Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn: Teqîneke terorî dibe sedema jiyanbirina bi dehan ji sivîlan
Daxuyan

Li 28.4.2020an piştî nîvro, sîtêreke guhestina şênberên petrolê, li orta Efrînê, li Kolana Reco, li pêş sûka firotinê ya gelêrî, hate teqandin. Di encam de, bêtirî /40/ qurbaniyên kuştî û dora /50/ kesî jî şewitîn û birîndar ketin, û piraniya wan sivîl, di nav de jin, zarok û hin jî nişteciyên resen in. Herweha ziyanin pir gihîştin, firoşgeh, mal û makînên derdorê. Û hin alavên ragihandinî û rûpelên hevgihanên civakî, wêne û dîmenên teqînê yên pir bi êş ên şewat, roxandin û termên komirbûyî veguhestin û belav kirin.

Û yekser piştî teqînê, qelfên çekdarên diz daketin derdora ciyê bûyerê, da ku, kelûpelên hundir dîkanên nêzîk û yên li kolanan bidizin, û li ser bihevgirin û qurşînan bi asîmanan de bavêjin, bêyî ku, bin kerkê wan bi xişim û bêtarê xubide.

Şalyariya bergiriya Turkiyê û hin alavên ragihandinê yên bi ser (rikbeririyê) ve – berî ku, bispêrin xwe û vekolînekê vekin û li şanên tuhmetbûyînê bigerin – , hema lezandin  û Yekîneyên Parastina Gel, yan Hêzên Sûriya Demokratîk, bi bûyerê tuhmet kirin, da ku, li ser tewankerên rastîn veşêrin. Di dema ku, hatiye naskirin ku, ” Hêzên Rizgarkirina Efrînê” tenê Artêşa Turkiyê û nandozên wê li herêmê aramanc dikin û sivîlan armanc nakin, û bi awakî fermî piroseyên xwe radigihîn. Lê, piroseya teqîna sîtêrê ya ku, îro weke karekî terorî û tewaneke rêkûpêkirî rûdayî, imzeyên rêxistinên tekfîrî û milîsên nandoz – yên ku, ji destpêka kirîza Sûriyê ya 2011an ve, Hikometa Eledalê we Eltenmiyê xwedîtiya wan dike – li ser e.

Du sal ji fewdalîzim û serberdayetiyê, bi dehan teqîn rûdan, û destlatên dagîrkeriya Turkiyê ta niha, ji yên bi tewanan rabûne, yek tenê aşkere û ceza nekirine. Ew gavên peydakirina aramî, hêminî û aştiyê navêje, da ku, bi awakî berdewam, herêm weke birîneke vekirî darive.

Navnîşana rewşa Herêma Efrînê di bin dagîrkeriya Turkiyê û belavbûna milîsên tundrew û terorîst ên bi ser Hemahengiya Sûrî ya Ixwanî( Itîlafa Elsûrî – Elixwanî) ev e;  Ne aramî û ne hêminî, dûjeheke nema tehmûl dibe, teqîn, pevçûnên di nav milîsan de, îşkencekirin, kuştinên mebestkirî, dizîn û talankirinên çekdarî, vêrgî û cezakirin û destdanîna ser milkên xelkê herêmê, revandin û girtinên tewşane û bêsûc, roxandina nixuma keskahiyê, roxandin û dizîna arziyên çandî, koçberkirina zorane û niştecîkirin û guhertina demografî…Û HWD. Lîstak û zincîrek li dû hev ji binpêkirin û tewanên salixdeyî, û teqîna îro jî xelekek ji wê zincîrê ye, armanc jê tirsandina xelkê û gurkirina fitne û nakokiyan di nav pêkhateyên welatê me – çi Kurd û Ereb û çi yên din – de ye.

Gelê Kurd û hemwelatiyên bi şeref, bi giştî vê kiryara terorîst – ê ku, ji tewanên li dijî mirovahiyê tê jimartin – bi tundî şermezar dikin, û Turkiyê di ber de berpirsiyar dibînin, ji ber ku, dewleteke dagîrker e. Û dibînin ku, rojekê pêş de, gerek Efrîn ji wê û nandozên terorîst were rizgarkirin, û vegere serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê.

29.04.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button