Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (83):
Wendayiyên bi zorê, revandî û girtî, di bin buveya vegirtina “korona” de ne…Tewankirin û binpêkirin berdewam in

Veyrûsa korona ya nûderketî”, rewşine zortir bi ser ên, ku di bin dagîrkerî, binpêkirina milîsên tundrew û kirîzên salane yên welatê me de dijîn, peyda kirin. Bi ser tirsa cîhanê ji belavbûna korona, û mijûlbûna hemî milet û dewletan bi çawabûna tunekirina wê; Hîn binpêkirin û tewankirin , li Efrînê berdewam in.

Lê, yê ku, xelkê pir ditirsîne, buveya vegirtina bêtirî /1100/î ji lawên wan ên girtî, wendayiyên bi zor  û revandî û çarenûs ne xuya, herweha jî  yên ku, bi sedan di zîndanên asayêş û artêşa niştîmanî ya sûrî “elşurte we elceyş elwetenî elsûrî” de, bi veyrûsa korona ye. Ji ber ku, ew zîndan bê perensîpên tenduristî û parastinî  ne .

Ji bîr nebe, ku piraniya yên girtî, revandî û wendayî sivîl in û hin ji wan jî jin û temenmezin in, û bi tuhmeta têkliyê bi rêbebiriya xweser a berê re, yan jî bi tuhmetin çêkirî, hatine girtin an revandin. Ew yeka dihêle, ku ew girtin weke girtinên tewşankî, bêsûcane û siyasî werin jimartin, destlatên dagîrkeriya Turkiyê di ber de berpirsiyar werin dîtin, û tersbûneke mezin ji benda /70/ ê ji hevpeymana Cinêfa çaran a /1949/an re be. Ya ku, rê nade dewleta dagîrker, ku dest dîne ser kesên parastî yan wan bide dadgehkirin an wan bi sedema ku, berî dagîrkirinê Karin kiribin an nêrînin dabin gunehkar bike .

Girtiyê bi zor wendayî “Nûrî Ibrahîm Cabo”.

Ji wan kesên bi zor wendayî, hemwelatî “Nûrî Ibrahîm Cabo” ye , yê /42/ salî , ji gundê Qirigolê – navça Bilbilê ,  û ji Nîsana /2018/an.z girtiye. Hêjaye bi bîr were, ku girtin berdewam in, heya ku hin caran girtina kesekî û bi heman tuhmetan dubare bibe. Yanê yên ku, berê bi /100 – 200/ hezar L.S hatibin berdan, careke din li pêş “dadgeha sezayê” têne dadgehkirin, û bi zîndankirin û pereyine din têne cezkirin.

Girtinên ku nû çêbûne û gihane me ev in:

– Li 17.3.2020an z , hemwelatî “Şêxmûs Mihemed Elî” ji xelkê gundê Ereba – navça Mabeta , li bajarê Efrînê hate girtin.

– Li 18.3. 2020an z , hemwelatiyê bi navê “Hebeş Behcet Hebeş” ji gundê “Ereba”- N. Mabeta , li devera pêşesaziyê ya bajarê Efrînê hate girtin.

– Li 24.3.2020an , “Kîbar Mihemed Kolşo” , li navenda navça Mabeta hate girtin.

Hemwelatiyê revandî “Ridwan Henan Hesen”.

– Li 23.3.2020an , hemwelatî “Ridwan Henan Hesen” ji gundê Miskê – navça Cindirêsê, ji ciyê kar, li navenda bajarê Efrînê, ji aliyê milîsên çekdar ve, hate revandin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e .

– Li 26.3.2020 an z , hemwelatî “Luqman Şêxmûs” yê /41/ salî, ji gundê “Qestelê Kêşik” – navça Şera, ji aliyê milîsên “Lîwa’i Elsultan Mûrad” ve , hate revandin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e .

– Wendabûna ” Ehmed Elo ” yê /39/ salî , ji gundê Mistika – navça Şiyê, ji heftakê ve, li Istanbûlê, û gûman heye ku, ew li ser destê asayêşa Turkiyê -dema lêvegera wî ji nexweşxanak hikometê re – li piş raporên tolhildanê yên, ku li Efrîne li ser rabûne de, hatibe girtin.

Hin binpêkirin û tewanin din :

– Gundê “Îska” yê ku li Başûrî Efrînê dikeve, ji /250/ malî pêk tê, û dora /125/ mal ji wan li gund man e. Lê , milîsan /800/malbat ji yên bi anîndin dane, û di malên vala û kon û çadirên , ku li nav û dora gund venane de nişte kirin.

– Milîsên “Elasî – Lîwa’i Semerqend”, li gundê “Firêriyê” – navça Cindirêsê, dest danî ser /1000/ darên zeytûnê, yên ” Dr. Xelîl Husên Hac Ebdo” ji gundê ” Kefirsefrê”- N.C û niha li Almaniya rûdine .

