Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Mihyedîn Şêx Allî kongirê rêxistina navçeya Kobaniyê ya partiya yekîtî pîroz dike

Pîrozname

Ji kongira rêxistina navçeya Kobaniyê re …..

Beşdarên birêz ……..

Hevalên hêja ………

Silav ji we hemiyan re …….

Pêşî, pêwîste bête gotin ku, çendî lidarxistina kongirekî weha pîroz e, ewqas jî ciyê berpirsiyartiyê ye, ji ber ku, di qonax û mercên weha de, xebata we ya rojane, bona birêxistinkirina kar û bar, pêwîstî û pêdiviyeke dîrokî û zor girîng e.

Hevalên cefakêş …….

Di van şeş salên borî de, hûn û derdor baş dizanin ku, çendî helwest û siyaseta partiya we di derbarey kirîza Sûriyê de, ciyê rêzgirtinê û pîvayî bû ….. Herweha, ji xwînrawestin û şêweya diyalogê bona peydakirina çareseriyeke siyasî aştiyane pê ve, me ti rê ne dîbû, bawerî li cî ye ku, îro jî em nabînin.

Metirsiya herî mezin û nakokiya herî sereke. Tund û tûjiya pirojeyên Îslamî siyasî, û di serî de rêxistinên Daˊîş û Cebhit Elnusra û hevalbendên wan e, lewre jî, berxwedan û têkoşîna li beramber van hêzên hovane, nijadperest û nemirovane, erkeke lidar û berdewam e.

Bêguman Kobanî, li seranserî Sûriyê û cîhanê bû ye sembola li dijî terorîzmê, sembola berxwedan û fedekariya yekîniyên parastina gel YPG – YPJ yên ku, ji hemî Kurdan re bûne hêz û sermiyan.

Bawerî li cî ye ku, rol û xebata kadro, heval û hogirên partiya we, her dê di xizmet parastin û berjewendiya gelê me yê Kurd de be, di xizmet lihevkirin, pêkvejiyan, Aştî, Azadî û Wekheviyê de be.

  • Serkeftin ji kongira we re.
  • Silav û rêz ji ji xelkê me yê Kobanê re.

Efrîn 22.12.2016

Hevalê we

Mihyedîn Şêx Allî

Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

 

Related Articles

Back to top button