Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hebûna Rûsî li Sûryê xwedî dîrok û bingeh e…..

Desteya sernivîser*

Hevpeyvîneke bi Mihidîn Şêx Alî re.
———————————————–
Li dawiya meha yazdehê, rojnamevana malpera Kurdstrîtê, Roj Osî hevpeyvîneke nivîskî bi berêz sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûryê(PYDKS) Mihidîn Şêx Alî re kir û di malperê belav kir. Ji ber girîngiya xal û nêrînên ku tê de hatine, û piştî rêdanê ji Berêz Şêx em beşina ji axaftinê di rojnama Newrozê de belav bikin.
Li ser pêwendiyên PYDKSê bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî re li Sûryê(ENKS) mamoste Ş.Alî wiha dibêje: Ji nêzîkê salekê de, aliyên destbilind di ENKSê de bi biryareke bi lezûbez, partiya me û partîne din ji ENKSê û komît û nûnertiya wê li hundir û derveyî welêt hatin dûrxistin. Ew biryara li gor boçûnên hinek aliyên di Iitîlafa Sûrî ya rikber ku Tirkiye ji xwe re kirine wek hembêzeke germ de hate standin, û wek revekê bû jî ji pêkanîna lihevkirina Dihokê ku rola partiya me di amadekirina wê û berevaniya ji ber ve balkêş bû. Loma jî PYDKSê di ber siyaset û reftarên ENKSê de ne berpisyar e. Lê belê PYDKS wê berevaniyê ji ber doza gel ve li hundir bike, guhertinên li ser zemînê û nûbûyeran jî bişopîne û bi erka xwe a dîrokî rabe. Di vî warî de desteya rêvebir ya partiya me pirojeya nêrînekê li derbara rewşa sûrî ya giştî û kurdî ya taybet pêşniyar kir, belge bi rengekî fere hate belavkirin û li ber roniya wê jî kar dibe.
Li derbara xwestina rêdanê ji “rêvebiriya xweser“, rêzdar Ş.Alî got: Li ser bingeha danûstandina erênî bi saziyên rêvebirya xewser re li navçeyên kurdî li Bakurê Sûryê û pêwîstiya parastina wê, û pergalkirina têgeha hebûna zagoneke bikêmanî, hezar carî ji tunebûna wê çêtir e, partiya me belgeyên ku gerek bûn pêşkêş kirin, û mercên ku di zagona partiyan a ku ji aliyê saziyên rêvebiryê derhati bûn pêk anîn. Û bi wê yekê, rêdana zagonî ji bo karê partî û navendên wê li Efrîn, Kobanê û Cezîrê hat birin.
Û ji bona ristarola PYDKSê di Girseya Partiyên Lêvegera Siyasî de, berêz Ş.Alî got, ku hevkariya di karên meydanî de li hundirê Sûriyê li ba PYDKSê biryareke bingehîn e, nemaze jî eger hevkarî li gor pirojeya siyasî ya asta nizimtirîn û şêweyên kar ên naskirî be. Di vê rêveçûnê de, civîn û hevdîtinên li ser hev di mehên derbasbûyî di navbera pênc partiyan de çêbûn, ew partrî bi “Girseya Partiyên Lêvegera Kurdî hatin naskirin, di nav wan de PYDKSê jî heye. Gelek kar û çalakî li dar ketin, û li vê dawiyê komîteyên hevbeş li hemî dever û navçeyên parêzgeha Hesekê-Cizîrê, li navçeyên din û li derve jî hatin avakirin. Li vê dawiyê belgepirojeya bernameyeke siyasî ji Girseyêr re hate danîn, kar dibe ku belgeyek ji bo lisazxistina kar û çalakiyên wê were kutakirin, daku ew li ser hemû partî û çalaksaziyên din vekirî be, armanc ew e, ku rûbera karûbarê wê fere bibe ta ku sîwaneke siyasî ya civakwerî ava bibe, û bibe navnîşaneke şaristanî ji bo yekrêzî û jihevtêgihîştinê re.
