Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Em rêya mezin û zanyarên xwe bernadin
Newafê Bişar*

Piştî bûyerên xembar û dilêş ku bi giranî  jiyana gelê me hejandin, çi li başûrê welêt dema dagirkirina Kerkûkê, çi jî tewanên mezin ên ku li Efrînê bûn û hê jî dibin, hovîtiya neyar û durûtiya dostan aşkere û diyar bûye, gelek xwişk û birayên me ji nivîskar û rewşenbîrên  Kurdan bê hêvî bûne, gotin, peyv, û hilwestên ku vên û morala gel diçilmisînin ji dev û pênûsên wan diherikin!.

Di vî warî de, pêwiste em  di bîra xwe de bînin ku gelê Kurd ê ku bi sedsalan di bin destê neyaran de dîl û jar maye, kerxên hovane, kuştar, û hemû rengên jiyana tal a mîna zilindarê dîtiye, di mercên nezanî û xizaniyeke bê sînor de salên giran û dirêj derbas kirine, ku di siha wê rewşa kambax û wêran de, gelek nexweşiyên civakî û derûnî di hiş û canê wî de cih girtine, ew ên bûne egera perçebûn û kêmbaweriya bi xwe, û bi hev. Lê, digel hemû êş û azaran, wî gelî xwe winda nekiriye, ziman, wêje û folklora xwe ji bîr nekiriye û welatê bav û kalan parastiye, bernedaye,  her ew di çavên neyarên hebûna xwe de stirî, kelem û xirar maye… Ne tenê wilo, wî serî neçimandiye,  her ku derfet dîtiye, bi mêranî rabûye ser piyan, têkoşîn kiriye, serhildan û şoreşên azadiyê dijî dagirkerên welêt bi rêve birine.

Ew gelê ku ewqas êş û cefa kişandiye. Ew gelê ku xizanî û nezaniyê hiş û çavên wî kor kiribûn, îro bi milyonan keç û lawên wî xwendine, hişyar bûne, xwe nas kirine, dost û neyarên hebûna xwe ji hev cuda kirine, û bi dehê hizaran  zana û pisporên  welatparêz peyda bûne. Tevî vê rewşa girik a tevlîhev a ku îro em tê de dijîn, lê, çi dûr çi nêzîk, ew jî dê mîna hemû gelên cîhanê azadiya xwe bidest xîne, welatê xwe ava bike, bi aştî û aramî bi hemû pêkhateyên deverê  û miletên cîhanê re bijî.

Lê, çendî em nakokiyên xwe  bidin paş û  berjewendiya gel bidin pêş, çand û gotara lihevkirin û hezkirinê di civaka xwe de biweşînin, bi firehî  belav bikin, rê li ber gotara hişk û tund bigrin, ewqas zemîna yekîtiyê xurt dibe, û roja azadiya gelê me nêzîk dibe. Ji ber vê rastiyê, em bê hêvî nabin, rêya zaniyar û mezinên xwe bernadin!…

* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button