– Li gundê “Coqê”- Efrîn, milîsa”Firqit Elhemzat” vêrgiyên mehane /2500-5000/L.S li xwediyên firoşxane û tirektoran ferz kir, ji bilî, ku berê jî ji du salan ve, /500/L.S mehane û /500/ jî ji bo paqijiyê li her malekê dixin.

– Li gundê “Şêx” – navça Reco, piştî ku, artêşa Turkiyê ya dagîrker derbas gund bû , bargeheke leşkerî li sirta “Kaziyê” ya li rex gund çêkir. Di encam de, /300/ dar zeytûnê yên hemwelatî “Husên Henan” û dora/200/ î jî yê “Ebdo Şêx Ebdî” ji holê rakir,  ziyanin din jî gihand zeviyên derdorê , û sala borî bargeh  ji hev hate şelandin.

– Me di rapora çûyî de, çêra qutkirina daristana “Tîngtîngê” kiribû, lê me bi şaşbûn gotibû, ku ew li Başûrê gundê “Qere tepe” – Efrîn dikeve. Ya rast ew e, ku ew li Bakurê gund dikeve. Herweha, milîseyan daristana “Qestel” ê jî – ya ku, li Rojavayê daristana “Tîngtîngê” dikeve û li sala /1974/an hatiye çandin – qutkirin, û koçberên gundewarên Idlib û Heleb, bi awakî berdewam û bi kirê, li wir bi cî dikin.

Herweha serberdan û çêrandina keriyên pêz û dewaran li piraniya çarçewa herêma Efrînê û gihandina ziyanê bi darên zeytûn, fêkî û çandiniyê, bûye diyardeyek. Xwedî û şivanê  pez û dewaran ên ku bi zorê hatine bi cîkirin çekhilgêr in. Wê lomê, kes newêre li pêşiya wan bisekine û biqewtîne, yan gilî bike. Û piraniya giliyên dibin jî, tu encamên razîbûnê jê dernakevin. Nimûne, li derdora gundê “Celemê” – navça Cindirêsê, li kêlek riya “Efrîn – Reco”, û li deştên “ziravkê û Avrazê – Mabeta” – bi taybetî pirbûna geya û şînkahiyê li nav gelek zeviyên ku, bi sedema baranê û buhabûna mazotê nehatine ajotin- gelek keriyên pêz û dewaran hene. Bi ser ku, Odeya çandiniyê  ya ku bi “odeya şaxa zeytûnê” tê navdan, li 19.3.2020an, giştînamak durveyî ji bo qedexekirina çêrandinê di nav mal û milkên xelkê de derxist , lê, milîsan û nişteciyên hatine bi cîkirin tu guh nedanê. Ne tenê weha jî, milîs zeviyên di bin destlatiya wan de , bi kirê û ji bo çêrandinê didin xwediyên pêz û dewaran.

Û ji alîkî din ve, dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, bombebarankirina xwe li ser gund û bajarokên “Şêrewa û Şehba” – Bakurê Heleb, yên ku, bi koçberên Efrînê mişt berdewam dike. Li 26.3.2020an, bajaroka “Til Rifetê” bombebaran kir, “Ebid Elrehman Ibrahîm” ji gundê “Kotana”- navça Bilbilê birîndar kir, û ziyanin din gihandin boriyên ava vexwarinê û hin mal û mewalan. Û li 23.3.2020an jî, derdora gundê “Um Hoşê ” bombekir û hemwelatiyek temenmezin birîndar kir.

Di herdu rojên borî de, ji bo tiştên dizîn û çarçewa bandorbûnê, pevçûnên giran bi çekên sivik û orte, di nav milîsên “Elcebhe elşamiyê” û “Lîwa’i 51” ê de, li taxa “Eşrefiyê” û geroka “Kawa”, li hundir bajarê “Efrînê” derketin holê, hin kuştî û birîndar encam dan , û tirs di nav xelkê de peyda kirin.

Vêca, xelkê Efrînê bang li hikomet û rêxistinên girêdayî rewşa Sûriyê, û emîndariya giştî yê “Komîta Netewên Yekgirtî” û saziyên pêve girêdayî dikin; Da ku, bi lez bilivin û fişarê li Hikometa Turkiyê bikin, ji bo lawên wan ên girtî û revandî serbest berde; Bi taybetî  veyrûsa “Korona”, jiyana girtiyan pir buve dike. Herweha, ew tekez dikin, ku zaroyên wan bê sûc in, tu tewan di dermafê tu kesî yan dewleta Turkiyê de nekirine, û tu mafê kesî li cem wan tune ye.

28.03.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– Girtiyê bi zor wendayî “Nûrî Ibrahîm Cabo”.

– Cîgeha daristana “Qestel” ê , berî û piştî qutkirina daran.

– Hemwelatiyê revandî “Ridwan Henan Hesen”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

 

Related Articles

Back to top button