Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hin Ehrimanî / Kîndarîya Kurd li ser Kurd! …

Ehmed Xelîl

Dema min dîroka me dipeland, ez li hember kîndariyê kurd li ser kurd șatmat dimam, min digot: Gelo, dibe ku ev kîndarî bibe sedema têkçûna Imperetoriya Medan di dest Farisan da sala 550 b.z? Dibe ku bihêle hin êlên kurdan bibin hevalbendên dagîrkerên Kurdistanê û li dijî kurdan șer bikin, gondên kurdan talankin? Dibe bihêle șoreșgerê kurd bi destên kurdekî kîndar were kuștin an were hispartinî dagîrkeran?
Lê piștî rûxandina rêjîma fașî li Iraqê û pirsgiraka Surî, ez pê hay bûm ta kîjan pileyê kîndariyê kurd li ser kurd sawdare! Bêtaran bi serên kurdan da dirijîne! Nahêle kurd biyekbin! navî kurdan di cîhanê da pîsdike! Têkoșînê kurda ji bo azadiyê kavildike!
Dibêjin zanyar û stêrnasê Firensî Laplas (1827 m) gotibû:
Ka cihekî li asmana bi mindin, ezê zemînê ji wera bihejînim.
Ez jî dibêjim: Ka dermanekî ji kîndariyê kurd ra bi mindin, ezê sozî damezirandinê Dewletê Kurdistanê bi wedim.

Related Articles

Back to top button