Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (87):
Armanckirina temenmezinan bi revandin, lêdan û kuştinê… Berdêlên diravî, niştecîkirin û destdanîna ser malmewalan, girtin û qutkirina daran

Gotara kîn, zikreşî û hurhutandinê ya li dijî Kurdan ne nûye, dîrokeke wê dirêj heye, û rengane ye. Di bingeh de, li ser nêrîneke şofen û nijadperest ava bû, û di dû re jî bi fetweyên olî, ji aliyê şepêlên Islama siyasî yên tundrew ve hate nixumandin. Bi hatin û geşbûna rola Turkiyê – Eledalê we Eltenmiyê re, ya bi serkêşiya”Erdoxan”, di rewşa Sûriyê de; Her çû ew gotar sertir bû, û tuhmetên mîna (cudaxwaz, terorîst, kafir, gawir û bi olê tinazker in…H.W.D) li dû hev hatin rêzkirin. Ya herî metirsîdartir jî  ku, ew kîn û kînadriya li ser astên gelêrî bela û fere dibe bêyî ku, hezkiriyên mirovahî û demoqrasiyê yên di nav gelên cîran de, kanibin wê ko û best bikin. Vêca, ew zikreşiya wergerî binpêkirin, tewankarî û guhertina demografî di dermafê Kurdan de, weke çawa rojane li Herêma Efrînê tê kirin.

Armanckirina navsal û temenmezinan

Temenmezina kuştî “Fatme Kinê”

Hemwelatiya temenmezin “Fatme Kinê” ya /80/ê salî, jinebiya “Sebrî Tanê” yê dilovan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Şiyê, li 18/4/2020an, di mala kurê xwe yê mezin “Mihemed” de, û di karnava tunebûna xiziman de, û mijûliya wan bi çandiniyê,  rastî tewaneke kuştinê ya mebestkirî hat. Agahiyên li ba me peydakirî tekez dikin ku, dayika pîr hatiye fetsandin, û bi dareke hewşa malê ve- bi ser ku, navendeke leşkerî li hember malê heye jî – hatibû darvekirin. Û temenmezinî, giraniya govde, û başbûna rewşa wê ya derûnî û civakî, çîroka xwekuştinê, ji binî ve beravêtî dikin. Piştî ku, termê rehmetiyê li goristana gund hate binaxkirin; Kurê wê “Mihemed” û hevjîna wî “Meqbûle”,  “Fewzî” kurê “Mihemed” û hevjîna wî “Ulfet”,  kurê wê yê din “Hesen”,  û ji merivan jî “Se’îd Tane”, bi behaneya lêkolînê hatin girtin. Lê, “Hesen, Se’îd û Ulfet” hatin berdan, û yên din jî hîn girtî ne. Hemî cîbecî û şanên hene nîşan dikin ku, milîsên “Lîwa’i Elweqas” – ya ku, ji sala 2018 an ve, destlatiya gund dikin -, tewanker û kujer in. Û tekez bû ku, kuştin bi mebesta dizîna zêr û peran ne, çimkî navê malbatê bi halxweşbûnê hatiye naskirin.

Li 22.4.2020an, li piştî nîvro, niştecîkerê bi “Fehid Elmerhî” tê navdan, ê ji êla “Benî Xalid” û ji xelkê gundewarê Humsê, bi awakî hovane li hemwelatiyê temenmezin “Mihemed Ehmed Elî” yê /74/salî û bi “Elîkê” tê navdan, ji Bajarokê Meydankê – Efrîn xist, ta ku, kuşt. Ji ber ku, ew li pêşiya kujer sekinî û nehîşt pêz li nav zeviyê zeytûnan – ê ku, li Başûrê mala wî dikeve – biçêrîne. Hêjaye em xuya bikin, ku hewildanên hevjîna rehmetî û jineke din, nikanîn kujer biseknandana, û ew jî tûşî derzandinê bûn. Kujerê reviyayî û malbata xwe ve di guvêşgeha zeytûna ya (Mihemed Ne’isan) de – ya li nêzîk zeviyê û di bin destlatiya “Lîwa’i Elsultan Elmûrad”de – rûniştibûn. Hêjaye bi bîr were jî ku, zaroyên rehmetî tev li welatên biyaniyê ne. Herweha, temenmezin “Elî Silêman Elo” /1933/z ê ji heman bajarokê, li siba 17/7/2018an, ji mal  berve zeviyê xwe  derket û venegerî, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Navsal “Husnî Ze’îm Umer “

 Hemwelatiyê  navsal “Husnî Ze’îm Umer” ê /65/salî, ji xelkê Gundê Şorbe – Navça Mabeta, li /14/î Nîsanê – dema ku, bi şev nehîşt diz kelûpelên malê bidizin -; Ew li ser destê çekdarên diz tûşî lêdan û derbeyên kêrê hat. Lê, piştî qîreqîra hevjîna wî; Ew reviyan, kalemêr jî rakirin nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirina birînên wî, û niha jî di malê  de, tenduristiya wî berve çêbûnê dere. Divê were zanîn ku, gund di bin desteseriya milîsên”Firqit Elhemze” de ye.

Navsal “Fewzî Ehmed Daxlî “

Li 20.4.2020an, milîsên ” Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”, hemwelatiyê navsal “Fewzî Ehmed Daxlî”, ji xelkê Navça Şiyê revandin, û ta niha jî çarenûsa wî ne xuya ye. Û jêderên taybet mêldar dikin ku, armanc ji revandinê, wergirtina diraveke mezin ji xwediyan e, ji ber ku, nav bi hebûnê derketiye.

