Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Hêviyên me bilindtirin

Dr.Mihemed Ebdo Elî *

Xwişk û birayên hêja…

Rêz û silav ….

Salvegera 117 emîn a roja rojnamegeriya kurdî rojeke giranbuha û pîroz e. Em bi navê ragihandina partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê , (rojnama Elwehdê û Newroz , kovara Pirs û Hîwar), vê cejnê li hemî nivîskar, medyekar û rojnamevanan, li we û li gelê Kurd pîroz dikin .

Beşdarên berêz ….

Tê zanîn ku, neviyên Bedirxaniyan, piştî koçberiyê ji welatê xwe, ji ber zilma Osmaniyan, berê xwe dan xwendin û zanînê û riya pênûs, siyaset, rewşenbîrî û ragihandinê ajotin. Wan raperîneke rastînkî û kûr di wan waran de rakirin. Destpêka wê raperînê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate danîn û birayê wî Ebdirehman jî berdewam kir. Gava ku Mîr Miqdad li roja 22 meha Nîsana 1898an rojnama xwe ya binavûdeng bi navê “Kurdistan“ derxist, wî rêçeke nû û durust ji xebata gelê xwe re vekir û navê Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn û li Ewropayê vejand. Armanca Mîr Miqdad ew bû, ku di riya rûpelên “Kurdistanê“ re, daxwaz û armanca gelê xwe bide nasîn û rastî û rewatiya wê bigihîne raya giştî ya cihanê. Loma jî wî li ser rûpelên rojnama xwe pir guh dida pêwendiyên gelê Kurd bi gelê cîran re, wek gelên: Tirk, Ereb, Faris û bi taybetî jî gelê Ermen û doza wekheviyê ji hemiyan re dikir. Ango Mîrê gewre bi rojnama xwe ya pîroz “Kurdistan“, rêka xebat û karê çapemeniyê vekir.

Rêzdarên hêja…

Çar sal di ser şerê navxweyî re li Sûryê derbas bûne. Vî şerî hemî pêkhateyên civaka Sûryê dane ber agirê xwe, li ber lûleyên çekan hemî nofên civakê bûne yek. Di nava ev şerê giran û qirêj de, roleke alavên ragihandinê ye zor giring û dîrokî xuya dibe. Bi saya medyekar û rojnamevanan, bûyer û kiryarên kujeran têne nasîn, tomarkirin û li ser raya cîhanî tên belavkirin . Loma jî, û daku hêzên çekdar û gunehkarên şer kanibin kiryarên xwe yên li dijî mirovatiyê veşêrin û kes pê agahdar nebe, ew hergav astengên mezin û rojane li pêş ragihandinê datînin, karê wê qedexe dikin, û medyekar û rojnamevanan dixin bin hovîtiya xwe, wan dikujin, digirin û winda jî dikin.

Li gora serhejmarên pêbawer, di nava van çar salên şerê Sûryê de, dora 225 medyekar li Sûryê hatine kuştin, û bi sedan jî birîndar, girtî û hatine windakirin . Di nav pakrewanên pênûs û ragihandinê de, hevalê me yê hêja û sernivîserê Rojnama me“Newroz“ Kemal Henan jî hebû, ew jî qurbaniyek ji qurbaniyên şerê qirêj e, û kete nav rêzên pakrewanên rojnamegeriya Sûriyê.

Beşdarên hêja…

Di van rewşên dijwar de, ragihandin û çapemenî bûye kêreke dûdevî, tiştê baş û giring jê tê, û ziyan û xirapiyên mezin jî jê peyda dibin. Eger ragihandin di heyamên aştiyê de bi destlata çaremîn tê nasîn, bê guman, rola wê di rewşên şerê niha de ku li Rojhilata Navîn dibe, ne kêmtirî rola hêzên çekdar e. Herweha, beloqkirin û tevdana nakokiyên partîtî û çêkirina nûçeyên bervajayî û derewîn, ciyê nerazîbûna xelkê me yê Kurd e .

Di van rewşan de, çapemeniya kurdî jî fersend dît. Roja îro gelek rojname, kovar û belavokên rengereng li navçeyên kurdî belav dibin. Ew cihê spasî û nîşana xêrê ye. Lê belê li ber roniya rewşên tevahî yên Sûriyê û gelê Kurd, û çawahiya nêzîkbûna çapemeniya kurdî ji mijarên siyasî û pirs û pirsgirêkên doza kurdî re û xemqisawetên xelkê yên rojane, pirsine rewa û giring li ser zimanê xelkê digerin, … Gelo! Li roja îro û di van rewşên nazik û dîrokî de, ragihandin û çapemeniya me ya kurdî li Sûryê li gor demê ye?… Bi erkên xwe radibe?… Partî, sazî, rewşenbîr û xwedî sermiyanên Kurd ji bo avakirina ragihandineke çalak û bi hêz çi dikin û kanin çi bikin?… Em dikarin bêjin ku, hîn pir tevdîr û amadekarî bi me pêwîstin, ta ku ragihandina Kurdî li Sûriyê bigehe pileyke baş û bilind.

Xwîşk û birayên hêja …

Partiya me Yekîtî, derçûna rojnamegeriya xwe (Elwehdê, Newroz, Malper, Rûpelên facebookê,…) berdewam dike, û wê li kovarên xwe ( Elhîwar , Pirs ) carek din xwedî derkeve, lê hêviyên me bilindtirin . Em ked û cefayê hemî kesên alîkar di derxistina wan de, duh û îro jî, ji bîr nakin, ji wan camêran, hevalên me yên nemir ( Îsmaîl Omer, Edîb Îbrahîm, Mistefa Elaş, Adil-Mîtan Horî, pakrewan Şêrzad hec Reşîd û Kemal Henan )

Silav û rêz ji giyanê Mîr Miqdad Bedirxan re.

Silav û rêz ji giyanê şehîdên rojnamegeriyê û peyva azad re.

Silav û rêz ji ruhê hemî şehîdên kurd û tevgera azadîxweza cîhanî re.

Spas ji guhdariya we re

Efrîn 24.04.2015

—————————

* Ev gotin li ahenga pîrozkirina roja rojnamegeriya kurdî , li roja Înê 24.04.2015 , çiyayê Qaziqli – Cindirês – Efrîn , ya ku partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê lidarxistî , hate xwendin.

Related Articles

Back to top button