Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (82):
Hindabûna diyardeyên Cejna “Newrozê”… Girtin û ketina avêjekan bi ser bajêr de, qutkirina daristana “Tîngtîngê” – gundê “Qere Tepe”

Agirê “Newrozê “li gundê” Miskê” –  Cindirês.

Receb Teyib Erdoxan bi Kurdan wek miletekî xwedî doz, dîrok û kelepûr mikûr nabe; Lê , aşkere dijîtiya wan dike , û hewil dike , ku Cejna ” Newrozê ” bike ya xwe. Di gotareke (xîtab) , ku li ser navê wî hatiye belavkirin de , ew “Gelê Turkiyê” bi Cejna Newrozê pîroz dike , û wê ji bermaya bav û bavpîrên xwe dijmêre; Herweha bi bîr tîne, ku Newroz şana “hêvî , biratî , hevgirtin û nabûna nijadperestiyê” ye ! Û siyasetên xwe yên dijayetî yên rêkûpêkirî û nijadperest ên herdem û herder , û binpêkirinên artêşa xwe û milîsên pêve girêdayî di dermafê xelkê Efrînê yên Kurd  ên resen de , ji bîr dike. Ewên ku ,  li dirêjahiya du salan ji dagîrbûnê , genîtiyê belav dikin , perensîpên mirovahiyê binpê dikin , şahî û ahengên cejna “Newrozê” li sedhezaran xelkê wê qedexe dikin ,  nahêlin , ku agir li serê çiyan û giran werin dadan , an mûm li ser ban û balkonan werin vêxistin.  Ji bilî ku , îsal xelkê me li hundir Efrînê – dûrî diyarde û şahiyên cejnê – li hin ciyan agir dadan û mûm vêxistin , bi hêviya ku di demek nêzîk de , dagîrkirin nemîne , û ji milîsên çekdar ên hovane rizgar bibe.

Binpêkirinên berdewam:

– Li destpêka hefta borî , Hemwelatiyê bi navê “Şêrzad Salih” ji xelkê Gundê Kurzêlê – yê ku , di mala bavê hevjîna xwe de , li Gundê “Keferdelê jêrin” radibû û rûdinişt – hate girtin ; Û mervên wî naçar man , ku /1500/dolar bidin wan çetan , ta ku piştî çend rojan hate berdan.

– Li 19.3.2020an , “Şiyar Silêman” yê ciwan û wergêr di encûmena xwecehî de , li Efrîna kevin rûdinişt , ji aliyê asayîşa leşkerî ve , mal hat dorpêçkirin û hate girtin.

– Duh bi sibê , pîkabek honday a malbatek ji “Me’erit Elnuman – Idlib” e penaberbûyî û di dîkaneke Efrîna kevin de rûdinişt ,  ji pêş malê hate dizîn.

– Ji dora heyvekê ve , li Gundê Hebo – Mabeta, çar çekdaran û yek ji wan zabitek milîsa” Lîwa’i Mihemed Elfatih” bû , hewil dan ku , êzingên hemwelatî “Ziyad Fewzî Egîd” yê hişnelicî desteser bikin ; Lê , wî li ber xwe da û li wan xist , vêca wan çû hêzek din anîn , ew li dû makînê girêdan û xuşandin û girtin…Paşê , piştî pêhesiyan ku hiş ne li cî ye , ew serbest berdan.

Cîgeha daristana çiyayê “Tîngtîngê” ya qutkirî – Başûrê gundê Qere Tepe

– Hin milîsan , daristana “Çiyayê Tîngtîngê” ya Başûrê Gundê Qere Tepe -Efrîn , tevda qutkirin ; Û li pêş çavên bepirsiyarên bargeha leşkerî ya turkî ya li gund , wan êzing û stûnin pir bi makînên bara veguhestin. Jêdereke bibawer ê çandiniyê got , ku darên daristanê sala 1974an hatin çandin , û rûbera wê jî /60 / hiktar e.

Serberdayetî û jihevketina asayî:

Her demekê û demekê , avêjek bi ser bajarê Efrînê de dikevin , û piraniya xelkê Efrînê tekez dikin , ku ew ji hundir erdê Efrînê – ya ku di bin destlatiya artêşa Turkiyê û milîsên bi ser ve – derdikevin , û tuhmetkirina “Hêzên kurdî” bi wan kiryaran   dereweke aşkere ye . Di dema ku “Hêzên rizgarkirina Efrînê” her ku yekser hêzên dagîrker û nandozên wê armanc dikin , bi awakî fermî li xwe dinin.

Li 18.3.2020an, /5/avêjek bi ser kolana “çûnûhata vêlata” de ketin , ziyanin şênberî gihandin avahiyan, û hin kes hatin kuştin û  birîndarkirin , ji nav wan endamin milîsên “Ehrar Elşerqiyê ” bûn.

Li şeva 19.3.2020an , avêjeke din , li avahiyeke di kolana “Rîvolî ” de , li nav Efrînê ket ; Ziyanin gihan malekê û du zarok birîndar kirin.

Ciyê teqîna matora duloqî , li pêş pêjgeha “bavê Îmad”

Li şeva 20.3.2020an , matorek dutekerî (duloqî) , li navendeke milîsan – hember pêjgeha “bavê Îmad” li Efrînê  ket , tu ziyan encam neda. Li rex wê, herdem ji bo destlatîkirin û tiştên dizînê ,  pevçûnên navxweyî di nav milîsan de çêdibin.

Ji alîkî din ve , hêzên dagîrker ên Turkiyê û nandozên wê , bi awakî berdewam , gund û bajarokên Şêrewa û Şehba – Bakurê Heleb , ên ji koçberên Efrînê mişt , bombebaran dikin , ziyanên cuda çêdikin , û tirsê di nav sivîlan de peyda dikin.

Bi boneya cejna “Newrozê” , em gelê xwe yê Kurd bi giştî pîroz dikin ; Herweha em tekez dikin , ku divê karê cersandina siyasetên dagîrkeriya Turkiyê û kiryarên wê yên dijayetî û rêkûpêkirî berdewam be ; Herweha binpêkirin û tewanên , ku milîsên Sûriyê yên terorîst berbiçav û aşkere bikin.

21.03.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– Agirê “Newrozê “li gundê” Miskê” –  Cindirês.

– Cîgeha daristana çiyayê “Tîngtîngê” ya qutkirî – Başûrê gundê Qere Tepe .

– Ciyê teqîna matora duloqî , li pêş pêjgeha “bavê Îmad”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button