Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Pîrozname … Ji kongira giştî ya damezrandina Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê
Kantona Efrînê
Sînorê Sûrî – Turkî
11 Subata 2016-an
Pîrozname

——————————-
Ji kongira giştî ya damezrandina Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê
Beşdarên birêz ….
Mîvan û endamên kongir …..
Ciwanik û camêrên hêja …..
Lidarxistina kongirekî weha ku, em jî beşekin jê, ciyê pîrozbahiya partiya me û beşekî nebiçûk ji xelkê me ye, ji ber ku, pêngaveke pêwîst û girînge li ser riya berdewamiya hewildanên dilsoz, bona pêkanîna lihevkirin û xurtkirina yekrêziya gelê Kurd di qonaxeke weha zor nazik de, ku ji hemîyan re berçav û baş dixuyê ku, çendî metirsiyên hovîtiya şebekeyên terorê û çavsoriya şovenîzma rijîma Be,is di derheqê gelê me yê Kurd de li holê û aşkere ne.
Ev kongireya nûnertiya gelek partî, rûsipiyên civakê û rewşenbîran dike, digel rêzgitin û piştgiriya gelek dost û birayan .
Hevalno, li me biborin, ji ber rewş û piroblemên çûn û hatinê, û nebûna derfeta derbasbûna sînoran, me nikaribû xwe bighênin we.
Heval û hogirên partiya me li seranserî herêma Efrîn, taxên Helebê û deverên dî, we silav dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.
Careke dî em we pîroz dikin û em bi dil û can li gel we ne, hêvî û bawerî ewe ku, biryarên kongir, dê di xizmet doza gelê me ya dadmend de bin.

Serkeftin ji kongireya we re

Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Pirozname-kongire hevbendi…. PDF

Related Articles

Back to top button