Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Li Nexweşxaneya «Dil û Çav» li Qamişlo Neştegeriya Dilê vekirî
Rojnama Newroz*

Kurte hevpeyvînek bi

Dr. Selam Hesen re

Weşana NEWROZ xêrhatina we dike, bi baldarî û dilekî xweş niştegeriya we li bajarê Qamişlo dişopîne. Bi rastî, ev karekî mezin û pîroz e, cîgehê dilşadiya me, hemû xelkên Cizîrê û Kurdan bi tevayî ye. Dr. Selam ku ji herêma Efrîna birîndar a dagîrkirî ye, ji kerema xwe, tê xwe bi xwendevanên NEWROZê bidî naskirin?.

1-    Ji kengî ve tu li derveyî welêt dijî, çi bûn ew sedemên ku hiştin tu ji Ewropa vegerî karê xwe li welatê xwe bikî?

•      Navê min Selam Mihemed Hesen e, sala 1972an, li gundê Hecîko-Raco/Herêma Efrînê jidayik bûme. Li sala 1990î, bi armanca xwendinê, Partiya Komonist a Sûriyê ez şandim dewleta Okrayîna. Li wir, min salekê ziman, 6 sal bijîşkiya giştî, 3 sal niştegeriya giştî û pişt re 5sal niştegeriya dil xwendiye û li sala 2006an min xwendina xwe bidawî aniye.

Ji ber hezkirina min ji Kurdistanê re, sala 2006an min xwedî, kes û karên xwe li Sûriyê hiştine û li Kurdistana Başûr cîwar bûme. Piştî ku 2 salan min karê niştegeriya giştî de kiriye, li Hewlêrê yekemîn Navenda Niştgeriya Dil hatiye damezrandin. Ji wê demê ta roja îro, ez li wê navendê kar dikim.

Di çarçoya xebata min di wan salên borî de, ez bi gelek bijîşkên cîhanê re xebitîme, yên ji Almanya, Hindistanê, Brîtanya, Holenda, Nemsa û Emerîka.

2-    Li Qamişlo, te singa çend kesan vekir û encamên wan niştgeriyan çawa dinirxînî?

•      Bi rastî, ji min re xewn bû ku rojekê ez niştegeriyê li Efrîn, Kobanî û Qamişlo bikim, êş û janê ji dilê nexweşan derînim û jiyana wan biparêzim xweş bikim. Dema derfet hat, ez digel tîmeke ji 5 endaman ji Herêma Kurdistanê gihame nav xelkên xwe li Qamişlo, me 3 niştereyên serkeftî çêkirin.

3-    Li gora hate zanîn, niştegeriya we di asta niştegeriya navdewletî de ye û ev yek cihê şanaziya me ye ku bijîûkekî Kurd bigihe vê asta zanînê. Gelo, li derveyî welêt te gelek karên wiha serkeftî kirine?.

•      Belê, min bi hizaran Niştegeriya Dil li derve, çi ji zarokên piçûk û çi ji mezinan re serkeftî çêkirine.

4-    Di ware alav û instrumentên niştegeriyê, tu nexweşxaneya «Dil û Çav» li Qamişlo çawa dibînî? Karguzariya wê û karmendên wê çawa dinirxînî?

•      Bi rastî, alav û instrumentên ku li Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişlo bikartên, heman alav in ku li hemû nexweşxaneyên neştergeriya dil li cîhanê ne.

Spasî ji Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişlo û rêveberiya wê, û Desteya Tenduristiyê ku alîkarî pêşkêşî me kirin û erkê me bi serkeftî derbas bû, herweha spasî Dezgeha Barzanî ya xêrxwaziyê re ku tîma me ya bijîşkiyê şande Rojavayê Kurdistanê.

Ez gelek bextewer im ku yekemîn Niştegeriya Dilê vekirî li Rojhilatî Ferêt, li Qamişlo ser destê min çêbûye.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button