Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Pîrozname Ji serokatiya partiya gelan a demokrat HDP-ê re …

Pîrozname

Ji serokatiya partiya gelan a demokrat HDP-ê re …

Birêz Selaheddîn demirtaş …

Silav û rêz …

Ji dil û can, em serkeftina dîrokî ya ku we di helbijartinên parlumantoya Turkiyê de pêk aniye pîroz dikin, û ji hemî  dost, piştgir û hevalbendên partiya we re, li seranserî Turkiyê û Kurdistanê, şahî û pêşketinê dixwazin.

Bawerî li cî ye ku, têkoşîn û rola partiya we HDP, her dê li pêş be, û di xizmet doza Aştî, Azadî û wekheviyê de be..

Silav û pîrozbahiyên hemî dost, endam û rêxistinên partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê ji we re hene, û dibînin ku şahiya we şahiya wan e.

Bimînin di xweşiyê de

                                     Birayê we

                              Mihyeddîn Şêx Allî

Sekretêrê  partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

(Pîrozname( pdf

Related Articles

Back to top button