Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê 26.06.2018  Pîrozname Ji hevserokatiya HDP re….

Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

26.06.2018

Pîrozname

Ji hevserokatiya HDP re….

Xanim Perwîn Boldan…

Rêzdar Sezayî Temellî…

Silav û rêz…

Serkeftina partiya we di helbijartinên parlementoya Turkiyê de, li 24.06.2018 ku, benda 10% hate derbaskirin, ciyê pîrozbahiyê ye, û şahî xiste dilên Kurd û hemî demokratan.

Cefakêşî û fedekariya dost û hevalên HDP, li beramber ewqas zordarî û setemkariyên li dijî hebûn û rola we, berhem da û rê li ber domkirin û geşkirina xebata we ya rewa û dadmend fereh kir, ewqas jî berpirsiyartiya HDP mezin kir.

Careke dî em HDP pîroz dikin, hêvî û bawerî li cî ne ku, partiya we li seranserî Turkiyê, her dê di têkoşîna xwe de, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê li pêş û navnîşana herî navdar û pîroz be.

Bimînin di xweşiyê de

Birayê we Mihyedîn Şêx Allî

Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button