Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Xebata jina Kurd, xebata gelê Kurd e …

Rêxistina jinê li Kurdaxê ya PYDKS

Gotina Rêxistina jinê li Kurdaxê ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê, ya ku hatiye xwendin di her sê ahengên hatine lidarxistin bi boneya cejina jinê ya cîhanî, li Bajarokên (Cindêris, Reco, Bedîna), roja Înê 10.03.2017 an.

==============

Xwîşk û birayên hêja……!

Mîvanên rûmetdar….!

Ji roja roj de, di her civakekê de roleke jinê berbiçav û taybet heye.Ew mil bi mil di her şîn û şahiyekê de li gel mêr bûye .Lê, xwedîlêderketina civak û destlatan li mafên wê yên rewa ,ne li gor erk û stubariyên ku pê radibe ye. Ne tenê weha jî,li pir ciyan tê binpêkirin û çewsandin jî. Zor û zordariya jina Sûriyê di van şeşsalên kirîza em tê de, ji kuştin, penaberkirin, zîndankirin,……û H.W.D nimûneyeke balkêş e. Lê dîsa jî wê xwe radestî qederê nekiriye, û bi her awî berevanî kiriye, Rezan Zeytûne jî mînakeke ronak ji xebata jina Sûrî ye. Di vî warî de, em dibînin çawa jina Kurd –weke beşek ji jina Sûriyê û Kurdistanê- ew jî bi hemî hêz û vîna xwe, bi baweriya ku azadiya welêt ji azadiya jinê cuda nabe- beşdarî xebatê dibe. Lewre ew bi hişmendî berevaniya hebûn û azadiya welatê xwe dike, û ji bo serkeftina doza miletê xwe, ew di hemî warên jiyanê ( siyasî, aborî, civakî, rewşenbîrî, leşkerî…û H.W.D) de têdikoşe û serkeftinên mezin bi dest xwe ve tine.

Beşdarên birêz…..!

Xebata jina Kurd, xebata gelê Kurd e û pêşketina wê pêşketina civakê ye. Em bi hêvî ne,ku her jinek vê stubariyê bide ser milê xwe û bi bîr û bawerî û rêxistinkirî tevbigere , û rola xwe di civaka Kurd  de bilîze.

Bi navê rêxistina jinê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – li Kurdaxê, em (8)ê Avdarê (roja jinê ya cîhanî )li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin, û li ser vê bingehê jî, em giyanên hemî jinên ku bi mebesta jineke wekhev û azad jiyana xwe ji dest dane ( wek Leyle Hesen Qasêm, Arîn Mîrkan, Rewşen Bedirxan, Eyşeşan, Fîdan doxan û herdu hevalên wê , …û h.w.d )bi rêz û rêzdarî bi bîr tînin û silav dikin.

-Heyştê Avdarê li hemî jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Kurd û Kurdistanê pîroz be.

-Bijî xebata jina Kurd.

10.03.2017

Rêxistina jinê li Kurdaxê ya

Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê

PYDKS

Bedina 10-3-2017-21 Cinders Reco

Related Articles

Back to top button