Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Keça rojê …..

Helbest: K.S. Hedilî

keça
roja Miştenûr
şînpêlvedana
asîmanê hezkirinê
kenê te
li kolanên wêran
parve dike
sorasoyê birîndar
xemla lêvên
dilxopaniya hestên evîndar
şengekenê te
nîgar dikin
kenazadiya te
jînrûbarê
kaniya jînê
diherikîne
kenê te
çeperê sebrevîna min e
tu
xwedewenda kenafirênerî
çiqasî ken
li rûkaniya te tê
awazên vînê
guharên tîrêjên nûvejînê
roja kezîqusêna şevê
di dilê min de
dihejin
tava bêhnnêrgizî
ronîkenê te
nîşanî heyva kenok dike
di kenê te de
salên westiyayî
xwe vedişêrin
demsalên
zindî diwelidin
awirên bejntirsiyayî
pênûsên dîroknasên
şevperestên nezan
diyarî
ewrên baskşikestî dikin
kenê te
Evdilê Xerzî
meleyê Timoqî
vedigerênî jînê
janhesreta
dilkaliya pîr Riza
derman dike
êşa gewriya
şêx Seîdê pîroz maç dike
kenê te
mizgînî ye
li çarçira
di rûreşiya Enfalê de
dilopek ronahî ye
kenê te
pêxemberê giravê
di bîbikên çiyan de
vedijîne
kenê te
di bin sîtirsê de
dikewîne birînên
di devê segmasî de
riziyayî
bi kenê te
hêviyên bawî
qêrînên sêwî
diherikine serkeftinê
tu nekenî
ma ken mafê kê ye
keça rojê
keça roja Miştenûr

20.09.2015

Related Articles

Back to top button