25 sal Newrozê serkeftî buhartin, li ser rêçika bikaranîn û pêşvebirina zimanê kurdî bi giştî, û bi taybetî mijara zarawe û têgehên siyasî, ku biwarekî zimanevanî giring û pêwist e. Zimanê kurdî naveroka kurdîtiyê ye.Ji hêlekê ve nasnameya gelê kurd e, hem kewara zanîn û hişmendiya kurdî ye, hem jî rûçik û şêweyê têgehiştina gelê kurd e. Ji hêleke din ve, ziman meydana şerê gelê kurd bi sitemkaran re ye. Xêrnexwaz astengên di riya zimanê kurdî de peyda bûne (ku wan bi xwe durist û afirandine) dikin behane û di şerê sipî (sîkolocik- şerê taybet) de bikar tînin. Û jibo ku ew ziyanên ku gihandine ziman û gelê kurd hîn kûrtir û firehtir bikin, û gurzeke xurt bavêjin bingehên tevger û xebata kurdewarîyê, Sitemkar dixwazin bêjin: (kurd ne miletek bi serê xwe ne, zimanê wan nîne, miletekî neresen e, rikberiyek bêhude û bê encam dikin û daxwazên wan nerewan in).
Sitemkar dixwazin hestê kêmasî û biçûkiyê li nik takê kurd bafirîne, ji bo dudilî û newêrî dawerive dil û hinavê keasayetiya kurd, û nikaribe helwestek erinî bigire, nikaribe li ber xwe bide, ta ku bikaribe, hesan tevgera kurd beravêtî bike û biperçiqîne. Rawestan û xweragirî himber vî şerê taybet bi hemû core û şêwazên xwe ve erekekî serekî têkoşîna rizgarîya gelê kurd ji vê bindestiya ko îro tê de ye, dikeve ser şanê her kurdekî dixwaze ji vê zulmê rizgar bibe.
Berî herkesî, ew stubariya hêz û partiyên kurdî ye. Mixabin, partiyên kurdî li Sûrî bi erekên xwe ranabin, berûvajî, cihekî şayiste di belavok û ragihandina xwe de nadin ziman û çanda kurdî, piranîya pir ji wan, yekcar bi kurdî nanivîsin. Ev (têkoşer) ku şiyanên xwe ji pere, hêz û endamên kurd distîne, lê ava kaniya wan aşê kurdewariyê nagerîne!.
Li meydana xebatê, hêza sereke dimîne gel, bi taybetî ciwan û bîrewer dikarin pir tiştan bikin, û di dîroka miletan de nimûneyên wise hene ku kedkarên ziman rêçika fireh ji bo pêşketina siyasî, rewşenbîrî û civakî vekirine. Belkî em tev dizanin bê mîr Celadet, Cegerxwîn û hevalên xwe bi çiqas bandor bûn. Mînakek din ji Oropa. Têkoşîna gelê Flaman li Belcîka, berî sed salî zimanê Flamanî li Belcîka ne zimanekî fermî bû. Dûvre diyar bû ku filaman zêde ji 50% ji Belcîka pêktînin. Ciwamêran tevgerek ji bo zimanê xwe meşandin û gav bi gav qezencên siyasî jî wergirtin, di encam de gel û zimanê wan hate nasîn. Tenê sala 1969 asta danpêdana Flamanî gihişt asta Fransî. Îro Belcîka dewletek konfederal e û mafên Flamanan wek yê fransiyan e. Bi rastî jî, gelê kurd xebateke pir mezin û dijwar di ber zimanê kurdî de kiriye. Tevî hemû zor û astengiyan, îro zimanê Kurdî ji Farisî û Tirkî paktir û paqijtir e, naşibe zimanekî bindest.
Newroz yek ji wan navgînên fêrbûn, belavkirin û pêşvebirina kurdî ye. Bera her domdar be. Bera destên nivîser û sernivîserên wê sax bin. Ew çavên me ne.
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.