Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (84):
Qurşînkirina du sivîlan…Niştecîkirin…Revandin û işkencekirin…Vêrgî û cezayên diravî ta /10/ milyon “P.S”…Girtin û bombekirin

Temenmezinekî ji xelkê Efrînê gotina xwe ya bi êş a li ser rewşa herêmê bi tevayî , bi vê hevokê kuta kir” mal û zaroyên te , bela serê te ne”. Ew tekez dike , ku mal , law û keç – bi taybetî yên ciwan –  ji bo wergirtina peran , tûşî desteserkirin , dizîn , binpêkirin û tewanan dibin. Û ji xwe ev kiryarên qirêj , bûne bargiraniyek li ser xwediyên arziyan û bavên zaroyan , di siya siyasetên dijminayetî û rêkûpêkirî yên Turkiyê û milîsên tundrew ên pêve girêdayî de , li dijî Kurdan li Efrînê têne kirin .

Qurşînkirina du sivîlan

Birîndar “Dilgeş Omer Ebdo”.

– Li şeva Duşemê 30.3.2020an , hemwelatî “Dilgeş Omer Erebo” (yê ku bi “Dilo” tê navdan , bavê du keçikan û ji Kurdên Êzdî ye) , li gundê “Basûfanê” – Şêrewa , ji aliyê milîsa “Feyleq Elşam” ve – ji ber ku , razînebû mala xwe ji niştecîkirina hin din re vala bike – hate qurşînkirin . Û ji ber birîndarbûnê , hate veguhestin nexweşxana “Bab Elhewa” , du qurşîn ji zik hatin derxistin , birîn hate dirûtin û dermankirin , ta niha jî di lêsekirina taybet de ye û rewşa wî ya tenduristî hêmin e.

– Li 24.3.2020an , dema ku , hemwelatî “Mohemed Me’irof Ibrahîm yê /40/ salî” , ji xelkê gundê “Qude” – Reco , bi erêkirina serkêşê milîsa “Firqit Elhemzat” , şiqnê darên zeytûnê yên pismamê xwe jêdikir ; Ji aliyê giropeke çekdar e heman milîsê ve hate qurşînkirin , hinek di nav lingan re çûn û yek jî di serî re xuşî û birîn kir , wê hîşt ku here nexweşxanê û were dermankirin. Sedema qurşînkirinê jî , ji ber ku , wê giropê taximê zeviyê cîranê wî – yê li derve – ku qut dikirin , jê pirskirin , û wî jî got ez nizanim.

  Niştecîkirin , revandin û işkencekirin… Vêrgî û cezakirin

Bajaroka “Şiyê” û minara mizgefta kevnar ji berî dagîrkeriyê.

– Bajaroka Şiyê , li Rojavayê bajarê Efrînê dikeve , li nêzîk sînorê Turkiyê ye , û milîsên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”  – yê ku Mohemed Elcasim ” Ebo Emşe” – yê  ji gundewarê Bakur Rojhilatî Hemayê serdariya wê dike – wê destlat dike… Berî dagîrkirinê /1200/ malbat lê rûdiniştin , û nişteciyên wê li gorî belgeyên sivîlan /9500/ kes bûn , lê niha tenê /3000/mane , û dora /6000/kes ji yên bi anîndin dane hatine niştecîkirin. Lê , bajarok ji zû ve , tûşî kirêtirîn binpêkirin û tewanan dibe ; Ji kuştinê de bigir , weke çawa bi hemwelatiyê wê “Ehmed Şêxo kurê Mohemed” – yê ku , li 11.6.2018an , bi îşkencekirinê şehîd bûye – çêbûye. Herweha girtinên bêsûcane û berdewam , revandin , ferzkirina vêrgiyên cûrbecûr û pereyine pir , destdanîna ser mal û milkan , hilweşandina minara mizgefta kevnar û avahiyên pêve girêdayî , bi sedama kolandinê û gerandina li entîke û kevneşopên nirxbuha. Bi ser de jî vêrgîgirtina /10 – 15/hezar P.S mehane ji her malekê. Ji nav kesên ku nikanîbûn li vê dawiyê ew vêrgiya bidana (Ebdela Mohemed Ehmed Mustefa , Serbest Yûsêf Omer , û Ibrahîm Silêman Dawod) bûn. Ji ber wê , milîsên “Ebo Emşe” ew revandin û pir işkence kirin , û ji ber şûndabûna tenduristiya “Ibrahîm Silêman Dawod” , hate berdan û li nexweşxaneyeke Efrînê hate dermankirin. Û destlatên dagîrker tu lêkolîn venekirin û tu gav di dermafê kiryarderan de navêtin , û ta niha çarenûsa herduyên din ne diyar e. Û bi sebaretî roxandina minara mizgefta kevin , milîsên “Ebo Emşe” piraniya xwediyê malên derdorê dan ber bersivdanê , li hinan xistin û ji rûmeta wan daxistin , da ku yê wêneya minara hilweşiyayî kişandî û belavkirî nas bikin. Ji alîkî din ve , milîsên “Ebo Emşe” ji keyayên (muxtarên) “Şiyê” xwestin , ku xelkê agahdar bikin , ku gerek li pêş şanda (Itîlafa sûrî – Ixwanî) – ger seredana bajêr kir – wê vêrgiya mehane li xwe nenin. Di dema ku , hemî binpêkirin û tewanên ku ji du salan ve , ji aliyê dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê ve û bi awakî rêkûpêkirî , di dermafê xelkê Efrînê de têne kirin nabîne yan çavan li ser dadimrîne .

