Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Gotina rêxistina jinê ya PYDKS di civata şêwrê ya ji bo girêdana kongirekî netewî Kurd a jinê li Rojavayî Kurdistan

.
Bi navê partiya xwe, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûrî, wekû rêxistina Jinê, bi xêrhatina we hevalên hêja dikim.
Hevalan, ev dem û hemî demên we serkeftin bin.
Hêjayî gotinêye, mijara ku emê îro li ser guftûgo bikin, mijareke girîng û bi jiyana me ya îro ve, her wisa bi paşeroja gelê me ve, wek nan û avê girêdayiye.
Mijara me Kongra Netewî ye.
Ev mijar, di dawiya salên 1980 an de, di rûniştineke taybet ya hindek siyasetmedarên kurd de wekû pêşniyar têkirin.
Di vê rûniştinê de tesbîtek bi vî rengî têkirin: Em kurd cihekî me tune ku em lê rûnin û bikarin bi hev re, di berjewendiya gelê xwe de biryareke serbixwe bistînin.
Ne mizgefta me heye û ne kinîseyek me heye ku em bikarin li hev rûnin. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi sîwaneyeke niştîmanî, ango bi kongreyeke netewî heye.
Belê, vêca ji bo vê mijarê, ango, ji bo li darketina Kongra Netewî, bi salan e ku bi serperiştiya KNK ê, ji aliyê gelek rewşenbîr û kesatiyên serbixwe ve, ji bo li darketina kongra netewî kedeke mezin hate dayîn, lê mixabin keda van xebatkaran, di encama li hev nekirina partiyên sereke de berhem neda, pêk nehat û ev pêknehatin hişt ku zemanekî zêrîn di ser netewa me re vala derbas bibe.
Hêjayan, divêt em wekû jin, vê yekê baş bizanin ku ev mesele di jiyana gelê me de gelekî girîng e.
Hem ji bo bi destxistina serkeftinên misoger û hem jî ji bo dabînkirina paşeroja zarokên me ev mesele gelekî girîng e.
Ji me têxwestin ku em li ser vê meselê bi şêweyekî cidiyane rawestin.
Heger em li ser vê meselê bi cidî rawestin û bi cidî bixebitin, dibe ku careke din daxwaza li darketina kongra netewî bi giranî bikeve rojevê û bi şêweyekî serkeftî em bikarin vî berî bibin serî.
Di encamê de serkeftina vê kombûna yekemîn ya ku li ser astê jinên Rojava hatiye kirin, pîroz dikim..

Rêxistina Jinê ya PYDKS (Yekîtî)
22-12-2017

Kongire jine-22-12-2017-1 Kongire jine-22-12-2017-2

Kongire jine-22-12-2017-3

Related Articles

Back to top button