Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Daxuyan
Efrîn: Dayika temenmezin “Fatme Kinê”, bi xwînsarî tê kuştin

Di siya dagîrkeriya Turkiyê ji Herêma Efrînê ya kurdî re – Bakur Rojavayê Sûriyê, berdewamiya rûdana fewdalîzim, serberdayetî, binpêkirin û tewankirinên cûrbecûr, di dermafê ademîzadî, dar û keviran de; Hemwelatiya temenmezin “Fatme Kinê” ya /80/ê salî, jinebiya “Sebrî Tanê” yê dilovan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Şiyê, li 18/4/2020an, di mala kurê xwe yê mezin “Mihemed” de, û di karnava tunebûna xiziman û mijûliya wan bi çandinyê de,  rastî tewaneke kuştinê ya mebestkirî hat.

Agahiyên li ba me peydakirî tekez dikin ku, dayika pîr hatiye fetsandin, û bi dareke hewşa malê ve- bi ser ku, navendeke leşkerî li hember malê heye jî – hatibû darvekirin. Û temenmezinî, giraniya govde, û başbûna rewşa wê ya derûnî û civakî, çîroka xwekuştinê, ji binî ve beravêtî dike.

Piştî ku, termê rehmetiyê li goristana gund hate binaxkirin; Kurê wê “Mihemed” û hevjîna wî “Meqbûle”,  “Fewzî” kurê “Mihemed” û hevjîna wî “Ulfet”,  kurê wê yê din “Hesen”,  û ji merivan jî “Se’îd Tane”, bi behaneya lêkolînê hatin girtin. Lê, “Hesen, Se’îd û Ulfet” hatin berdan, û yên din jî hîn girtî ne.

Hemî cîbecî û şanên hene nîşan dikin ku, milîsên “Lîwa’i Elweqas” – ya ku, ji sala 2018 an ve, destlatiya gund dikin -, tewanker û kujer in. Û gûman heye ku, kuştin bi mebesta dizîna zêr û peran be, çimkî navê malbatê bi halxweşbûnê hatiye naskirin.

Ev tewana qirêj,  tewanin din – ên ku, milîsên tundrew û terorîst, ên bi ser Turkiyê û Itîlafa Sûrî ya Ixwanî ve, di dermafê temenmezin û jinên Efrînê de kirine – bi bîra mirovan tîne. Wek nimûne: Mustefa Ebdo Şahîn/ Avraz, Hemdî Ebdo û Sultanê  Xelîl Nasiro/ Berad, Ayşe Henan/ Xezîwiyê, Reşîd Hemîd Xelîl û Şeref Eldîn Sîdo/ Cindirês, Elî Ebdo/ Efrîn, Mihyedîn Oso û Horiyê Mihemed Bekir/ Qitmê, Silêman Hemko/ Kanîgewrik, Û Mihemed Se’îd kurê Ebid Elmecîd/ Reco.

Tewanên kuştinê yên bêsûc, li gor zagona navdewletî ya mirovî, ji tewanên dijî mirovahiyê têne jimartin, û tê xwestin ku, yên kirine û yên berpirsiyar di ber de, werin cezakirin. Û ji ber ku, Hikometa Anqerê, li Herêma Efrînê destlatdarê rasteqîn û dagîrker e; Ew berpirsiyrtiya yekê di ber kiryarên milîsên pêve girêdayî ve hildigre.

Û pernsîpên mirovane, li ser me û Kurdan bi tevayî, welatparêzên sûrî yên bi xîret, azadîxwazên cîhanê ferz dike ku, em tewana kuştina”Fatme kinê” ya bi xwînsarî pirotest û şermezar bikin, daxwaza cezakirina tewankaran bikin, û ji Turkiyê bixwazin, da ku, rêgirekê ji van siyasetên dijayetî û rêkûpêkirî ya li dijî Kurdan re were danîn. Herweha ta ku, hebûna dagîrkeriyê û milîsên terorî li Efrînê û deverên din yên Sûriyê, ji holê rabe û were tunekirin.

20.04.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

—————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button