Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hevpeyvîn bi xebatkarê Kurd Rustemê Mele Şehmo re

Rustemê Mele Şehmo: “… Ez dibêjim, berî yekîtî û yekrêziyê, pêwistiya me Kurdan bi armanceke pêvayî heye, armanceke ku pêkan be, ne xewin û xeyal be…»

Di nav xebatkarên gelê Kurd ên pêşîn de Rustemê Mele Şehmo, navekî berz û naskirî ye. Wî ne tenê ciwaniya xwe, lêbelê tevahiya temenê xwe ji bo doza gelê xwe terxanidiye, li ser rêya xebatê ya tev rêl û kelem, cefa kişandiye, ji bal dezgehên ewlehiya dewleta Sûriyê ve hatiye binçavkirin, û neçar bûye ku demekê xwe bide alî û xwe veşêre, li gundên Efrînê ew cîwar bûye, lê her wî xebata xwe ya aştiyane şopandiye.

Îro, ew mêvanê Weşana NEWROZê ye.

Bi navê Weşana NEWROZ, em xêrhatina we dikin û dibêjin gelo tê çawa xwe bi xwendevanên wê bidî naskirin?

Li destpêkê, ez spasiya desteya NEWROZê dikim ku serdana min kiriye, û di vê hevpeyvînê de, tişta bê bîra min, ezê bi xwendevanên wê re parve bikim.

Li gundê Kotiya/Devera Cizîrê, 21ê Gulana 1938an ez jidayik bûme. Navê bavê min, Mele Şehmo ye, lê di rastiyê de ew ne malayê ola Islamê bû. Di dema Osmaniyan de, wî li Istenbolê xwendiye û di artêşa Osmanî de bûye serbaz. Ew Kurdekî bîrewer û welatparêz bû. Li bajarê Cerablusê bûye Mudîrê Nahiyê, paşê li Munbicê bûye Wekîl. Wî xwe bi gelek navan daye naskirin. Li Cerablusê ew Ruşdî Beg, li Minbicê Reşîd û li Herêma Cizîrê jî mele Şehmo ye. Mesîhiyên Amûdê, pir ji bavê min hez dikirin, ta radeya ku navê wî hilnedidan, jê re «Yabo» digotin.  Sala 1932an, bavê min û mirovê mesîhî yê bi navê Mîşêl Dom bi hev re şaredariya Qamişlo avakirine.

1-   Destpêkê, di bin bandora kîjan kesayetiyê de hstên teyên netewî geş bûne û kengî tu tevlî rêza tevgera rêzaniya Kurdî bûye?

Piştî bavê min, bandora pêşîn ya gorbihuşt Mele Şêxmûsê Mûsê bû ku ew mirovekî Kurdî dilsoz û xemxurê gelê xwe bû. Tê bîra min, li sala 1949an yekem car wî ez bi xwe re birim mala Seydayê Cegerxwîn. Dema wî ez pê dame nasîn û zanî ku ez Kurê Mele Şehmo me, Cegerxwîn pir şad bû, ez hembêz kirim û bi dilgermî pêşwaziya min kir. Di sala 1949an de ez tevlî Partiya Komonist li Sûriyê û Libnanê bûme.

Li 16ê Avdara sala 1961ê ez tevlî tevgera rêzaniya Kurdî bûme, û li Çiriya Paşîn a sala 1963an yekem Koferensê Partiyê beşdar bûme. Konferens li Taxa Xerbî, mala heval Hesen Şêxo»Bavê Rêzan» hate lidarxisin. Ji ber rewşa ewlehiya pir dijwar, gelek heval beşdar nebûn. Ji beşdaran yên navên wan li bîra mine, ev in: «Xalid Meşayix, Kemalê Ebdî Axa, Reşîd Hemo, Ebdelayê Mele Elî, Ezîzê Dawê…û hin din jî hebûn». Di wê konferensê de, me biryara girêdana Kongir di dema 6 mehan de wergirt.

