Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn: Kuştina “Elî Ehmed” ê temenmezin, bi lêdanê
Daxuyan

Piştî ku, Artêşa Turkiyê, li 18.3.2018an Herêma Efrînê ya kurdî – Bakur Rojavayê Sûriyê dagîr kir, destên milîsên sûrî yên terorîst ên bi wê û Itîlafa Elsûrî – Elixwanî ve girêdayî filitandin, da ku, herêmê talan bikin û binpêkirin û tewanên dixwazin pêk wînin, bêyî ku, baldariyê bidin gotinên “rewaker û şêxên şoreşê” (Pêgiriya bi sinc û perensîpên Ola Islamê di şer de, mîna qedexebûna xwînrêtina hemwelatiyan û destdanîna ser mal û milkên wan, û destavêtina namûsê…H.W.D); Yan ji gotina Pêxmber Mihemed ( Xwîn, mal û namûsa her Misilmanekî li  yê din heram e) ibretê werbigirin; Û yan jî rêzgirtina zagona navdewletî ya mirovahî bikin; Ta asta ku, sivîlên li herêmê hatine niştecîkirin jî, dest bi binpêkirin û tewanan kirin, ji bilî destdirêjiyên rojane ku, di dermafê xelkê Efrînê de dikin. Û siyasetên dijminayetî yên rêkûpêkirî yên Hikometa “Eledalê we Eltenmiyê” bi serokatiya “Receb Teyib Erdoxan”, û ew gotarên kîn û hurhitandinê (yên ku, di bi navên cudaxwazî, kafirî, gawirî û tinaziya bi ola Islamê têne belavkirin de), li piş pêkirina wan kiryarên hovane ne.

Li 22.4.2020an, li piştî nîvro, niştecîkerê bi “Fehid Elmerhî” tê navdan, ê ji êla ” Benî Xalid” û ji xelkê gundewarê Humsê, bi awakî hovane li hemwelatiyê temenmezin “Mihemed Ehmed Elî” yê /74/salî û bi “Elîkê” tê navdan, ji Bajarokê Meydankê – Efrîn dixe, ta ku, dikuje. Ji ber ku, ew li pêşiya kujer sekiniya û nehîşt pêz li nav zeviyê zeytûnan – ê ku, li Başûrê mala wî dikeve – biçêrîne. Hêjaye em xuya bikin, ku hewildanên hevjîna rehmetî û jineke din, nikanîn kujer biseknandana, û ew jî tûşî derzandinê bûn. Herweha, kujer û malbata xwe ve di guvêşgeha zeytûna ya (Mihemed Ne’isan) de – ya li nêzik zeviyê û di bin destlatiya “Lîwa’i Elsultan Elmûrad”de – rûdiniştin.

Tewanên kuştinê yên mebestkirî û li dijî sivîlan – bi taybetî jî yên navsal û temenmezin – li Efrînê, di bin çavdêrî û serpereştiya destlat û istîxbaratên dagîrkeriya Turkiyê de, berdewam in.Tewana kuştina “Fatme Kinê” ya temenmezin a berî çend rojan, li Gundê Hêkiçê – Navça Şiyê, û yên ji bilî wê bidehan nimûne ne.

Li siba Pêncşemê 23.4.2020an, li goristana Meydankê, terma “Elîkê” yê bêsûc, bi beşdariya cemawereke ji hezkirî û xelkên bajerokê û gundên derdorê – bi hestên tijî pirotestkirin û şermezarkirin – hate binaxkirin û oxirkirin. Û ji ber ku, ew tewana li ba Kurdan bi giştî û herkesê ku, bi perensîpên mirovahiyê û welatparêziyê serbilind, ciyê şermezariyê ye; Ji Hemahengiya Sûrî “Itîlaf Elsûrî” ya rikber û pêkhateyên wê, û her Sûriyekî welarparêz tê xwestin ku, vê tewana hovane û yên weke wê şermezar bikin, da ku, fîtna di navêna Kurd, Ereb û pêkhateyên din de – ya  ji aliyên ku, dijayetiya Dewleta Sûriyê û gelê wê dikin ve, tê pêlankirin – , di cî de were dorpêçkirin û fetsandin.

Berpirsiyariya siyasî û zagonî ya Turkiyê -weke dewleteke dagîrker ji Herêma Efrînê re – , li ser destlatên wê erka lêkolîneke aşkere û vekirî, ji vê tewanê û yên din re, û herweha cezakirina tewankaran ferz dike.

Di dema ku, Kurd û welatparêzên Sûriyê, bê navber hewil didin, ku hebûna dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst li Bakurê Sûriyê tune bikin.

24.04.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

 

Related Articles

Back to top button