Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Nameyeke sersaxiyê

Ji sendîqa parêzerên Diyarbekirê re …
Ji xwedî, heval û dostên Tahir Elçî re …
Ji raya giştî li Turkiyê û Kurdistanê re …
Bi dilêşî û xemgîniyeke giran, nûçeya kuştina serokê sendîqa parêzerên Diyarbekirê Tahir Elçî di nav Kurdên Sûriyê de, serûber, belav dibû, û ciyê şermezariyê bû.
Kesê weke Tahir Elçî, yê ku, bi dilsozî berevanî di ber doza maf û dadmendiyê de dikir, ji bîr nabe.
Tahir Elçî mirovhezekî rastgo, xwedî helwest û qurbanê gelê xwe bû. Wî bi rûyekî spî barkir û kete nav rêzên karwanê pakrewan û şehîdên azadî û aştiyê.
Bila serê we hemiyan sax be.
Hûn bimînin di xweşiyê de.
Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Nameyek sersaxiyê

Related Articles

Back to top button