Ji heftakê ve, li Gundê “Çeqelê Ortê” – Navça Şiyê, milîsên “Lîwa’i Silêman Şah” hemwelatiyê temenmezin “Henan Betal Elî”, bi zorê ji mal derxistin, û neçar kirin ku, li mala kurê xwe rûne, da ku, malê ji xwe re bikin navendeke leşkerî.

Herdu tewanên kuştina temenmezinan “Kinê” û “Elîkê”, zincîra tewanên din- di nav de jî jin – ên ku, milîsên terorîst ên bi Turkiyê û Hemahengiya (Itîlafa) Elsûrî – Elixwanî ve girêdayî, li Efrînê kirine, bi bîra mera tînin. Mistefa Ebdo Şahîn/ Avraz, Hemdî Ebdo û Sultanê Xelîl Nasiro/ Berad, Ayşe Henan/ Xezîwê, Reşîd Hemîd Xelîl û Şeref Eldîn Seydo/ Cindirês, Elî Ebdo/ Efrîn, Mihyedîn Oso û Horiyê Mihemed Bekir/ Qitmê, Silêman Hemko/ Kanîgewrik, û Mihemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd/ Reco jî nimûne ne.

 Berdêlxwestin, niştecîkirin û desteserdanîn

Li Navça Reco, Gundê ” Zerka” ya ku, ji /60/malî pêk tê, jê /30/malî Kurd ma, û Gundê “Çobana” yê hevcîwar dora /50/malî ye, tenê /20/malbat jê mane. Lê, dora /90/malbatî ji yên anîndindeyî, li herdu gundan niştecîkirin. Û milîsên “Feyleq Elmecid” dest danîn ser /20/hezar darên zeytûnê û /5/hezar mêwên tirî yên  koçberên ku, ji herdu gundan derketî. Û li werza zeytûna ya borî, ji her malekê /4-6/ tenke zêt wek vêrgî ferzkirin, û bêtirî /20/hezar dolar jî – dema ku ketin wan gundan û lêgerîn di malan de çêkirin – bi zorê ji xwe re birin.

Li Navça Şera, Gundê Dêrsiwanê – berî dagîrkirinê – ji dora/3000/niştecî pêkdihat. Lê, piştî  koçberbûna beşekî ji wan, û niştecîkirina anîndindeyan di mal û çadiran de, çi li hundir gund û çi jî li derdorê; Rêjeya nişteciyên resen daket kêmtirî /30%/î, bêtirî navendeke leşkerî û rêbendeke aseyî lê avabûn, û niha jî milîsên “Firqet Sultan Mûrad” destser dikin. Ew bi binpêkirin û têqumandinên xwe xelkê ditirsînin, vêrgî û berdêlan li ser wan ferz dikin, dest danîne ser mal û milkên yên ne hazir, û li vê dawiyê xelk agahdar kirin ku, çênabe kesek erdekî yan zeviyekî ne yê xwe be bajo. Yanê, çênabe meriv an ên wekalet pêre milkên yên derketî hilînin û dînin, da ku, rê li pêş destdanîna ser piraniya arziyan were dûzkirin. Herweha, bi dehan ji xelkê gund, bi behaneyên ne durist hatin girtin, û vêrgî li ser wan hatin ferzkirin.

Binpêkirinên din

– Li 20.4.2020an, hemwelatî  “Mihemed Ehmed Betal /25/sal,  Hesen Hesen /28/ sal, Enwer Hemlîko /40/sal û Mihemed Zihnî /42/sal”, ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco hatin girtin, û ta niha çarenûsa wan ne zelal e.

– Milîsin ji “Lîwa’i 112”, dora /200/darê zeytûnê yên hemwelatî “Husên Ehmed Mecîd” , ji xelkê Gundê Dumiliya – Reco, ji bo êzingkirin û firotinê bi tevahî qutkirin.

– Li Gundê Ereba – Navça Mabeta, dareke sindiyanê (sindîganê) ye /300/ salî û bi (dara guvêşgehê) naskirî, û ya ku, li nav zeviya zeytûnan a hemwelatî “Mustefa Hiso diket”, bi tevayî ji aliyê çekdarên milîsên “Lîwa’i Elsultan Mihemed Elfatih” ve, hate qutkirin.

 Ger ku, rewşên pîs ên li Efrînê di bin dagîrkeriya Turkiyê de, baldariya navdewletî, niştîmanî, dezgeh û rêxistinên netewî, sivîl û zagonî – weke tê xwestin – nakişîne, bi ser de jî çavdamrandina ragihandinî li ser ranebe;  Viyana xelkê wê jî xemsar û reşbîn nabe, û wê hertim xebata xwe, ji bo rizgarbûnê ji dagîkeriyê û tunekirina hebûna milîsên terorîst li herêma xwe, bi kanîndarî û coşeke mezin berdewam bikin.

26.04.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————–

Wêne:

– Temenmezina kuştî “Fatme Kinê”

– Temenmezinê kuştî “Elî Mihemed Ehmed”

– Temenmezinê wendayî “Elî Silêman Elo”

– Navsal “Husnî Ze’îm Umer “

– Navsal “Fewzî Ehmed Daxlî ”

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button