Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Saleke Nû, Helwesteke Nûkirî …

Desteya sernivîser*

Ji destpêka serhildana xelkê Sûriyê de, helwesta lawên gelê Kurd zelal û aşkere bû. Wan bi gelê Sûriyê re doz û daxwaza azadî û rûmetê parve kirin, lê ew bi çekirina wê re ne hevpar bûn.

Wan berdewam digot jî, destpêka çi çareseriya qeyranê bi agirbestê dest pê dike û niha jî dibêjin, ku agirbest pêngaveka yekem ya herî rast e.

Rast e, ku her lihevkirinekê şert û mercên wê yên cuda hene, lê dîsa jî em kanin bibêjin, ev lihevkirinên ku hene û hemî tiştên ku li derdorê dibin, ne yên dawiyê ne; çimkî zincîra çareseriya qeyrana Sûriyê dirêj e, evên niha çêdibin jî xelekine nû ji wê zincîrê ne. Ji ber ku hîn şert û mercên çareseriyê tewaw nebûne. Zor pêwîst e ku destên me Kurdan di hev de bin, çinkî nakokiyên me yên sereke bi neyarên gelê me re ne yên di navbera me de.

* Rojnama Newroz – hejmar / 136/ – Berfenbar 2017 – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-136-1

Related Articles

Back to top button