Piştî Konferens, ez û hevalê bi navê Ibrahîm Mihemed Yûsif ji bal dezgeha ewlehiya dewletê ve hatin girtin. Piştî heftakê ji lêkolîn û aşkenciyên hovane yên giran, ez ji zindanê reviyam û ketim nav malan, hema ez ketim malekê bê ku ez zanibim ew mala kê ye! Pişt re min nas kir ku ew mala mirovekî mesîhî bi navê Binyamîn û karê wî berber bû. Tevî ku wî zanîbû ez bazdayî me jî, camêr û kufleta xwe pir rûmeta min girtin. Piştre, min xwe gihande hevalan û ketim siha aramiyê.

Demekê min xwe li Girkê Xelo veşart, paşê li Maşoqê bûme mêvanê Xeco û Sedoyê Elîyê Unis Axa û li gundê Girdêm, bûme mêvanê Sebrîyê Elî yê Ehmed û li Cimayê jî bûme mêvanê Seydayê Mele Remezanê Berzençî…ji ber vê veşartinê, min gelek cefa kişand, rabû hevalan ez şandime Herêma Efrînê.

2-   Di wêdemê de, di sihafişar û sitema destelatên nijadperest de, ku tenê nivîsandina bi zimanê Kurdî sûc û gunehkariyeke mezin bû, we çawa xebata xwe di nav gel de berdewam dikir, çi astengî li pêş we derdiketin?

Belê… Ji ber sedemên rijêma şoven û karbidestên wê yên zikreş û kêmbûna xwendin û zanînê, pir rêl û kelem li pêşiya xebata me derketine, Perîşanî, belengazî û destengiyê, rê li pêş xebata me teng dikir û neduhişt em armancên xwe bicih bînin. Lê tevî wê jî, gelê me em diparastin, rêz û rûmeta me digirt û bi çavên têkoşeran li me temaşe dikir. Vê yekê, dilê me bi xebatê xweş dikir hêviyên me geş dikir û ji bo berdewamiyê, hêz û hiner dida me.

3-   Rola tevgera rêzanî ya Kurdî li civakê hebû, ango Kurd li tevgera xwe xwedî derdiketin?

Wê demê, Rojnameya Partiyê bi zimanê Kurdî bû. Me ew ji dost û hevalên xwe re dixwend û naveroka wê şirove dikir, bi vê yekê, girêdana wan hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi doza wan re xurt dibû.

4-   Ji kerema xwe, li ser kar û xebata wê demê, tu çi dikarî ji xwendevanan re bibêjî, da ku ew sûdeyê ji ezmûna we bigrin?

Bi rastî, me gelek cefa kişandiye, em westiya ne. Dibe ku me armancê gelê xwe bicih neanîbe, lê li gora derfet û karîna xwe, bê dudilî em xebitîne, bi hêvî ne ku nifşê me yê nû, sûdê ji şaşiyên me bigre, li ser ava bike û pêşve here.

5-   Ji wê qonaxa ebatê, çi bîranînên ku nayên jibîrkirin di hişê te de mane, tu dikarî çi bibêjî?

Dema ku ez li Çiyayê Kurmênc bazdayî bûm, li mala birêz Bilalê Elî bûbûm mêvan ku tenê xaniyekî wanî cuda hebû. Kal û pîrek bûn, hejar û belengaz bûn. Tê bîra min, gelek caran xwarina me nan û dew bû, me hersiyan bi yek kevçiyê darî(Çemçika darî) dew vedixwar, ji ber ku ji wî kevçiyê pê ve di malê de tune bû!. Ta sax bim, ev ji bîra min naçe!

Careke din jî, rojekê li Çiyayê Kurmênc şarwalekî Helebiyan li min e, pora min gijolî û riha min dirêj e, cil û kincên min gemarî ne, li gundê Kotana ez çûme ser bîrê da ku avê vexum. Dema ez nêzîk bûm, keçekê dewla xwe li şûn xwe hişt û reviya çû malê, ji maliyan re gotibû: Mirovekî bodele»dîn» hatiye ser bîrê, ez jê tirsiyam! Derket ku ew keç, xuha hevalekî me bû!

6-   Çi bîranînên te bi xebatkar û serkirdeyên Partiyê yên mîna Dr. Nûredîn Zaza, Apo Osman Sebrî, Hemîd Derewîş, Reşîd Hemo …û yên din re hene?

