Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Bangewaziya jineke Efrînê
Zelîxan Cimo*

Ev e du sal û nîv in di ser dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê yên Islamî yê cîhadîst ji herêma Efrînê û xelkê wê yê resen re derbas dibe, û herweha jî zêdetirî heyşt heyvan e, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê wan ve hatine dagîrkirin. Di van du sal û nîvan de, hemî şêweyên binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê li Efrîna rengîn û birîndar û xelkê wê yên Kurd ên li wir mane ranewestiyane. Ji kuştinê de bigir, ta girtin, revandin, talan û dizîn, qutkirin û hilkirin û şewtandina dar û daristanan, teqîn û komkujî, tarûmarkirina û hilweşandin û destdanîna ser mal û firoşxane û avahiyan, ferzkirina vêrgî û bacan, niştecîkirina anîndeyên hemî herêmên din ên Sûriyê di malên nişteciyên resen de, qedexekirina nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî, pişaftina kultûr û kevnetora kurdî û tarûmarkirina kevneşopan û dizîna şopeweran, avakirina dibistanên hînkirina Islama ku ew dixwazin û belavkirina çanda tundrew, hildana al û simbolên Turkiyê…Û ta zext û fişarên din ên rengereng li dijî xelkê herêmê, bi hêviya neçarkirina wan da ku, dev ji mal û milkên xwe berdin û ji Efrînê derkevin, û weke dixwazin guhertina demografî li Efrînê çêbikin û Turkirin û Erebkirinê tê de cîbecî bikin, yanê Kurdîtiya wê tune bikin. Û zarok, jin û temenmezinên Efrînê jî ji van binpêkirin û tewanan ne bêpar in, û nimûne bi dehezaran e. Û tiştê van gotinên me tekez dikin jî, bi hezaran raporên çalakvan, komele û rêxistinên mirovî û mafwerî, alavên ragîhandinî û partiyan ên derkerjetine ne. Hema li vê dawiyê di navbera heftakê de, li ser destên destlatên Turkiyê ya dagîrker û milîseyên tundrew ên pêve girêdayî û qafseqetên Kurd ên dikevin bin bandora vê heyama qirêj û tundrewbûnê ev jin û zarok û kalemêr hatin kuştin: Gulê Ferec – gundê Dêrsiwanê, Istêrvan Bakîr, Xelîl Şêxo, Bekir Şêx Salih û temenmezin Nûrî Şeref Cimo ji gundê Şadêrê û jineke penaber ji Idlibê. Û zincîra binpêkirin û tewanan ta dagîrkeriya Turkiyê heye wê berdewam be. Vêca gelî siyasetmedar, nivîskar, çalakvan, rewşenbîr, partî, çarçew, Rêvebiriya Xweser û her kesê Kurd ê bi şeref û rûmet, Efrîn li ber tunekirin û pişaftina nasnama wê ye…Ger rast hûn bi gel û doza xwe re dilsoz in û naxwazin Kurd werin tunekirin, li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî xwedî derkevin û ta ji we bê di nêzîktirîn dem de ji nav lepên hovên demê derînin.

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button