– Li 25.3.2020an , hemwelatî “Mohemed Osman Hibo” ji gundê “Hesen”- Reco , ji aliyê milîsa “Firqit elhemzat” ve , hate revandin. Û jêdereke taybet tekez kir , ku ew tûşî işkencekirineke zor tê , û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye. Hêjaye em bi bîr wînin , ku ew e, yê ku di hefta yekê ji vê salê de , keça wî “Zelîxe” ya mêrnekirî /28/ rojan hate revandin , rastî zorlêkirin û işkencekirinê hat , û ta niha di rewşeke derûnî ne baş de ye.

– Nişteciyên gundê “Umera”- Reco , ên Kurd û resen , rastî pir astengî û binpêkirinan hatin û dibin. Ji girtinên bêsûcane , /4/lawên wê bi /12/sal hatin zîndankirin , /7/ jî bi zîndankirina abedîn , li dadgeha sezayan a parêzgeha “Hetayê” , û bi tuhmetên çêkirî hatin cezakirin , hin girtiyên din ji Avdara 2018 an ve wendayî hene , û hin girtinên herwext jî çêdibin. Herweha destdanîna ser mal û milkên xelkê , vêrgî , dizîna berhemên salane û niştecîkirin jî berdewam in. Wek: Milîsên “Firqit Elmuntesêr Bîlah” , dest danîn ser çar tirektoran ên van hemwelatiyan “Remzî Ne’isan , Henîf Miho , Elî Ezîz Mohemed , Ehmed Bîlal kurê Omer” û sisê jê birin gundê “Qopê” ya jêve nêzîk , û ji her yekî /1.5/milyon (P.S) dixwazin, da ku jê re tirektorên wan  vegerînin. Herweha , bêtirî /100/malî Kurd , her yek bi yek hezar perê Turk ceza kir in. Ji ber wê , xwediyên revandiyekî ji gund neçar man , ku zeviyeke wî bifroşin , da ku kanibin /10/ milyon (P.S) , ji bo serbestberdana wî û tirektorê bidin wan. Bi ser de jî , milîsên li gund , sixûrên xwe dişînin piş derî û dîwaran , da ku , li telîfonên xelkê gund guhdar bikin. Ji ber wê jî , xelk ji tirsa girtinê re , xwe ji ber dengkirina li ser kiryarên milîsan didin yal.

Girtinên bêsûcane

 -Li 1.3.2020 an , keça mêrnekirî “Şeze Xelîl Mustefa” , ji xelkê gundê” Qopê” û li bajaroka “Be’idîna” – Reco rûniştî , ji aliyê asayiş û istîxbarata Turkiyê ve hate girtin.

– Li gundê “Avrazê” – Mabeta , hersê hemwelatî (Seydo Emîn Henan ji du heyvan ve , Emîn Me’imo ji bîst rojan ve , û Xalid Ne’isan jî ji heyvekê ve) – ji bo cîbcîkirina cezayên , ku ji dadgehine çêkirî ve  , û ji ber girtinin ku berê bûbûn û bi kefalet hatibûn berdan – hatin girtin. Jêdereke taybet tekez kir , ku “Seydo Emîn Henan” bi neh mehan hepis cezakiriye.

