Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hilbijartinên Turkiyê … Paşerojeke ne diyar

Desteya sernivîser*

Li seranserî Turkiyê û Kurdistanê, roja 24ê Hizêranê, hilbijartinên serokomarî û Parlemento hatin pê. Di encamê de, di tûra yekem de, Receb Teyib Erdoxan posta serokomariyê bi dest xist lê partiya wî AKP, piraniya dengan bidest nexist û nikare bi tena xwe hikûmetê ava bike.
Tevî ku mixain, tevgera Kurdî li Bakurê Kurdistanê nikarîbû di vê cenga aştiyane de rêzên xwe bi yek bikin û dengê gelê Kurd bighînin hemû derên cîhanê, dîsajî HDP, pileya %10 derbas kir û 67 parlementer gihandin Parleman û ji bo tevaya gelê Kurd ew serkeftineke dîrokî bû.
Ji bo propagandaya hilbijartinê, û bi armanca bidestxistina dengên tixumperst û şovenên Turk, Receb Teyib Erdoxan gotara xwe li hember maf û dozagelê Kurd tûj kir û hêzên xwe yên leşkerî şandin Başûrê Kurdistanê û gef li gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê xwarin.
Piştî darbeya ku gelek goman li ser rastiya wê hene, Erdoxan demokrasî, mafên mirov û azadiya ragihandinê kirine astengê. Bi dehê hizaran rikber û dadwer û efserên artêşê ji kar û barên wan bidûr xistine, bi dehê hizaran xebatkarên democrat û mafnas avêtine binê zindanên xwe yên tarî, nûnerên gelê Kurd ên bijartî yên mina xebatkarê navdar Selahedîn Demirtaş û hevalbendên wî zindan kirine, û berê Turkiyê daye aliyekî ne diyar û tu kes nikare encamên vê reng siyasetê texmîn bike.
Wekî ji hemû rayedarên cîhanê û dezgehên navnetewî ve diyar e ku Hikûmeta AKP û serokomar, gelek zêdegavî derheqa gelê Sûriyê û gelê Kurd bi taybetî kirine. Û ji ber ku ew li ser gelek wrîsan dilîze, Kirîza Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û tewanên mezin dike ku dagîrkirina EFRÎNê yek ji wan tewan û gunehkariyên ku ticarî nayên bexşandin û ji bîrkirin. Di vê derheqê de, ew di gola nakokiyên dewletên mezin ên cîhanê, nemaze yên Rûsya û Emerîka de avjeniyê dike û çavên gelên Turkiyê ji rastiyê diguhêre.
Her kes û hemû dewletên cîhanê dizanin ku berjewendiya gelên Turkiyê û welatê wî di aştiyê de ye ne şer, pevçûn û cengê bi gelê Kurd re ye. Giringe hemû aştîxwaz û xebatkarên dilsoz jib o tazîkirina vê siyaseta çewt xebatê bikin, û doza Kurdî bi şêweyekî aştiyane li ser masa diyalogê di bin çavdêriyeke navdewletî, li gora belgeyên mafên gel û mirovan di çarçewa yekîtiya welêt de bête çareserkirin.
Digel hemû azar, derd û êşên giran ên gelê Kurd û likumandinên tevgera wî ya siyasî, hêviyên me li cih in ku paşeroj ji gelê me û hemû aştîxwazên cîhanê re ye, û pêwiste ku gelên deverê waneyan ji kirîza Sûrî û Îraqê bigrin û ew bi xwe hev bipejirînin û destên ku agir di welatên wan de tev didin, ji welatê xwe bavêjin, ji ber ku bi şer û rijandina xwîna mirovan, dozên gelan çareser nabin.
Bi navê desteya NEWROZ ê, em gelê Kurd bi serkeftina HDP pîroz dikin û bi hêvî ne ku ew ji me re bibe pêngavek nû bo lihevkirin û yekîtiya gelê me yê berxwedêr.
Bi vê boneyê, kek Miheydîn Şêx Alî/ Sekreterê Partiya me(PYDKS) pîroznameyek ji hevserokatiya HDP ê re hinartibû, ev deqê wê ye:

Pîrozname


Ji hevserokatiya HDP re….
Xanim Perwîn Boldan…
Rêzdar Sezayî Temellî…
Silav û rêz…
Serkeftina partiya we di helbijartinên parlementoya Turkiyê de, li 24.06.2018 ku, benda 10% hate derbaskirin, ciyê pîrozbahiyê ye, û şahî xiste dilên Kurd û hemî demokratan.
Cefakêşî û fedekariya dost û hevalên HDP, li beramber ewqas zordarî û setemkariyên li dijî hebûn û rola we, berhem da û rê li ber domkirin û geşkirina xebata we ya rewa û dadmend fereh kir, ewqas jî berpirsiyartiya HDP mezin kir.
Careke dî em HDP pîroz dikin, hêvî û bawerî li cî ne ku, partiya we li seranserî Turkiyê, her dê di têkoşîna xwe de, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê li pêş û navnîşana herî navdar û pîroz be.
26.06.2018
Bimînin di xweşiyê de
Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê
* Rojnama Newroz-hejmar/138/-20.07.2018 an- Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button