Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Gotina Partiya yekîtî

Gotina Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, ya ku mamoste Reşîd Şeban endamê komîta rêzanî di kongirê partiya Azadî û Sosiyalîzmê – Turkiya de xwendiye, yê ku li Anqerê 15.11.2015 an lidarketî.
—————————————–
Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê
Pîrozname ji kongireya ÖSP – ê re
Efrîn – Sûriya
14.11.2015
Mîvanên birêz ….
Xanim û camêrên beşdar ….
Hevalên têkoşer, endamên kongira partiya Azadî û Sosiyalîzmê ….
Ji Sûriya birîndar, silavên biratî û hevaltiyê ji we re hene, bi navê komîta rêvebir û sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê Mihiyedîn Şêx Allî, û hemî heval û hogirên me, em lidarxistina kongira we pîroz dikin û ji dil û can serkeftinê jê re dixwazin.
Hevalên hêja ….
Hûn baş dizanin, çendî rewşa Sûriyê, di astengiyeke têkilhev, metirsiyên mezin û pir alî de ye, û eve nêzî pênc salan e xwîn diherike, bi sed hezaran kuştî û birîndar, ji bilî bi milyonan koçber û malwêrankirî li ber çavan e. Berpirsiyarê dîrokî û sûcdarê sereke rijîma tek – partîtiya parta Beˊis û sergermiya hêzên îslamî siyasî yên çekdar e.
Di nêrîna me de, ji çareseriya siyasî û aştiyane pê ve, tu rê yên dî li ber me nîne. Gelê Sûrî, bi Kurd û Ereban, bi Misilman û Filleyan û hemî pêkhateyên dî, ji berî her tuştî, dixwazin ev pevçûn û şerê qirêj li hundir Sûriyê raweste, da ku pêdiviyên berdewamiya jiyanê bêne peydakirin, rê li ber hovîtiya hêzên tarî yên weke Daˊiş û biramakên wê bête girtin, da ku, derî ji pêvajoyeke nû re ve be, û bona Sûriyake nû gav bêne avêtin. Lewre, em dibînin ku hebûna Daˊiş û El-Qaˊîde li Sûriyê, Metirsî û tehlûka herî mezin e.
Em bawerin ku, ev tehlûka, bela serê hemî gelan û welatan e, ji ber ku nijadperestî û Faşîzmê bi xwe re tîne holê, û dijatiyên curbecur diçîne, û milletan ji hev dûr dixe.
Beşdarên hêja ….
Em hemî bi hev re, bona dostanî û biratiya gelan, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê, li ber xwe didin, têdikoşin û dixebitin. Em bi têkliyên bi partiya ÖSP – ê re serbilind û şa ne. Serkeftin ji kongira we re.
Û Spas
Komîta rêzanî ya
Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button