Eve heft meh bi şev û rojên xwe yên dirêj î reş û giran di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Heft meh in, lê ew di jiyana xelkên berxwedêr ên çiyayê Kurmênc de heft sedsal û heft dojeh in.
Heft dojeh in, ji ber ku ew li ser destê artêşa dewleta Turkiyê a dagirker û çekdarên zikreş û kinder ên rikberiya Sûriyê, ew hemû reng û cûreyên zêdegavî, hovîtî û çavsoriyê dibînin û rûmeta wan a mirovatî binpê dibe!..
Ji derveyî hemû zagonên navnetewî û pirensîpên mafên mirov û gelan, rojane Kurdên herîma Efrînê toşî talankirin, zindankirin û kuştinê dibin. Bi armanca valakirina deverê ji xwediyên wê yên resen, pilan têne gerandin, teror û tundetûjî li dijî wan birêve diçin. Ew rengemirov ên har ên devbixwîn, dar û berên xelkê ku bi dehsalan e ew çandine, hembêzkirine, bi xwêdana eniya xwe av dane dişewitînin, gorên miriyan xirab dikin diherifînin û di tariya şevan de, xelkên bê sûc û bê guneh ji malan direvînin, wan dikujin û cendekên wan davêjin çolan..! Ma mirov çi bêje û çi nebêje!..
Li hemberî evqas tawan û kiryarên hovane yên ku li dijî hebûna gelê me bikar tên, ewên ku mîna daxeke reş di eniya civaka navnetewî de tê jimartin, hêz û dewletên mezin ên cîhanê û dezgeh û rêxistinên navnetewî bê deng û bê hilwest in. Ev bêdengiya wan ji dewleta Turkiyê û hêzên xulamokên wê re rêdaneke aşkere ye û ji gelê me yê kurd re xemgîniyeke mezin a bê sînor e. Efrîn hatiye ji bîrkirin, destê kujer û keriyên hovan hatiye berdan!.
Sed mixabin ku îro siyaseta navdewletî siyaseteke çewt, seqet û kor e, ew li ser rêbaza fîlosovê Îtalî Mîkyavillî bi rêve diçe û armanca wê bidestxistina berjewendiyên piçûk e ne li gora berjewendî û paşeroja gelên cîhanê birêve diçe. Ne tenê wilo, mirov dikare bibêje ku ev ton siyaset di naveroka xwe de li dijî berjewendiyên hemû gelên cîhanê ye.
Mirovatî ser û ber, hevparê avê, jîngeh, aramî û aştiya cîhanê ye, û li kîjan welatî, li kîjan deverê tundrewî, teror û ramanên şoven geş dibin, ben li stoyê azadîxwaz û aştîxwaz û mirovhezan teng dibe û agirê kîna reş a malwêran gur dibe û jiyan tarî dibe.
Tevî birîna kûr a dil, em dibêjin hê dem neçûye, ji bo Efrînê, ji bo man û jiyana gelê me, pêwiste em biqîrin, kul û derdên wê di bîra mirovahiya ker û lal de bînin, çiku Efrîn hewcedara xebat û alîkariya me hemiyan e, û yek ji piçûktirîn erk û ustûbarên me ye.
* Rojnama Newroz – hejmar /139/ – 25 Cotmeh 2018 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê