Gotina Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, ya ku mamoste Husên Termoş – endamê komîta rêvebir xwendî ye di ahenga roja zimanê Kurdî 15.05.2015an de, ya ku Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî Li Sûriyê di salona Dîlan de li bajarê Cindirêsê – Efrîn lidarxistiye.
======================
Xwîşk û birayên rêzdar….
Bi vê boneya pîroz, roja derçûna hejmara yekemîn ji kovara Hawarê bi tîpên latînî ya ku ji aliyê navenda Mezopotamiya, li Amedê , li sala 2006 an bi cejna zimanê kurdî hatiye navandin, em hemî beşdaran silav dikin , Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî sipas dikin , piştgiriyxê jê re nîşan didin û serkefitinê ji xebata wê re dixwazin .
Herweha em sipasiya her kesekî yan saziyeke din ku di warê zimanê kurdî de dixebite dikin û vê rojê li wan pîroz û bimbarek dikin.
Beşdarên bi rûmet….
Di jiyana her miletekî de , rewşenbîr , ronakbîr û zanayên wî berî çînatên din bi êş , derd û kulên gelê xwe dihesin û hestiyar dibin , dûr dibînin û hewil didin û dixebitin , da ku xem û barên miletê xwe sivik bikin , rê li pêş gel dûz bikin , kend û keleman , pirsgirêkan çareser bikin , dozên gelê xwe yên rewa û dadmend bi serxînin û keştiya wî bi delavê aştî , azadî û wekheviyê gînin .
Gelê me yê Kurd jî weke hemî gelên cîhanê xwedî kesayetên rewşenbîr û ronakbîr e , ewên xwe ji bo doza gelê xwe kirine qurban , çi di warê siyasî , şoreşgerî ,û çi di warê çand û parastina zimanê dê de.
Ji nav wan nemir û gorbuhiştên Kurd , ku şoreşk çand û zimanzanînê ji bo miletê xwe çêkirine û li şûn xwe hîştine celadet Emîn Alî Bedirxan e , neviyê Mîr Bedirxan mîrê cezîra Botan e .
Berî niha bi heyştê û çar salan ,li şamê paytexta sûriyê-welatê penaberiyê – di siya tunebûn , belengazî û zor û zehmetiyê de , sî û yek tîpên kurdî latînî bi riya kovara Hawrê û bi alîkariya hevalbendên xwe yên Kurd û zana derdixe ronahiyê .
Ji wan kesayetiyên navdar ku vê re bûne alîkar an paşê vê re têkildarî kirine , Dr.nûredîn zaza , apo osman sebrî, cegerxwîn, Qedrî can , Qedrî cemîl paşa , Hemzeyê muksî, Reşît hemo , haco axa , Ekrem cemîl paşa, Bozan şahîn beg , Elî axayê zilfo , Memdûh selîm beg , Kamîran Bedirxan , Hesen û çeçan û cemîl kurên haco axa, rewşen xanim , Mihemed axayê zirkî , Emer axayê şemdîn , Silêman efendiyê Qotreşî , Arif Ebas beg , nîzamedîn kubar beg , Dr.Nafiz beg , Rojê lîsko(Lezgîn Axa) …. H.W.D
Piştî damezrandina yekemîn partî bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê li pûşbera 1957 an ji bo rakirina zilim û zorê ji ser gelê Kurd û hebûna gelek navdêrên ku me li jor bi navkirine di damezrandina wê partiyê de , yan jî yên paşê derbasî nav refê wê bûne , her weha zanebûn û têghîştina wan nemiran , ku siyaset û xebat bê ziman bê wate ye , ji ber wê partiya kurdî ya pêşî û di dû re , partiyên Tevgera Kurdî yên ku ji partiya dê çêbûne , hinekî barê fêrkirin û parastina zimanê kurdî kirine erkek û dane ser milên xwe , çi di civatên xwe de , çi di riya korsên taybet re û çi jî di riya belavkirina pîrtûkên zimanê kurdî û alfebeyan re .
Yanê em dikarin bibêjin bi ser qelsî û kêmasiyên hene de , rola tevgera kurdî di hînkirin û parastina zimanê kurdî de berz bû , û gelek xebatên cûrbecur ku aniha di ber zimanê kurdî de têne kirin , encam û berhemên wê xebata pêşînin.
Lê em ji bîr nekin , ku di pêvajoya borî de , ji bo hînkirin, parastin û belavkirina zimanê kurdî , rola hin kesayetî û partiyên T.K pir berztir û xuya bû, û derçûna kovarên weke Gulîstan, Gelawêj, Xunav, Pirs û………..H.W.D, ciyê serfiraziyê bû.
Ji wan kesayetiyên navdar , ku daxma wan çêbûye û dûr û nêzîk pê zanin , apo Osman Sebrî xwediyê alfebeyekê û gelek berheman , helbestvanê Kurd ê bi nav û deng û xwediyê gelek dîwanên helbesta kurdî cegerxwîn û mamoste û siyasetmedarê nemir Reşît hemo bûn .
Hêjano…..!
Rast e , tevger û saziyên kurdî bi roleke baş di warê xwendin û nivîsandina zimanê kurdî de lîstine , lê mixabin di warê axaftina sade û resen de – ewê ku rola xwe di parastina zimên de berztire tu gavên berpirsiyar navêtine.
Di vî warî de , em xebata saziya zimanê kurdî S.Z.K û desteya perwerde û hînkirinê ya rêvebiriya xweser – çiqas têbîn li ser rêbaz û şêweya fêrkirinê hebin jî – û fermîkirina zimanê kurdî di dibistanan de, her weha vekirina beşê wêjeya kurdî di zanîngeha EFRÎNÊ de, buha dinirxînin û biryareke wêrek dibînin .
Li dawiyê hêviya me ew e , ku zimanê me bibe zimanê jiyanê û sedema yekrêziya me Kurdan.
-Herbijî zimanê kurdî
-Serkeftin ji gelê Kurd û mirovahiyê re .
-Bijî 15-ê Gulanê, Roja cejna zimanê kurdî.
Sipas ji beşdarên vê ahengê re
Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê
P.Y.D.K.S
Efrîn / 15.5.2016 z – 2628 k