Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

dilê min …..

Helbest: Kamran Simo Hedilî

 

dilê min
di dilê te de
hate ji bîr kirin
tu destê xwe
dîne ser dilê xwe
tê pêjna
dilê min hîs bikî
destê xwe
dîne ser
birîna min
û li şîqeşîqa birûskan
guhdar bike
dildariya min
keziyên Zînê
û Rindêxanê dihunê
’’gula baxê Îremê Botan im
şebçiraxê şevên Kurdistan im…’’
bi awazên melayê te
dil
bû hevalê lehengên rêwî
bû bayê beyanê
bû hêstirên kaniya Qesaban
baskên çûkên koçber
baweşînê
li kûra hesretê dikin
barana şoreşê
li lênûsa bîranînên min
dibarê
reperepa
rapariya Mîrê mezin
li kerkerîka
guhên min dikeve
dengê Xelefê Şûvî
û xweşmêrên êlan
dengê şagirtên Egîd tê
tu dergûşa Cûdî û Nuh î
tofana Yêzdanên sitemê
nekarî te
hespê rastiyê
di hişê min de
dibeze
Dîcle
rikberîya zarokên te
dizane
herkes
biqasî rikdariya xwe
rikdar e
biqasî evîna xwe
dilovan e
olperestên olnenas
nîjadperestên bênîjad
biqasî Beko felbaz in
giyanê Çeko û Bêrîvanê
Gatên pirtûka te dixwînin
masiyên Bircabelek
perperîkên ronîperest
zikir dikin
da bihar nemire
hêvî bizê
çirûsk
hebûnê heveyn bikin
kolan peyvên şadiyê
belav bikin
sebra dayîka
dilan gez dike
bajarê çanda min
bayê te
qesîdeyên Feqî
bi Teyran didê gotin
kevirên Medreseya sor
di gumîna bomban de
evîna Mem dibêjin
bêtawan
di çavên min de
têne coşê
hêstirên xwe
tevlî
hêstirên kevokên kuştî
dikim
dildariya xwe
bi firşikê dilêriyê
dinimînim
reng
di qêrînan de
difirin
sorgulên baxçê te
rengê xwe
didin hemî rengan
bajarê evînê
paytexta rûmetê
bextewarî
kenê dînbûnê
dikenê
xeyal
li ser banê asîman
siwarê ramanê ye
bi bêhna Binevşê
pêlî bêhnên genî dike
û dimeşê
ez rayên çiya dimijim
nûjîna çavên te
dibînim
roniya beyanê
û rûkeniya heyvê
birîna te dipêçin
spîgulên paşila te
diyarî te dikim
hêstirên êvarên melûl
dişom
destên berbangên te
didim maçkirin
strana şevrevîn distrênim
rekihên kewên xwekuj dişkînim
ref bi ref
di sibehê zû hatî de
Bazên serkeftinê difirînim
bi tîrêjên tavê
bejna te dipîvim
xwezgîniyên dilxweşiya min
Hewlêra dilovan
Mahabada birîndar
Kobana xweragir
Ameda paytexta dilan
Ra dibin
da peyv
di helbesta min de
necemidin
da keç
rondikên xwe
nekin xêlê bûkaniya xwe
Cizîrê
dilê min
li cem te ma
destê xwe
dîne ser dilê xwe
tê jenîna dilê min hîs bikî

05.09.2015

Related Articles

Back to top button