û bi qundaqê kilaşinkovê li seriyê wî dan û reviyan, û di encamê de ji hiş ket û serî birîn bû, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate rêkirin.

Û li 10.04.2025an. Z jî, piştî ku kurê Hemwelatî “Mistefa Derwîş kurê Derwîş /50/sal” nehîşt zaroyên malbateke ji anîndeyan bazîliya/lopikan ji zeviyeke xwe li nêzîk gund beref bikin, mêrên malbatê şerê xwe di xort dan, lê wî xwe ji ber çavan da yal, wan jî bi tewşankî fîşek avêtin Mala “Derwîş”, û çend qurşîn jî di hewşa malê de li tirektora wan a çandiniyê ketin.

= Li Bajaroka “Meydan Ekbezê”:

Ya girêdayî Navça Reco, li 04.04.2025an. Z, giropeke çekdar e girêdayî “Selîl El’xalidî – serkêşekî Milîseyên Feyleq El’şam” di makînak cîp de rê li Hemwelatî “Wehîd Reşîd Îsma’îl /35/sal – xelkê bajarokê” qutkir, li dema gihîştina wî bi matoreke duloqî bo derbasgeha bajarokê, û ew revand cihekî hevcîwar li rex “Çemê Reş”, piştî çek kişandinê û gef bi kuştinê dayê, û paşê jî mekin lêxist, û tev jî bi tewanbariyeke çêkirî (dizîna sê hezar fîşek, du kilaşinkov, deh teneke zêtê zeytûna -her yek 16 KG sade-, şaşak wêneguhêz/tilfizyon û makînak hûrkirinê ji maleke desteserkirî ji aliyê wan ve).

Û “Wehîd” bi riya perçevîdyoke belavkirî diyar kir, ku wê giropê silef kurê wî yê zarok ê vê re şande bajarokê, matora wî xera kir, paşê jî ew revand, û piştî lêdanê ew vegerand heman ciyî û li wir berda.

= Li Gundê “Kurzêlê”:

Li 06.04.2025an. Z, dema ku herdu biran “Egîd û Elî Mihemed Hemo/Malbata Elgulê – ji xelkê gund” nerazîbûna xwe li ser derbasbûna “Ebo Feysel” bi makîna xwe di nav zeviyeke wan e çandî re û sersebebkirina ziyanina -li nêzîk Gundê “Endarê” yê hevcîwar- dan diyarkirin, wî û yên pê re rabûn bi çoyan li herdu biran xistin, û di encamê de serê “Elî” bi hin ciya birîndar bû, ji ber wê jî ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyeke Efrînê, û piştî pêşkêşkirina giliyekê li ba Ewlekariya Giştî dijker hatin girtin.

= Gorgeha “Pakrewan Kemal Henan”:

Li êvara 10.04.2025an. Z, çekdarina sênca hesinî ya gora Pakrewan “Kemal Henan” li goristana Gundê “Tilifê” – Başûr Rojavayê Bajarê Efrînê dizîn, a ku berê jî li Avdara 2018an. Z, piştî ketina Milîseyên “Firqit El’hemzat” gund, rastî xerakirineke mebestkirî hat, û tabloya rûxamê ya ku gotineke bi wate ya dilovanber bi kurdî li ser hate şikandin; Were zanîn jî ku ew yek ji bernasên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê yên berz bû, serokê Desteya “Rojnama Newroz” a bi Zimanê Kurdî bû,  yek ji damêzrênerê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê bû, li 31.01.2013an. Z, li nêzîk mala wî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Heleb bi qurşîna sekvanekî şehîd bû, û ji Herêma Efrînê re simbolek bû.

Û herweha jî gora parêzerê barkirî “Şewket Ne’isan – yek ji damêzrênerên yekem partiya siyasî kurdî li Sûriyê li sala 1957an. Z”, li heman goristanê, bi awakî mebestkirî rastî xerakirinê hat, li kêlek xerakirina gorine din jî, li ser destên Endamên “Firqit El’hemzat” a bi ser Turkiyê ve.