Tê bîra min, Reşîd Hemo Korsên zimanê Kurdî û zanyariya siyasî dida hevalan. Bi rastî, ew hevalekî zana û bîrewer bû. Herweha min Apo Osman Sebrî jî dîtibû, ew bi mêrxasiya xwe navdar bû û çavên wî nedişkestin. Dr. Nûredîn Zaza, xwediyê hişê mezin û vekirî bû, di siyasetê de realist bû, baweriya wî bi diruşmên mezin nedihat. Di hilbijartinên Parlementoyê de, ez wekîlê wî û Şêx Mihemed Îsa bûm.

7-   Di nerîna we de, gelo sedemên perçebûna tevgera rêzanî ya Kurdî çi bûn? Gelo, Raste ew di warê cudahiya raman û hilwesta siyasî de bûn?

Na…Sedemên Perçebûna tevgerê ne ramanî û ne jî siyasî bûn! Ew di naveroka xwe de, ezîtî û rêxistinî bûn. Bi kurtî ez dikarim bêjim ku diruşmên me, ji imkanên me mestir bûn, ev jî dibû sedema ku em biser nekevin, nakokî di nav me de serî hildin.

8-   Li gora ezmûna we yadirêj, gelo tu rewşa tevgera Siyasî ya Kurdî Li Sûriyê çawa dinirxînî, û sedemên rewşa me ya xirb çine û derman çiye mamoste?

Ez dibêjim, berî yekîtî û yekrêziyê, pêwistiya me Kurdan bi armanceke pêvayî heye, armanceke ku pêkan be, ne xewin û xeyal be. Ango em karibin armancekê piçûk be jî bicih bînin, ji sed saloxanên mezin çêtir e, û pêwiste welatparêziya me, li pêş berjewendî û partiyetiyê be.

9-   Îro ji bo yekrêziya tevgerê xebatek heye, ew xebat jî di çarçewa lihevanîna PYNK û ENKSê de ye…Hin partiyên xwedî rol û dîrok û saziyên civaka sivîl jive xebatê tên bidûrxistin. Ma gelo pêwistiya gelê me bi lihevkirineke giştîtune ye? Tuçidibêjî?

Di nerîna min de, ev pirs bi ya berî xwe ve girêdayî ye. Her ez ne reşbîn im, lê, yekrêzî armanceke pîroz e, gereke tu alî jê neyên dûrkirin, ji ber ku ev kar, ustubarê me hemiyan e, ne yê aliyekî yan du aliyan e, û hemû mafdar in ku beşdariyê di gengeşeya çarenûsa gel û welatê xwe de bikin.

Bi herhawî, hêviya serkeftinê ji vê xebatê re dikim.

10- Li dawiyê, tu dixwazî çi ji gel, tevgera Kurdî û ciwanên Kurd re bibêjî?

Ez ji nifşê me yê nû hêvî dikim ku ew bi hişmendî xebatê bikin, têkiliyên dostane bi hemû pêkhateyên welêt re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş saz bikin û dadmendiya doza xwe bi wan bidin naskirin û xeleka dostan jê re fireh bikin. Guh nedin saloxan û diruşmên mezin ku ta roja îro em ketiyên wan in!

Berî ez vê hevpeyvînê bidawî bînim, dixwazim bêjim ku gorbihuşt Hemîd Derwîş, serkirdeyekî Kurdî zîrek bû, xwediyê taybetmendiyên cuda bû. Ew kesekî xwedî ceger, merd, nefisbiçûk û hevalê hevalê xwe bû… Mixabin ku li dawiyê ez derheqa wî şaş çûme, gereke min ew şaşîtî nekiriba! Herweha, gorbihuşt Ezîz Dawê, di zanîna xwe de hevalekî kûr û jêhatî bû. Cihê wan û xebatkarên Kurd ên dilsoz bihuşt be.

Li dawiyê…Spasiya we dikim, ev guhdana we û xwedîderketin li keda û cefa mezinan, cihê rêz û rûmetê ye. Bila Newroz her geş be, ji bo doza gel alaveke rast û saxlem be, ji karmend û xwendevanên wê re silavên germ.

NEWROZ, hêviya temenekî dirêj û jiyaneke xweş ji te re dike.

29.06.2021an

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button