Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Şêx Allî kongira dehan a partiya demokrat a Kurd a Sûrî pîroz dike

Sekreterê partiya demokrat a Kurd a Sûrî mamoste Cemal Mile Mehmûd ….
Endamên nivîsgeha siyasî û yên komîta navendî ya partiyê …
Silav û rêz ….
Bi boneya serkeftin û bidawîbûna karûbarê kongira dehan a partiya we ya bira, em we û hemî heval û hogirên parta we pîroz dikin û hêvîdarin ku, xebat û rola we her û her di xizmet hebûn û pirsa gelê Kurd de be, û em hemî ligel hev û yekrêz, li beramber nijadperestî û terorîzmê rawestin û têbikoşin, bona aştî, azadî û wekheviyê.
Careke dî em we pîroz dikin, pêşkeftin û serkeftinê ji we re dixwazin.
07.12.2015
Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekreterê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button