Di warê danûstandina bi partiyên din re, rêzdar Mihidîn Şêx Alî xuya kir, ku danûstandina wan bi aliyên din re, çi kes û çi kom, li ser bingeha biserxistina têgihîştinên serke li ser ên nesereke radibe. Bingeh jî berjwendiya giştî ye. Û ewên ku bi mebest nav û dirûşma partiya El Wehdê bi ser xwe de dikin, daku -bi têvedana hinekên din- ristekê bilîzin û pergala partiyê ya rêxistinî lawaz bikin, û hebûna wî ya dîrokî û siyaseta wî ya ku mijarên bingehîn dide pêşiya ên nebingehîn, û li dijî karê siloganvaniyê jî radiweste, baweriya wan kesan bi rastî û dadmendiya doza Kurd li Sûryê û taybetiyên wê tune ye, loma hîç guhdana me jî bi yên wilo tune ye.
Rêzdar Ş.Alî berdewam kir û got, ku tiştên li navçeyên kurdî li Bakur Sûryê dibin, beşek in ji tiştên wêranbar ku li seranserî Sûryê dibe ne, lê netê wê wateyê ku cudahî û rewşine têvel di navbera wan de hebin. Wek mînak ew cudatiyên ku di navbera du parêzgehên Sûrî mîna Siwêdê û Reqayê de hene. Lê navnîşana mezin li navçeyên kurdî hebûna saziyên “rêvebiryeke xweser“ û bi pergaleke kurdî ye, ewa ku li ser hemî pêkhateyên din, ji Ereb, Siryan, Kildo Aşor, Tirkman, Çerkez û Ermenan re dilvekirî ye, û pozbilindiyên olî, bineolî yan jî netewî û nijadperestî li tu aliyan nake. Û hêzeke wê ye parastinî jî heye û xwedî kesayetiyeke taybet e, û li seranserî Sûryê, herêmê û cîhanê bi navê Yekîneyên Parastina Gel û Jinan YPG-YPJ naskirî ye. Hêzên wê yên asayişê û polîsên hatûçûyê jî hene..û h.w.d.
Têrora DAIŞ, Nusrayê û yên di çerxa wan de digerin, hîn jî tevaya navça Efrînê û deverên Rojavayê Kobanê li ber kenara Çemê Ferêt dide ber xwe. Ji bilî dorpêçkirin û revandina sîvîlan ji hêla wan koman ve, alîkariyên mirovî û hawarçûnî – yên pir hindik li hembera navçeyên sûrî yên din- ku digihên navçeyên kurdî, ew jî li gor dilxwaziya aliyên berpirsiyar ên cîrana me ya bakurê “Tirkiye“ tê kirin.
Li derbara destêwerdana Rûsan a yekser di rewşa Sûryê de, mamoste Şêx Alî got: Hebûna Rûsî li Sûryê xwedî dîrok û bingeh e. Civaka sûrî bi hemû pêkhateyên xwe ve- ji bilî hinek zêdegotinên sêwî yên hin aliyên îslama siyasî û şivîleyên wê yên “selefî-cîhadî“- tu rojan dijmantiyeke Rûsan ne dîtine. Azirbûna qeyrana Sûryê û zêdebûna rist û destêwerdana Tirkiyê di kitkitên pirsgirêka sûrî de, bi dandina peran a dewletên kendavê, ew ji bo guhertina hevsengiyê bi aliyê îslama selefî ya cihadî tê kirin. Wê jî kir ku dilê Mosko berhev bide û tirsên wê zêde bike. Loma rêvebiriya Kirêmlên yekser biryar da û bi riya hêza xwe ya ezmanî têkeve nava şer. Lê ew destêwerdana ne ji bo hezkirina ji sazûmana Be`is e, yan jî bersivdaneke erênî bû ji daxwaza wî re, bêtirî wê, ew berevanî bû ji ber hebûna Rûsya li perava Rojhilata Derya Sipî. Û ji bo ku, wek Rûs xuya dikin, hêzbûn û belavbûna DAIŞê û baskên Qa`îdê rawestîne. Ew rêxistinên ku di nava civakên li derdorên Rûsya de bi rû ye, û nêzîk ewleya wê jî dibe. Lê bi destêwerdana Rûsan û berî wê jî, tevgereke diplometîk ye çalak hebû, di encamê de têgihîştinên karaneعملي bi Wîlayetên Emerîka yên Yekbûyî û hêzine herêmkî û kardêrفاعلة re hatin ristin.
Wergerandin ji Erebî: Rozad Elî.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 116 – 117 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button