Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rola Kurdan di kirîza Sûriyê de……

Mihyedîn Şêx Allî

Eve nêzî pênc salane rewşa Sûriyê di sînga weşanan de cî digre û di asta navdewletî de bi dehan kongir hatine lidarxistin.

Çalakiyên ragihandinê yên curbecur hatine bikaranîn û di raya giştî de rola xwe lîstine. Lê, baş xuya bû ye ku, li ba piraniya hemwelatiyên civaka Sûrî û di çavên wan de, ewqas nemane ciyê rêzgirtinê, ji ber ku, hema bi kurtî, ewqas TV, Encûmen, sozên serok û wezîran, rê li ber şerê qirêj teng nekiriye, carna jî bi peyvên qelew û durişmên gerim, ew agira hatiye gurkirin û hêjî berdewam dike. Bê gûman jiyan û berjewendiyên civakê û yên me hemiyan, berî her tuştî di rawestandina xwînherikandinê de ye.

Di despêka kirîza Sûriyê de, Turkiya AKP-ê, çi aşkere, çi bi dizî, di germkirin û gurkirina hinde hêz û partiyên opozosyona Sûriyê de, xwedî roleke sereke bû, li bajarê Antaliya kongira Encûmena Niştîmanî ya Sûrî bi serkêşiya (Îslamî siyasî) hate hembêzkirin, dûv re, ev Encûmen hate berfirehkirin, nav lê bû kiwalisyona hêzên şoreş û opozosyonê (Îtîlaf), û Istenbol jê re bû cîwar û navend, ji bilî bajarên dî, mîna Gazî Entap, Antakiya, Reyhanlî û Şanli Urfa, … Hwd.

Di siha vê kiwalisyonê de û bi rêdana hin karbedestên Turkiyê, bi hezaran kadro û kesên (mucahîd) û dilxwazên rêbaza rêxistina El-Qaˊîde (Ûsame bin Ladin, Ebo Miseb Zerqawî, Mille Umer, Eymen Zewahirî ) derbazî hundirê Sûriyê bûn, û ji hêla beşek ji civaka Sûrî hatin pêşwazî kirin, û di bin durişmên serhildana gelê Sûrî de sûd û alîkarî dîtin û cî girtin. Vêca, têkoşîn û serîhildana gelê Sûrî ya aştiyane ya ku, rûmet û azadî ji xwe re kiribû armanc, ji riya xwe derket û beravêtî bû. Ji xwe, desthilatdariya rijîmê jî, çav li rê bû, û bi gelek şêwe û pîlanan hewil dida ku, ew serhildana dadmend bişimite, û dest bi karê çekdariyê bike û berê xwe bide derve û hêviyan li ser sozan ava bike .

Di çerçewa vê tabloyê de, piraniya camawerê Kurd li bakurê Sûriyê karîbû pêşiya xwe bibîne û nebe destik, lewre jî, îro xwedî roleke erênî û balkêşe, nemaze ligel pêkhateyên Ereb, Suryankildo-aşor… Hwd, li seranserî herêmên Cizîrê, Kobanê, Girê Sipî (Til Ebyed), Şêx meqsûda Helebê û Efrîna Kurdaxê, li beramber piroje û metirsiyên terora rêxistina Daˊîş û Cebhit El-nusra bi serkeftî têdikoşe û li ber xwe dide, loma jî, di qada navdweletî û li ba rêxistinên civaka sivîl li seranserî cîhanê, ciyê rêzgitinekê ye ku, bi rastî dihêle mirov bêje : Kurd di kirîza Sûriyê de rûsipî û xwedî roleke erênî ne.

Hinde dezgehên ragihandinê, di bin bandor û kartêkirina helwestên serokatiya kiwalisyonê de, dixwazin rastiyên bûyeran berûvaja bikin, dibêjin – xwedê giravî – hêza Kurdan li bakurê Sûriyê YPG – YPJ Turkmen û Ereban qir dikin !, Kurd cudaxwazin, hewldidin ku Sûriyê parçe bikin !!

Hêjayî gotinê ye ku, xwediyên van reklam û piropagandên neberpirsyar, li razîkirina AKP-ê û Îxwan Mislimînan digerin, bi ser de jî, şovenîzma li dijî gelê Kurd gur dikin.

Çendî newekhevî û hinde nakokî di çerçewa tevgera azadîxwaz a Kurd de hebin, lê bi tevahî, rasterast xwe li dijî hovîtiya teror û toximperestiyê dibîne, aştiyane û mirovhez e, lewre jî, canfîdayên gelê Kurd (çi Gerîla, Pêşmerge, YPG û YPJ…) di çavên xelkê de ciyê rêzgirtinê ne û di dilan de cî digrin.

Bawerî li cî ye ku, Kurdan bi gelemperî riya xwe naskirine, û êdî baş dizanin ku, bela serê wan û metirsiya li dij hebûn û berxwedana wan, ne Emrîka û Rûsiya ye, ne jî Çîn û Japon e … Neyar û bela serê Kurdan çand û siyaseta nijadperest, hovîtiya terorê û derdê nezaniyê bi xwe ye.

*Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin, 15.10.2015

Rola Kurdan di kirîza Sûriyê de – * Mihyedîn Şêx Allî

Related Articles

Back to top button