Dost Teslîm Tore, heval Hayder koça xwe bar kir… Bila hûn xweş bin, serê heval, dost û mervên wî sax be.
Teslîm Tore kesayetiyekî mirovhez û navdar bû, li dijî Faşîzim û Nijadperestiyê, ji bo Azadî û Wekheviyê bi dil û can xebat û têkoşîn kiribû û dikir. Ji zimanê xwe yê dê pir hez dikir, ewqas jî berketiyê Cefakêşan û heyranê dostaniya gelan bû.
Li dirêjahiya bêtirî /60/ salî , bê dudilî, li Turkiyê, Rojhilata Navîn û li Xerîbiyê temen û jiyana xwe terxî pirs û doza Aştî û Mirovatiyê kiribû.
Bila hûn xweş bin.
Qamişlo 29.11.2019 an
Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekreterê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûryê