Guftûgoyek zirt û tûj di navbera seg û rovî de li ser giringiya Cejna Newrozê li we pîroz be û sersalan peydabû û her yekî nirênek ji hev cuda dide. Rovî dibêje: Di cejin û sersalan de xwarin li ba mervan pir dibe û pir caran ji ber wan dimîne têra me û lawirên din jî dike, bi kêmanî em birçî namînin û em hewceyî dizî û aloziyan nabin ku zikê xwe têr bikin. Seg li rovî vedigerîne û dibêje: Erê belkî li ba hin merivan di cejin û sersalan de xwarin pirtir dibe û ji ber wan jî dimîne em cureyên lawiran sûdê jê dibînin û di wan çend rojan de têr dibin, lê piştî wê bi çend rojan rewşa dijmantiyê di navbera me de wek berê vedigere. Ya baştir ew e ku em wek min û pisiyan bikin, bi mervan re sax û durust bin bi delewerî û fûtan pê nekin herdem winê têr bin, tu carî ez û pisîkê malê tî û birçî ne manin. Xwediyê malê her roj taştê û firavînê dide me û her demekê bi sabûna bîn xweş serê me dişo û ziwa dike. Vêca, emê çawa xwediyê malê ji lawirên biyanî û dizan neparêzin û çawa pisiyê çiwalên nîsk, nok, ceh û gênim ji mişkan neparêz e? Ez pêşniyarî te dikim ka tu jî tevlî me bibe emê te bi şivanê mirîşkan kin! Dema rovî bêjeya şivantiya mirîşkan dibîse, erê dike û bi segê malê re dibêje: Li te dimîne ku tu xwediyê malê razî bikî ku te bike şivanê mirîşkan. Lê divê xwediyê malê her roj min têr nan bike. Roja yekê rovî ji şivantiya mirîşkan vedigere, xwediyê malê mirîşkan dijmêre ku ya qurşînî kême, ji rovî dipirse? Rovî bi mêranî bersiva xwe dide û dibêje: Ezbenî bawerke pilingê hatiye mirîşkan, ger ez ne jêhatî û mêrxwazbama wê mirîşk tev bixwarina. Xwediyê malê xwarina pisiyê, seg û rovî danî ber wan û derbasî mal bû. Roja diwem rovî ji şivantiyê vedigere xwediyê malê mirîşkan dêjmêre ya gewir û şîn kêmin, rovî dibêje: Ezbenî tu baş dizanî zarokên bi çûk hewcedarî xwarinê ne? Lê şêrê hatî ye mirîşkan gelekî mezin û bi hêz bû ger ez ne xwediyê pêlan û fûtan bama bawerke qet mirîşkek ne dighêştin mal wê tev tar û mar bibana. Wek roja yekê xwediyê malê xwarina hersê lawiran dayê lê bala xwe dabû yê ku xwarina rovî wek berê mabû û ji rovî dipirse: Tu ji sibê ta hêvarê diweste ma çima te şîv xwe naxwî? Rovî bersivê dide: Bi xwedê ez bi zik êşê ketime ez nikanim şîva sar bixwim. Roja siyemîn dema rovî vedigere xwediyê malê çav li mirîşkan dikeve çend mirîşk û dîkî toxim tunene di wê demê de gotina bav û kalan tê bîrê (ji şîrî ta pîrî), dide dû rovî û seg lê hevoje. Rovî direve li paş xwe nanêre lê tiştê herî balkêş seg jî ji ciyê xwe nelivî û hema nekir gewt jî, dema rovî direvî, xwediyê malê şêtmêt dima! Rovî sê rojên wîne li ba me bû şivan û ji berê ve bi derewan û fûtan tê naskirin, lê ev segê segbav ku ewqas sal in li ba mine û her roj bi taştî û firavîn bû, di dema gerek de xwe ker û lal dike. Vêca ezê baweriyê bi kê bikim, segê ewqas sal li ber derî gava gerek deng bi xwe nexist û rovî ne ciyê baweriyê bû, xuya dibe ku lawir pêl dûvê hev nakin. Ma çima em pêl hev dikin!
* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.