Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Xeterên liser herêma Efrînê ( Rojavayî Kurdistan ) …….

Fayad Osman

Piştî êrişên Têrorîstên Muslimanên tundrew lidijî Herêma Serê kanîye û lidijî Kobanê û rizgarkirina Kobane bi destên Qehremanên Şervanên YPG/YPJ û herweha piştî rizgarkirina Girê Sipî Tel Abyed , niha Efrîn bûye hedefa/ ermanca Têrorîstên Muslimanên tundrew  .  Herêma Efrînê di van Rojên dawî de di rewşeke gelekî xerab û xeternak re derbaz dibe . Embargo / dorpêçkirina plankirî lidijî Herêma Efrîne girêdayî bi hemû Gundên wê ji hemû aliyan ve tê bikaranîn .  Sînorê Türkîye ligel temamî  Rojava ji alîye Hikumeta Türkiye hatiye girtin .Penaberên kurd liser Sînorê Türkiye ji aliyê Leşkerên Türk têne qûrşînkirin û têne kûştin . Alîkarîya mirovatî / tendurustî  û  xarin û vexarin ji alîye Türkiye bi temamî  hatiye birîn. Herêmên  dibin desalatên Muslimanên tundrew weke Ezaz û Adlib û rîya Helebê  bi hemû kiryarên xwe dûjmantîya Rojava û bi taybetî dûjmantîya Herêma Efrîne dikin . Hemû rîyên çar alîyên Herêma Efrîne hatine girtin û herweha  çûndin û hatin dinavbera Efrîn û Helebê bi temamî hatiye birîn û Efrîn bi temamî hatîye dorpêçkirin  . Hemû şeweyên Jiyanê bi temamî hatine  rawestandin .

Ligor  pêwendîyên min  û agahîyên nû ji Herêma Efrînê rewşa nû dibin pandora  dorpêçkirinê  gihîştîye  esta gelekî xeternak   :

Şîrê Zarokan nîye , bi hezaran Malbatên kurd Xanîyên xwe li Bajarê Helebê windakirin û bûne Koçber li Herêmên  curbecur  belavbûn,  liser Kolanan , linav daristanan dixewin.  Xarin û vexwerin kêmtir dibin, Benzin û Mazot her berdewam bûhayê wan zêdetir dibin û ji ber pirsa dorpêckirinê , Benzin û Mazot li  Efrîne nemaye û nahêlin bigihîne Herêmê û herweha kehrebe jî nîye. Rewşa Tendurustî xerabtir dibe û nexweşîyên xeternak  belavbûne .Dermanên bikarnîna lidijî  jehra Maran qet nayê dîtin , gelek kes bi jehrên Maran ta niha mirine.  Gelê kurd hewldide ,xwe ji birçîbûnê û ji mirinê rizgarbike . Xema gelê me xarin û vexarina Rojaneye , jiber tunebûna Benzin û Mazot hemû şeweyên kar  û kargeh hatine rawestandin .

Her partîyekî sîyasî ji Partîyên me propaganda û pesna  bernama partîya xweyî sîyasî dike û  ti cudabûnên kûr dinav xetên wanî sîyasî de nînin.  Hemû Partîyên kurdî  di bernamên  xweyî sîyasî de radigihînin  , ku  jibo azadî û rizgarîya gelê kurd , jibo xizmetguzarî û parastina bercewendîyên mafê netewa kurdî li serenserî Kurdistana Rojava xebatê dikin. Lê di rastîye de , bidaxewa bêhtirî wan ,bercewendîyên xweyî teng yên hizbayetî diparêzin , bercewendîya gelê kurd li ba wan giring nîye bes tenê ya Partîya xwe  giringe . Tenê gelê kurd zererê dibîne û qurbanîyan dide.

Di dema niha de gelê kurd ne bi pêwîstîya bernamêyên partîyên siyasîye , ne pêwîstîya dirûsm û sozên vala ye û ne bi pêwîstîya belavok û daxuyaniyane  , bi pêwîstîya alîkarîya bi leze weke xarin û vexarin û hilweşandin û rakirina Embargo liser Efrînê  ,peydakirina  şîrên  Zarokan  û avakirina  Xanî û Çadiran jibo Penaberan û …tiştên dî, û herweha bi pêwîstîya xebatên tendurustî   ( Textor û Pijîjkên kurd ) bi leze  ku lidijî belavbûna nexweşîyên  xeternak rawestin .

Ji Partîyên berpirsîyar  tê xwestin û tê hêvîkirin  , ku bi erkên xweyî netewî rabin û rolên xweyî siyasî û diplomasî derbarî rakirina Embargo liser Efrîne bileyzin û liser esta Herêmê û navdewletî bi rolên çalaktir rabin û têkiliyên xweyî siyasî  ligel Welatên li herêmê û Cihanê  bikarbînin û jibo rizgarkirina miletê me ji mirinê û ji bo rakirina xetera  dorpêçkirin/Embargo liser Efrînê .

Related Articles

Back to top button