Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Mam Celal Talbanî… Jidestçûyê Gewre …

Desteya sernivîser*

Li roja Sêşemê 2/10/2017an MAM CELAL têkoşerê Kurdistanê yê gewre û Serokê Komara Îraqê Çavên xwe damrandin, xatirê xwe xwast.

Mam Celal Talbanî li roja 12 meha Mijdarê li sal 1933an li gundê Kelkan li avraza Çiyayê Kosret- Kerkûk ji dayîk bû. Mam Celal li sala 1947an derbas nav rêzên Partiya Demokrat a Kudistanê bû. Li destpêka dehsalên pêncî ji sedsala bîstan li gel hevalên xwe Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ava kir. Li sala 1951an ji bo endamê komîta navendî ya partiyê hat vebjartin, û ji ber ku ew ji çûkaniya xwe de jîr û jêhatî bû hevalê û nasên wî bi nasvavê MAM Celal didan nasîn.

Mam Celal li sala 1953an derbas kolîcja mafnasiyê li zanîngeha Bexdayê bû û li sala 1959an xwendina xwe bi dawî kir.

Li sala 1961an, piştî ku destladarê Bexdayê ji sozên xwe ji bo mafên Kurdan bi cih nanîn, Mam Celal tevlî rezên Şoreşa Êlûnê bû û bû serkirdeyê beşekî mezin ji pêşmergeyan li deverên Kerkûk û Silêmaniyê.

Li sala 1963an Mam Celal li ser biryara serkirdeya partiyê û Rêberê şoreşê Mile Mistefa Barzanî bi seredanekê çû Misirê û hevdîtin bi serokê Misirê Cemal Ebdinasir re kir.

Piştî girêbesta Cezaîrê a sala 1975an di navbera Şahê Îranê û cîgirê serokomarê Îraqê Sedam Husên de û têkçûna Şoreşa Êlûnê, Mam Celal li gel çend hevalên xwe Partiya Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistanê ava kirin û ji nû ve dest bi şerê çekdarî li dijî rijêma Be`is ya Îraqê kir.

Li sala 1991ê, piştî şerê Kendavê yê yekem, pêşmergeyên Kurdistanê Herêma Kurdistana Îraqê rizgar kirin, û bi rêbertyia Mam Celal Talbanî û Mesûd Barzanî federaliya Kurdistana Îraqê ragihandin.

Piştî şerê kendavê yê duyem li sala 2003an, dagîrkirina Emerîka ji Îraqê re û avakirina hukumraniya demkî li Bexdayê, Mam Cela wek serokê komara Îraqê hate vebjartin, piştre jî li sala 2006an di perlemana Îraqê de wek serokomar hat hilbijartin û li sala 2010an dîsa hat hilbijartin. Lê li sal 2012an, digel ku tûşî nexweşiyê bû, dîsa jî ta sala 2014an postê serokmariyê di destê wî de bû.

Di wê navberê de, Mam Cela li sala 2008an wek cîgirê serokê Rêxistina Sosyalîst a Navndelewtî hat hilbijartin û ta dawiya temenê xwe post parasti bû.

Mam Celal Talbanî yek ji gewretirîn rêberên siyasî yên Kurd û Îraqî bû. Ji destpêka salên şêstî de ji sedsala bîstan û ta roja dawîn ji temenê xwe, roleke wî ye mezin û bernas di bûyer û dîroka Êraqê û xebata gelê Kurd û Kurdistanê de hebû.

Roja koçkirina wî rojeke xemgîn bû li seranserî Kurdistan û li ba hemî qad û nof û tevgera siyasî ya gelê Kurd. Gelek kesayetiyên nas û navdar di rêwresmên veşartina wî de amade bûn û paye û rola wî ya giring dane nasîn.

Ji bo wê êşa giran û boneya kovan, sekretêrê partiya me ev birûska serxweşiyê ji hevalên Mam Celal re hinart:

((Birader, endamên nivîsgeha siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî ya bira…

Silav û Rêz … Em bi dilekî xemgîn ji bona goçkirina sekretêrê giştî yê partiya we û lawê gelê Kurd ê zor hêja mamoste Celal Talbanî serê we xweş dikin. Wekî ku tê zanîn, wî wek têkoşerekî bê dudilî û bê rawestan jiyana xwe di warê têkoşîna ji bo azadî û dadmendiyê borand. Ew bi hezkirin û rêzdariya bi milyonan law û keçên gelê Kurd û gelên herêmê û cîhan bextewer bû.

Me baş nas dikir û çiqas Mam Celal ji bo belavkirina zanîn û zanistê li hemî xelkê Kurdistan û Êraqê dilniyaz bû. Wî bê cudawazî berevanî di ber mafê mirov de dikir. Bê dudilî alîgirê aştî û guftûgoyê bû. Bi goçkirina mamosteyê gewre Mam Celal Talbanî gelê Herêma Kurdistanê û hemî Êrqiyan rêberekî siyasî î gewre ji dest da, wekî ku ew ji destê hemî Kurdan li seranserî Kurdistan û diyasporayê çû.

Em serxweşiya xwe ya ji dil de dubare dikin, di riya we re û bi navê Partiya Yekîtiya ya Demokrat a Kurd li Sûryê, serê endam û piştgirên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, kesên malabatê û hemî dost û hezkiriyê jidestçûyê gewre Mam Celal xweş dikin.

Bimînin di xweşiyê de.

Birayê we Mihyedîn Şêx Allî – Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demoktrat a Kurd li Sûryê (Yekîtî)

——————

* Rojnama Newroz – hejmar / 135 / – Cotmeh 2017 – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-135-1

 

Related Articles

Back to top button