Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Pîroznama M.Şêx Allî ji kongirê HDP re

Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Efrîn 10.02.2018

Pîrozname

HDP_Logo Nishann

Ji dîwana 3 yemîn kongireya mezin a asayî ya partiya HDP ê ya bira re ….

Hevserokatiya giştî ya HDP Selahattîn Demirtaş – Serpil Kemalbay re…

Mîvanên rêzdar….

Endamên kongir, beşdarên giranbuha…

Ji Sûriya birîndar û Efrîna berxwedêr, silavên germ ji we re hene, hêvî û bawerî li cî ne ku, ev kongira we ya dîrokî û pîroz dê serkeftî be, û partiya HDP ya ku xwedî çand û  dîrok, xwedî cemawer û daxwazên mafdar û rewa, û li seranserî Turkiyê û cîhanê, navdar û naskirî, her dê li pêş û xwedî rol be, bona dostanî û biratiya gelan, bona demokrasî û mafê mirovan, bona aştî, azadî û wekheviyê.

Ji ber rewşa herêma me Efrînê ya zor awarte, zehmet bû ku em karibin beşdarbibin û xwe di nav we de bibînin.

Careke dî ji dil û can em lidarxistina kongira HDP pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwazin.

Birayê we

Mihyedîn Şêx Allî

Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li  Sûriyê

Pirozname bo HDP

Related Articles

Back to top button