= Girtinine bêsûcane:

Hîn Istîxbaratên Turkiyê bi riya Milîseya “Asayêşa Sivîl” di nasnameyên Hemwelatiyên Kurd -bi taybet ên vedigerin- de hûrnêrîniyê dike, lêkolînê bi wan re dike, hinekan  digire, îşkence dike û berdêlan ji xwediyên wan dixwaze, nemaze li herdu Navçên “Reco” û “Mabeta”; Mîna Girtina Hemwelatî “Cîhad Rif’et Hesen /27/sal” ji xelkê Gundê “Kumreşê”, li 06.04.2025an. Z, li Bajaroka “Reco”, yê ku li roja yekê ji Cejna “Rojiyê” 31.03.2025an. Z vegeriye gundê  xwe, bi tuhmeteke çêkirî (pêkanîna xizmetguzariya neçar li ba Rêvebiriya Xweser a berê), û piştî sê rojan û ferzkirina vêrgiyeke diravî ew berda.

Û weha jî Xort “Hebeş Mistefa Heno /26/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco, yê ku bi tenê li Taxa Mehmûdiyê – Bajarê Efrînê rûdinişt, li 26.03.2025an. Z, ji alieyeke nediyar ve rastî piroseyeke revandinê/girtinê hat, û roja yekê ji Cejna Rojiyê 31.03.2025an. Z hate berdan, û diyar bû ku di encama îşkencekirinê de lingê wî hatiye şikestin, govde birîn bûye, û hişê wî lawaz bûye. Û ew ji berî bêtirî salekê ve, ji Turkiyê -ciyê rûniştina malbata wî- zorane hatiye derkirin.

= Dizîn:

Di navboriya heyvên dawiyê de, açiq e ku piroseyên dizînê yên ku endam û serkêşên milîseyên mane pê radibin pir bûne, jê emê van bi bîr wînin:

Li 23.03.2025an. Z, çekdarina makînak Pîkab Honday a Hemwelatí “Yehye Şêx Kêlo” li Gundê “Sêmalka” – Navça Mabeta dizîn.

Li şeva 01.04.2025an. Z, çekdarina heft mî/mih ji mala Hemwelatî “Ebid El’rehman Mihemed Elî /35/sal, bavê çar zaroyan, û xwediyê pêwestiyên taybet” ji Gundê “Goliyê Jêrin – N. Reco” dizîn; Bête zanîn jî ku ew mî jêdera jiyana wî ya serekîn bûn. Û dizan hewil dan ku maleke din jî bidizin, lê nikanîn.

Li şeva Sêşemê 08.04.2025an. Z, li Bajaroka Meydankê, çekdarina mala Temenmezin “Se’idela Îbrahîm Ebid El’rehman” basmîş kirin, û tibabeke diravî, sê xilyewî, tenekak zêtê zeytûna û timiştin din yên malê dizîn û serbinqotî hev kirin, piştî bikaranîna bexaxeke tevzînok bi ser wî û hevjîna wî de, dema ew di xew de.

Li 10.04.2025an. Z, çekdarekî matoreke duloqî ye Hemwelatî “Sîwar Exres” ji xelkê Gundê “Maratê” dizî, dema ku “Sîwêr” ew li pêş dîkanekê li Bajarê Efrînê sekinand, da ku hin pêdiviyê xwe bikire.

Ji bo danîna rêgirekê ji zehmetkêşiyên Xelkê Efrînê, û pêkanîna vegera birûmet ji yên koçber bo herêmên wan re, gerek bi awakî rasteqîn dawî li dagîrkeriya Turkiyê were, hemî endam û serkêşên Milîseyên ku bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” hatine navkirin ji herêmê bêne derkirin, û biryargeh û leşkergehên wan werin girtin, di gel jî hemî anînde bo herêmên wan ên resen bêne vegerandin.

12.04.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Dijatî bi qurşînan li ser Mala “Mistefa Derwîş” li Gundê “Keferzîtê”.

Hemwelatî “Wehîd Reşîd Îsmaîl” ê ku dijatî li ser hatiye kirin.

Hemwelatiyê dijatî li ser çêbûye û birîndar “Elî Mihemed Hemo”.

Gora Pakrewan “Kemal Henan”, berî û piştî xerakirinê û dizîna sêncê wê yê hesinî.

Gora parêzerê koçbarkirî “Şewket Ne’isan”, piştî xerakirinê.

Hemwelatiyê ku dijatî li ser çêbûye “Hebeş Mistefa Heno”.

————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-321-12-04-2025-PDF

Related Articles

Back to top button