– Ji bêtirî heyvekê ve , pênc hemwelatiyên gundê “Eyn Hecerê”- Mabeta , ji aliyê asayiş û istîxbaratên Turkiyê ve hatin girtin , jê sisê hîn zîndankirî ne , û ew jî ev in: Şukrî Henan Osman , Ezet Ednan Osman û Mohemed Sebrî Şêxo.

 -Li 1.4.2020an , hemwelatî “Mûrd Ehmed Betal yê /40/ salî” ji gundê ” Me’imila” – Reco , bi tuhmeta kar di rêzên asayişa Rêvebiriya Xweser a berê de , cara sisiyê hate girtin.

Binpêkirinên din

– Li 3.4.2020an bi şev , li bajaroka “Celemê”- Cindirês , giropeke çetan e çekdar sê amorên toreya nêt , û berî wê bi heftakê  tabloyên enerciya royê yên elektirîkê , ji ser bana du malan dizîn .

– Tekezî ji rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê re, termeke serjêkirî , li taxa “Zêdiyê” ya Efrînê hate dîndin , û jêderine opozisyonê tekez kirin , ku ew laşa ya xortekî gundewarên Helebê ye.

Kortek (çalek) bi kûrbûna /4/ m an , li goristana gundê “Ebo Ke’ibê”.

– Hin çalakvanên rûpelên hevgihanên civakî , wêneyên çal û kortên bi çar metroyan kûr , ên ku li nav goristana gundê “Ebû Ke’ibê” – navça Cindirêsê – û bi destê milîsên çekdar , ji bo lêgera li mayendên nirxbuha hatibûn kolandin –  belav kirin.

Berdewamkirina bombebarankirinê

Navenda Xaça sor a Kurd li Ehrezê

Ji aliyekî din ve , di navbera hefta çûyî de – û bi ser ku, cîhan tev bi vîrosa “Korona” mijûl e , û bangdanên ” Entonyo Gotêrês ” û ” Gîr Bîdrson”  ,  da ku agirbest li tevaya rûberiya Sûriyê cîbicî bibe – ; Artêşa Turkiyê û nandozên wê , bombebarankirin li ser gund û bajarokên “Şêrewa û Şehba”- Bakurê Heleb ( Soxanek , Aqûbê , Zaretê , Kefer enton , Şewarxa , Irşadiyê , Ehrez …û yên din ) , yên ku bi koçberên Efrînê mişt , berdewam kirin ; Ziyanin şênberî gihandin wan deveran , û hewildanên li hember seknandina “Korona” giran kirin û hin caran jî rawestandin.Li 1.4.2020an , hin perçehesinên wan avêjtekan li navenda bijîşkiyê ya bajaroka Ehrezê û girêdayî Xaçesora kurdî ketin , û ziyanên şênberî gihandinê , û hin jê li avahiya dibistana bajêr – ya ku , koçberên Efrînê lê dimînin- ketin.

Em careke din dubare dikin , ku mandina zaroyên Efrînê yên girtî û revandî , di wan zîndanên qirêj de – ji tirsa ku , vîrosa “Korona ” kevin – metirsîdariyeke mezin li ser jiyana wan  û li ser civakên xwecehî jî çêdike , çimkî ev xişma cudahiyê nake nav ademîzadan. Ji ber vê  , livek lezgîn gereke , da ku , zext û fişar li ser hikometa Turkiyê were çêkirin , ji bo  girtiyan îro berî siba serbest berde , bombebarankirina li ser gund û bajarokên “Şêrewa û Şehba “- Bakurê Heleb biseknîne , û binpêkirin û tewanan jî rawestîne . Da ku , xelkê Efrînê kanibe jiyana xwe li hember bêtara” Korona” ta asteke gengaz bi rêve bibe.

04.04.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– Birîndar “Dilgeş Omer Erebo”.

– Bajaroka “Şiyê” û minara mizgefta kevnar ji berî dagîrkeriyê.

– Kortek (çalek) bi kûrbûna /4/ m an , li goristana gundê “Ebo Ke’ibê”.

– Navenda Xaça sor a Kurd li Ehrezê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button