Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Gotina Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd di newroza Silêmaniyê de: …

Salih Mamo**

Cemewerê hêja !

Wek hûn dizanin ,Salane newroz di meha avdarê de weke cejinek netewî kurdî –cejina azadî û aştî û wekheviyê- ji aliyê hemî gelê kurd li her çar parçên kurdistanê û herwiha welatên ku kurd tê de niştecî dibin ,bi dilek dagirtî çoş û xweşî tête pêşwazîkirin. Bi hatina Newrozê re, xweza bi buhara rengerengî dixemile wekû dilsozî bi mirov re daku şehîdên aştiyê bi bîrbînin û herwiha şahî û ahengan li darxînin bi boneya serkeftina sembola Xêrê ya Kawayê Hesinkar li ser sembola şer ya Ezdehakê sitemkar re .lê hevrikî û nakokî her berdewam dibin û sitemkarî û Ezdehak di her demekê û her çerxekê de dûbare dibin.

Hevalino …! 

Hogirino…!

Em ji tevaya bûyerên xemgîn yên li herêmê rûdidin cuda nabin..Û ev e pênc sal in bi ser şoreşa sûriyê ya azadî û rûmetê re têper dibin û roj bi roj azar û êşa miletê me pir dibe ji kuştin ,wêranî , penaberiyê. Nemaze Piştî  rêjîma xwînrêj ya diktator  bi sazûmaneke sêxurî ku xwediyê çekên nûjen e  , kanîbû  bi hewildanên xwe hin rikberên xwe bi awakî çekdar bi xwe re rûbirû bike , da ku, wê bike behaneya bikaranîna hemî cûreyên çekan li dijî gelê sûryê.

Û welat jî bibe meydana bikaranîna tundûtûjî û tundûtûjiya berevajî , destêwerdana hêzên herêmî û berjewandiyên dewletên mezin tê de cî bigrin ,û hewelatiyên bêguneh jî baca vê yekê bidin. Û ev bû hokar û sedem ku hêzên tarî û terrorist li gelek navçeyan belav bibin û wêranî û komkujiyan jî li dû xwe bihêlin. Çi li serê kaniyê , hesekê û kobanî û taxa şêx meqsûd ya helebê û bi dehan navçeyên dîtir yên sûriyê . Bi tevî ku hêzên kurdî bi piştgiriya hêzên hevpeymanên navdewletî yên dijî têrorîstan rêgirî li wan kirin û gelek navçe ji dagîrkirina wan hêzên tarî û terorîst rêzgar kirin, lê êş û azara gelê me ji dorpêçkirinê û topbarana dijminên mirovetî û aştiyê berdewame .û tevî gihîştina rewşa sûryê di vê astê de hîn hin hêz bê bawer in bi çareseriya siyasî ya aştiyane di riya diyalog û danûstandinê ji pirsgirka sûriyê re. herwiha beşekî mezin ji rikberiya sûriyê wek rêjîma esed ya faşîst hebûna gelê kurd li sûriyê û mafên wî yên rewa  red dikin û napejirînin. Ev jî di cinêv 1 û 2 û3 de  û belgeyên wan de bi aşkere hatin xuyan.

Û ji aliyek din ve ,her çendî ne li hevî û ne yekrêziya tevgera kurd li sûryê û helwesta wê ciyê nerazîbûna gelê me ye û herwiha helwesta kurd û gotara wê beranber rêjîm û rikberiya sûrî lawaz dike di vê qonaxa hesas û nazik de ewqas jî pêwîstî û giringiya yekgitina helwesta kurdî û kombûna xelkê me li dor tevgera kurdî heye…

Çendî rêkeftin û peymanên kurdî –kurdî çi hewlêr 1 û 2 û duhok 1 û2 têkçûn lê  danûstandin û guftûgo li Qamişlo ,Kobanî û Efrînê baştirîn rêçare ye ji pirsgirêkên navxwe re. Û em wek Hevbendî ragihandina Encûmena damezrêner ya sîstema fîdiralîzmê li Rojavayê kurdistanê gevek girîng  bilind ji bo paşeroja sûriyê dinirxînin.

Beşdarên birêz!

Xwîşk û birayên hêja!

Em wek Hevbendiya Nîştîmanî ya Kurd li sûryê di vê roja pîroz de, dûbare tekezî li ser serxwebûna biryara xwe li Rojavayê Kurdistanê  û sûriyê dikin li ser bingeha parastina berjewendiyên kurd li Sûryê û rêzgirtin li biryar û berjewendiyên gelê me yê kurd li her parçeyekî kurdistanê û tevgera wê ya siyasî. Herwiha soz û peymana xwe dûbare dikin ku emê di hewldanên xwe de ji bo yekrêziya helwesta kurdî de berdewam bin. Ta ku gelê me di riya nûnertiya xwe re armanc û mafên xwe yên netewî  di Sûriyek Nenavendî –Fîdiral –Perlemanî –Piralî  şa bibin…

Beşdarên hêja !

Mêvanên xoşewîst !

Li dawiyê em wek Hevbendiya Niştimanî  cejina newrozê li we û hemî gelê Kurd û aştîxwazan li serenserî cîhanê û herwiha li gelê me yê xweragir li Rojava pîroz dikin.

 Û Bi taybet  li dayikên şehîdan û şervanên qehreman yên YPG û Pêşmerge yên di sengerên şer de ji bo parastina aramî û aştiya Kurdistanê  pîroz dikin.

Şehîdên newrozê ji bîr nabin!

Silêmanê adê ji bîr nabe!

Bijî newroz şana aştî ,azadî û wekheviyê

Silêmanî

21-3-2628 K

**Endamê komîta xwecihî ya herêma Kurdistanê-Silêmanî- ya Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd.

newroz (10)

Related Articles

Back to top button