Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hilbijartinên Hevserokatiya Komînan Bi Erênî Bi Rê Ve Çû …

Desteya sernivîser*

 

Li roja 22.9.2017an, li ber roniya biryara kongireya Rimêlanê ya Encûmen damezrênerî ya Federaliya Demokrat a Bakurê Sûriyê, dest bi hilbijartinên hevserokatiya komînan-pêngava yekemîn ji sîstema Federaliyê- di her sê herêmên Federaliya Bakur (Cezîr, Ferat û Efrîn) de bû û encamên hilbijartinê bi awakî fermî ji aliyê komîsera bilind ya hilbijartinan ve hate ragihandin. Di hilbijartinên derbasbûyî de, piraniya şert û mercên ku di lîsteya cîbicîkirinê ya hilbijartinan a ku ji aliyê komîsera bilind a hilbijartinan ve hatiye der de- ji bilî hin kêmasiyên ku li vir an li wir hatine der- cîbicî bûn û komîsera bilind jî bi erk û stubarîyên xwe rabû. Di warê asayîşî de jî, hêzên parastinî bi rolên xwe rabûn û nehîştin tu bûyerên kambax bibin, wê yekê hîşt ku hilbijartin bi şêwakî aştiyane derbas be. Jixwe çûna ser dengdanê de ji bo vebijartina namzetên lêhatî, di asteke bilind de bû, dûrî pîvan û texmînên hemî aliyan bû, tabloya hilbijartinê xemiland, dewlemend kir û ciyê şanazî û serbilindiyê bû.

Yanê mirov dikane bibêje, ku heyama vê hilbijartina derbasbûyî baweriya xelkê me bi hilbijartinan zêde kir. Ev pêngava erênî ya çûyî dibe bingehek ji hilbijartinên werin re, çi ya 23.10.2017an û çi jî ya 18.1.2018an, da ku bibine nameyên erênî ji dostan û xêrnexwazan re jî. Çimkî, ev hilbijartin û dagirtina sîstema F.D.B.S, serkeftina gelê Sûriyê bi tevayî ye, netenê bakurê Sûriyê û herêmên kurdî.

* Rojnama Newroz – hejmar / 134 / – Rezber 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-134-1

Related Articles

Back to top button