Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

63 Sal Ji temenê Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê… Em “Daim bi temerrud û şîqaq in”!
Desteya sernivîser*

Roja 14.06.1957an, li bajarê Helebê, mala birêz Mihemed Elî Xoce, bi proja Apo Osman Sebrî, van her heft camêran (Osman Sebrî, Reşîd Hemo Mihemed Elî Xoce, Şewket Nesan, Xelîl Mihemed Ebdullah, Hemze Niwêran û Ebdulhemîd Derwîş) biryara damezrandina Partiyeke Kurdî li Sûriyê bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê girtine, paşê di sala 1958an de, Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn tevlî rêxistinê bûne.

Di pêvajoya xebata siyasî de, evê partiya nûhatî şax û paxên xwe kûr berdane, li hemû deverên Kurdî li Sûriyê qurs daye, belav bûye, gelê Kurd bi şanazî û dilxweşî pêşwaziya wê kiriye. Herweha, hêjayî gotinê ye ku belge û daxuyaniyên Pratiyê bi zimanê dê bûne.

Li ser destê dezgehên ewlehiya Sûriyê, xebatkar û rêberên Kurd hatine girtin, bi tundî hatine aşkencekirin, lê her wan li ber xwe dane, bi serbilindî berevanî di ber doza gelê xwe de kirine, û nimûneyên fîdakarî û mêrxasiyê li hemberî sitemkaran  gelek in.

Di vê bîranînê de, diyar  e ku tevgera me ya siyasî di rewşeke pir xirb de dijî, hêz û partî ji hev dûr in, û ji ber gelek sedeman, ew nikarin di vê qoaxa metitrsîdar de dest bidin hev û yekrêziya tevgerê ragihînin.

Li dema dawî, hewildanên yekrêziya Kurdan têne kirin,  ji dil û can em serkeftinê ji wî karê re dixwazin, ji ber ku  em bawer in, yekrêziya tevgera me, stûna sereke ya tevger û xebata me ye.

Yekrêziya Kurdan, çendî gaveke pîroz û pêwiste, ewqasî pêkanîna wê jî zor e!. Zor e, ji ber ku neyarên wê xurt û bi bandor in. Mîna Rojê xuya ye, dema ku hêzên Kurdî nêzîkî hev dibin, yan Kurd hin mafan bidest dixin, hemû neyarên wan guhan bel dikin, şiyar dimînin, ranazên!!, bi hev re, bi hemû şêweyên ragihandinê, dîplomsî û xiniziyê şerê wê nêzîkbûn, lihevkirin û destkeftiyê dikin. Di diyalogên Kurdî yên vê dawiyê de, ev yek aşkere berz û diyar bû…!

Lê, baweriya me li cihe ku xêrxwaz ji xêrnewazan pirtir in, nifşê me yê nû, rewşenbîr, bîrewer û kesayetiyên serbixwe, dê dest bidin hev û yekîtiya Kurdan bicih bînin, ne îro be, sibe ye, û ew dê xwestek û hêviyên Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û Cegerxwîn bicih bînin, mil li mil, dest bi xebateke nûjen û tekûz bikin,  ji ber ku yekîtî, dsetpêka kar û xebatê ye, ne dawiya wê ye.

Silav ji giyanê damezrênerên tevgera Kurdî li Sûriê re, ew ên ku ji bo doza gelê xwe, bi salan di zindanên rijêmê de razane, û toşî aşkence û azarên hovane bûne, lê wan zimanê Kurdî û rûmeta me ya netewî parastine!.

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button