Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (77):
Niştecîkirineke pir û bi zor bi malbatên xelkê herêmê yên resen re, binçavkirina temenmezinan…Topebarankirina gund û bajarokên penaberiyê yên ku xelkê Efrînê yên koçberbûyî tê de

Wergerandin ji Erebî

Destlatên dewleta Turkiyê ya dagîrker û milîsên Hemahengiya sûrî ya Ixwanî (El-itîlaf El-sûrî El-ixwanî) ya pê ve girêdayî dilxwaziya xwe di anîna bi sedhezaran ji yên ku ji şerên gundewarên Başûr û Rojhilatê Idlibê û Rojavayê Helebê reviyane û direvin, û cîbicîkirina wan di Efrînê de dîtin. Da ku, pirojeyên guhertina demografî li herêmê di bin perda”rizgarkirin û parastina sivîlan” de, û girînokên bi ser “serpêhatiyên” wan de berdewam bikin, di dema ku, binpêkirin û tewanbarî di dermafê xelkê Efrînê yên resen de nesekinîne, ta ku mal û milkên wan ji kesên ku hatine niştecîkirin ve, hatiye  miştkirin.Tu avahî vala neman, kon û çadir û komegehên tewşankî li piraniya çarçewa Efrînê hatine belavkirin, yên hatine anîn bi darê zorê di nav malên Kurdan de bi cî dikin, û milîsên dest danîne ser milkên xelkê herêmê bi buhayeke bilind bi kirê didine wan. Û gotina ku “Encûmena Niştimanî ya kurdî” li 19.2.2020 an, di daxuyaniya xwe de, li ser zimanê Mewlûd Çawîş Oxlo (şaliyarê derve yê Turkiyê) belavkirî, ku “ji hemî pêkhateyên gelê Sûriyê re û bê cudahî piştgir in, mafên Kurd û gerantiya wê ya  destûrî destek dikin, binpêkirinên hin giropên çekdar red dikin û cezakirina kesên ku pê radibin gerek dibînin, çi guhertineke demografî be red dikin, û vegera penaberan li cî û warên wan bi şêwakî aseyane pêdivî dibînin” derew û virûvût in, û di ser xelkê me yên Efrînê re derbas nabe.

Çadirên penaberên ji şerê li gundewarê Idlib û Helebê reviyane, li zeviya Mistefa Cimo – gundê Aşka ya Şerqî.

Ev niştecîkirin û welatîkirina pirane di herêmê de, delamet û faktoreke zêde ye ji şûnketina jiyana rojane, herweha ji binpêkirin û tewanên  fazle re ye; mîna berdewamkirina birîn û qutkirina daristan, darên îhracê û bi dehezaran ji darên zeytûnê, ta asta jiholêrakirina beşekî jê.

Li gundê “Til-silorê” – Cindirês bi zorê bêtirî pênc malbatên ku ji Idlibê reviyayî di malên Kurdan de bi cî kirin. Rewşa kambax dihêle, ku ewên  reviyayî jî neçar bibin zeyta xwe ya zêtûnan bi erzanî li navenda turkî ya li Cindirêsê bifroşin. Herweha hinan ji wan tiştên xelkê Efrînê yên diziyayî (amûr û alav, tirektor û makîne…H.W.D)bi xwe re anîn… Jêderekê ji me re tekez kir, ku hin amûrên guvêşgeheke zeytûnan û kargeheke bêrînê (pelûş) yên xelkê Efrînê, ku di dema êrişkirina bi ser herêmê de hatibûn dizîn jî, bi xwe re anî bûn.

Li gundê “Kefirsefrê”- Cindirês, hemwelatiya bi navê “Eşûn Xelîl Gedro” ji aliyê milîsên”El-asî-Lîwa’i  El-semerqend” ve hate binçavkirin, piştî rojekê, bermberî dandina diraveke ne diyar hate berdan.

Li gundê “Maratê”-Efrîn, odeyek tê de nema, bêyî ku bi zor tu kes têde nehatibe bi cîkirin. Li 20 î Reşmehê, asayişa leşkerî û istîxbaratên Turkiyê hemwelatiyên temenmezin (Ehmad Heydo /78/sal û Xelîl Eyobî/77/sal) hatin binçavkirin, ewên ku berî niha piştî desteserkirina gund hatin girtin, lêdankirin û ji ber wê “Ehmed Heydo”çavekî xwe wenda kir, û berî heyvekê jî heyşt hemwelatiyên gund hatin girtin, şeş jê hatin berdan û herdu hemwelatiyên bi navê “Ehmed Qilîç û Rûken Misto” jî ta niha binçavkirî ne.

Hin penaberên li gundê Hîlsa- bakurî Helebê, li derveyî malan xwe li ber agirekî germidikin

Li şeva 18 î Reşmehê leşkerê Turkiya dagîrker û milîsên wê bi avêjtokên giran, bêtirî bîst xalên sivîl û leşkerî li gundewarên Bakurê Helebê armanc kirin, ji gund û bajarokên ku hatine armanckirin (Tilcîcan, Sed-Elşehba, Helîsa,Til-medîq, Hirbêl, Um-hoş, Elmalikiyê, Şewarxa, Dêr-cemal, Zaretê, Aqûbê, Soxanekê, Xirêbkê û Kampa – El-ewdê) yên piraniya nişteciyên xwe penaberkiriyên herêma Efrîna dagîrkirî ne. Û di heman dîrokê de, çar guleyên avêjtokî û jêder ne diyar bi ser gundê “Elî caro”- navça Bilbilê de ketin û di encamê de, jinek û keça xwe ve yên ji Idlib û Helebê Penaberbûyî, jiyana xwe ji dest dan. Di 20î Reşmehê de, dîsa piraniya gundên Şehbayê , Çiyayê Lêlûn û bajarokên Nubil û Zehrayê hatin bombebarankirin, wê jî hîşt ku hêzên leşkerê Sûriyê û piştevanên wê di amedebaşiyê kevin û tirs û nevehesiyek – ji şerekî din bibe sedema penaberkirineke nû  – têkeve nav xelkê me yê li wir.

Lê xelkê me yê Efrînê baş têdigihên asta dijmantî û zikreşiya Hikometa “Eledalê we- Eltenmiyê” ya Turkiyê û milîsên cîhadîst û tundrew di dermafê wan de, ji ber ku Kurd in, beşdarbûna wan a dîrokî li ser axa xwe û rola wan ya çalak û aktîv di Sûriyê de ye. Herweha ew binpêkirin û tewanbariyên rojane ku li ser wan dihêne kirin û guhertina demografî ya ku tê meşandin, bi çavê xwe dibînin, û aliyê ku çavan ji kiryarên Turkiya dagîrker û milîsên wê dadimrînin nûnertiya wan nake.

22.02.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– Çadirên penaberên ji şerê li gundewarê Idlib û Helebê reviyane, li zeviya Mistefa Cimo – gundê Aşka ya Şerqî.

– Hin penaberên li gundê Hîlsa- bakurî Helebê, li derveyî malan xwe li ber agirekî germidikin.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vê bitikînin:

 

Related Articles

Back to top button