Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Daxwuyan

Ji bo pêncemîn salvegra Koçbarkirina Serokê Partiya me Mamosta Ismaîl Omer, Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya demoqrata Kurd li Sûryê-YEKÎTÎ-Vecîndinek gelemperî di Roja Yekşemê di 18-10-2015 li Bajarê Heldisheymê li dar xist, û bi rengeki fereh Partî, Rêxistin, û Hêzên welatparêz yên Kurdî û Erebî li Sûryê, û Kurdistanê, û her weha Nivîskar, Rewşenbîr, çalakvanên Civata sivîl, û Hozanên Gelê Kurd wek Birêz Hikmet Cemîl (Bangîn Efrîn) ciyê xwe di vê Buyrêdê girtin. lê Bîranaîna me xemilî bi hatina Hozanê Gelê Kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer bi taybetî ji Kurdistana başur, ji ber ku Baweriya wî bi Axeftin u Guftuguyê tê weke Hestekê ji Bîr û Ramanên Nemir, û em ji bîr nekin hatina Nûnerên Partiya me ji Elemanye û dardura wê, û Ravenda Kurdî li Elemanya bi taybetî cihê serbilindî û spasiyê ye.
Komîta Serkirdayetî ya Rêxistina Ewropa ya Partiya me, bi navê hemo Hevalên me li hundir û ji derve, spasiya Nûnerên Partî û Rêxistinan, Nivîskar, Rewşenbîr, Hozan, û hemo Beşdaran, li ser Hatin, Birûsk, Telefonên wan dike, û em sozdidin ku emê bi hemo Hêzên xwe li ser Hestên Nemir, û Bîr, Baweriyên, û Ramanên Partiya xwe bimînin.

Komîta Serkirdayetî ya Rêxistina Ewropa ya 
Partiya Yekîtî ya demoqrata Kurd li Sûryê-Yekîtî

Related Articles

Back to top button